Charles Babbage, ne tenê dahênerê sedeya 19an bû, her wisa vîzyonerekî bû ku bingeha cîhana me ya hevçerx î dîjîtal danî. Her çendî nekarîye makîneyên qerase yê bi hêza dûkelê dixebite, di wextê emrê xwe da icad bike, Hokarê vê yekê ku me navnîşana "Erbabê Kompîteran" jê ra misteheq qebûl kiriye, dîzayna wî ya xîyalî û konseptî ya li pişt wan makîneyan e. Fikrûxiyalên wî yên li ser mekanîkê, çemka qabilê bernamenivîsînê, bîrgeh û telarsazîya esasî ya yekeya rêkxerê eşkera kiriye ku roja îro, ramana bingehîn ya teknolojîya telefonên zîrek û heta superkompîteran peyda kiriye.
Ew tecribeyên serekî ku qalib daye behreya zêhnî ya nuwaze ya Charles Babbage û şîkarkirina dorûber, pir giring bûn ji boy têgihîştina vîzyonekê ku pir li pêş serdema xwe bû.
26a meha Kanûnê di sala 1791an da li Londrayê Îngîlîstanê Xwedê Charles Babbage daye. Bavê wî Benjamin Babbage, bankerekî malzengîn û bazirganek bû. Ew tişt rêya vê yekê vekir ku Charles Babbage perwerdehîyeke baş bi dest va bîne. Bi saya vê yekê ku binemala wî pir giringî bi perwerdehîyê didin, ji piçûkatîya xwe va îmkana vê yekê jê ra peyda bû ku ji mamosteyên taybet dersê bibîne û ew destpêkirina mimtaz wisa kir ku behreyên wî yên zikmakî bi pêş va herin.
Ji salên wî yên zarokatîyê va dîyar bû ka çendî Babbage li ser matematîkê bengî bû. Hewesa wî ya mezin ku ji matematîkê ra hebû, wî ji hemsalên xwe û heta dersbêjên xwe cuda dikir. Piştî rahênana dirêj ku ji mamosteyên taybet bi dest va anî, di sala 1810an da li Zankoya Cambridge dema beşdarî Trinity College bû, fahm kir ku zanîna wî ya matematîka hevçerx ji mamosteyên zankoyê jî zêdetir bûn.
Ew çeqbestînîya entelektuel a li Cambridgeê wisa li Babbage kir ku gavan bide ber xwe. Di sala 1812an da li gel hişmendên ronak John Herschel û George Peacock komela Analîtîkê damezrand.
Hişê Charles Babbage ne ku bes bi projeyên amrazên hesabkirinê va sînorkirî bû. Ew xwe dabû nava her devera meydana civakî û zanistî ya sedeya 19an. Ew durist polîmatek bû. Xebatên wî yên disîplînên cihêreng wekî matematîk, endezyarî, aborî û krîptografî dîyar dike ku ew xweyî bîrlêbirineke yekpareyî û nûxwazane bû.
*Encûmena Şahanî(Royal Society): Dema 24 salî bû, ji boy Encûmena Şahanî wekî endam hate bijartin ku di sala 1816an da li Îngîlîstanê prestîjbilindtirîn sazîya zanistê bû.
*Komela Stêrknasîyê ya Şahanî(Royal Astronomical Society): Charles Babbage di sala 1820an da yek ji wan damezrênerên vê komelê bû lew ku Babbage xweyê motîvasyona hindê bû ku xeletîyên di hesabkirina astronomîk da bi wasiteya mekanîkê kêm bike. Encama wan xebatan bû ku di sala 1824an da Medelyona Zêrîn ê Komelê bi dest va anî.
*Profesortîya Matematîka Lucasîanî: di navbera salên 1828-1839an da li Zankoya Cambridge, vê navnîşana prestîjbilind di dêst wî da bû ku yek ji wan ku xweyê vê navnîşanê bû Isaac Newton e. Lê belê tu car nebû akademîsyenekî edetî û ji dersgotinê zêdetir bi projeyên xwe ra mijûl bû.
Hişê pratîk ê Charles Babbage, bûye hokarê hindê ku di warên cihêreng da îjadên berceste peyda bibin
*Pîlot(Cow-Catcher): Di sala 1838an da vê çarçoveya metal îjad kir ku mirov bi pêş lokomotîvan va dike da berbestan ji rêhesinê rake. Ew sêwira han nenihêrê vê yekê ku sade bû lê belê pir sûdbexş bû. Wisa kir ku asayîşa rêhesinê zêde bibe
*Oftalmoskop: Nenihêrê vê yekê ku ji boy pişkinandina toreçavê(retîna) amûra navborî îjad kir, cîhana tibê ya vê dewrê bi vê îjadê nehesîya. Dûra ji alîyê Hermann von Helmholtz va bi awayekî serbixwe serjinû hate îjadkirin.
*Krîptografî: Kodê Vîgenêre şikand ku heta hingê kodeke neşikestî dihate qebûlkirin.
Mijarên cihêreng î berfireh ku eleqa Charles Babbage pê hebû wisa kir ku şîyana xwe ya têgihîştina sîstemên aloz û optîmîzekirinê bi pêş va bir û şîyana hindê di projeya makîneyên mekanîk ên hesabkirinê da xwe daye der. Babbage bawerîya xwe pê anîbû ku takerêya jinavbirina kêşeya xelatkirina mirovî, îjadkirina amrazekê ye ku proseya hesabkirinê ji binî va biotomatîk bike.
Bizêvgera Kêmanî(Difference Engine): Di projeya hesabkirina otomatîk da gava pêşî, Babbage di sala 1822an da dest pê kir li ser Bizêvgera Kêmanîyê bixebite da ku vîzyona xwe cîbicî bike. Mebesta xwe ew bû ku rêbaza kêmanên bidawî îstîfade bike da nirxên fonksîyonên polînomî bi şêwazeke otomatîk hesab bike. Rêbaza han, bi berkêmkirina kirarîyên carîn û parînê yên aloz bo zincîreyeke kirarîyên komanê, vê proseyê hêsan dikir da xeletîya mirovî bi dawî were. Projeyê han, ji bo teknolojîya vê dewrê mebesteka pir mezin bû. Wisa dihat bîrlêbirin ku bizêvgereka temamkirî 25.000 pêkhateyên xwe hebe û wezna xwe jî 15 ton be. Her çendî Babbage ji Hikûmeta Îngîlîz foneke baş rakiribe, fonên hikûmetê hate birandin her wisa ji ber hokarên wek nakokîya darayî û kesî û pevçûnên şexsîyetî li gel serendezyar Joseph Clement ew projeyê mezin tu car temam nebû.
Bizêvgera Analîtîk: Bercestebûna Têgehî Ya Kompîterên Modern; Paşekişeyên di projeya bizêvgera kêmanîyê da Babbage bêzar nekir; berevajî, berê wî da ramaneke culhetkeranetir: Bizêvgera Analîtîk(Analytical Engine). Makîneya han, eqsê Bizêvgera Kêmanîyê ku tenê dikare cureyekê dîyarkirî ya hesaban encam bide, derbasbûna ji merhaleya arîtmetîka mekanîkî berev hesabkirina mebestgiştî dinima.
Vîzyona Mezin: Avakirina Dahatûya Jimartinê
Kêşeye xeletkirina mirovî û geryana li pey çareserîya mekanîk, di sedeya 19an da pişta xwe pir bi xişteyên matematîkî va girê dabûn ku wekî zanist, endezyarî, keştîvanî û bazirganî û logarîtmayê, hesabên aloz tê da hebûn. Lê feqet wan xişteyan ji alîyê wan mirovan va bi destan va dihate hesabkirin ku ji wan ra "kompîter" dihat gotin. Proseya han, pir giran û zehmet bû her wisa pir xeletî tê da dihate dîtin. Xeletîyeke biçûk dibe bibûya hokarê vê yekê ku keştîyek rêgeha xwe lade û projeyekê endezyarîyê şikeste bixwe. Babbage bawerîya xwe pê anîbû ku takerêya jinavbirina kêşeya xeletkirina mirovî, îjadkirina amrazekê ye ku proseya hesabkirinê bi temamî biotomatîk bike.
Bizêvgera Kêmanî(Difference Engine): Di projeya hesabkirina otomatîk da gava pêşî, Babbage di sala 1822an da dest pê kir li ser Bizêvgera Kêmanîyê bixebite da ku vîzyona xwe cîbicî bike. Mebesta xwe ew bû ku rêbaza kêmanên bidawî îstîfade bike da nirxên fonksîyonên polînomî bi şêwazeke otomatîk hesab bike. Rêbaza han, bi berkêmkirina kirarîyên carîn û parînê yên aloz bo zincîreyeke kirarîyên komanê, vê proseyê hêsan dikir da xeletîya mirovî bi dawî were. Projeyê han, ji bo teknolojîya vê dewrê mebesteka pir mezin bû. Wisa dihat bîrlêbirin ku bizêvgereka temamkirî 25.000 pêkhateyên xwe hebe û wezna xwe jî 15 ton be. Her çendî Babbage ji Hikûmeta Îngîlîz foneke baş rakiribe, fonên hikûmetê hate birandin her wisa ji ber hokarên wek nakokîya darayî û kesî û pevçûnên şexsîyetî li gel serendezyar Joseph Clement ew projeyê mezin tu car temam nebû.
Bizêvgera Analîtîk: Bercestebûna Têgehî Ya Kompîterên Modern; Paşekişeyên di projeya bizêvgera kêmanîyê da Babbage bêzar nekir; berevajî, berê wî da ramaneke culhetkeranetir: Bizêvgera Analîtîk(Analytical Engine). Makîneya han, eqsê Bizêvgera Kêmanîyê ku tenê dikare cureyekê dîyarkirî ya hesaban encam bide, derbasbûna ji merhaleya arîtmetîka mekanîkî berev hesabkirina mebestgiştî dinima. Bizêvgera Analîtîk, konsepta temamîya pêkhateyên serekî ya kompîterên modern li xwe digirt:
*Programsazîya bi kunekartan(punch cards): Her çawa ku tevna Jacquardî bi kar anîbe da nexşeyan kontrol bike, Bizêvgera Analîtîk jî dê bi wasiteya kunekartan rênima wergirtana. Vê yekê wisa dikir ku makîne ji bo wezîfeyên cuda ji nû va were programsazkirin.
*Depoyek ji bo hilgirtina hejmaran(Bîrgeh/RAM): Yekeya bîrgehî a terxankirî ji bo hilanîna hejmar û encamên navîn
*"Aşek" ji boy hêrandina hejmaran (Rêkxer/CPU): yekeya kiryarî ya navendî ye ku li ser hejmarên ji depoyê hatîye wergirtin kiryarên arîtmetîkî encam dide.
Rola Ada Lovelace:
Reng e ew kesê vîzyona şoreşgerane ya programsazê ewil Babbage ji xwe baştir têgihîştibe, matematîknas Ada Lovelace bûbe. Lovelace, di wan xebatan da ku li ser bizêvgera analîtîk kiriye, pê va wisa eyan bû ku potensîyela makîneyê ji tenê hesabkirinên arîtmetîk zêdetir bû. Elgorîtmayek nivîsî ku detayê dide wan hengavan ku gerekê makîne bi cîh bianîya da hejmarên Bernoullî were hesabkirin. Ew xebata wê di mêjûyê da yekem programa kompîterî tê qebûlkirin û wisa kir ku Ada Lovelace navnîşana "Yekem Programsaza Kompîterî ya Cîhanê" bi dest va bîne. Gotina binavûdeng ya Lovelace potensîyela Bizêvgera Analîtîk bi zimanekî şaîrane xulasa dike wekî:
"Bizêvgera Analîtîk nexşeyên cebrî dirêse çawa ku tevna Jacquard gul û pelan dirêse."
Makîneyên Babbage wisa bûn ku lîmîtên teknolojîk ya serdema xwe diqelaşt. Her çendî nehatibin cîbicîkirin, planên hûrgilîdar û çarçoveya konseptî ku piş xwe ra hişt, ji bo nifşên dahatûyê îlhambexş bû. Her wisa bû binyada dewra dîjîtal.
Xebtûkoşên Şexsî û Profesyonel
Li paşxaneya bilîmetîya Charles Babbage, dirêjahîya temena xwe trajedîyên şexsî yên giring, neomêdbûna pîşeyî û hin caran mirovek hebû ku li gel xisletên xwe yên şexsî ên ekzantrîk têdikoşa. Zehmetîyên han, li gel vê yekê ku qalib dida xîret û vîzyona xwe, her wisa li pêş projeyên xwe kendûkosp peyda dikir.
Babbage, di sala 1814an da li gel Georgiana Whitmore zewicî û 8 zarokên wan çêbû. Lê beleê ji ber şertûmercên dijwar yên serdema Vîktorya, ji wan zarokan tenê Benjamîn, Georgîana, Dugald û Henry gir bûn. Nexasim sala 1827an ji boy Babbage sala perîşanîyê bû; di vê salê da bavê xwe, hevsera xwe Georgîana û zarokê xwe ya duyem Charles û lawê xwe Alexander ku nû jidayik bûbû bi axê spart. Vê yekê, di jîyana wî da dewseke kûr û mayînde danî.
Bizêvgera Kêmanî ku mezintirîn projeya Babbage bû, her wisa mezintirîn neomêdî bû ji bo Babbage. Nenihêrê vê yekê ku ji hikûmatê bi 17.000 sterlînan pare wergirt ku ji bo ê dewrê gelekî pir bû, ji ber zehmetîyên teknîkî, lêçûyên demadem zêde dibûn û milmilaneyên şexsî proje temam nebû. Ji ber dubendîyên li gel çend şexsên karîger wekî nexasim stêrknasê şahanî ya wê hingê George Biddel Airy, zehmetî peyda bû ku ji bo projeyên xwe alîkar bibîne.
Babbage xweyî siruşteke deqerû û polemîkxwaz bû. Qet jê nedipelikî ku rexne li sîstema cîhana zanistî bigire. Bi wasiteya berhema xwe ya bi navê "Reflections on the Decline of Science in England" bi zimanekî giran rexne li Encûmena Şahanî(Royal Society) girt. Ji bo meseleyên civakî jî heman helwestê girt.
Mîrate: Esasên Dewra Dîjîtal
Di sala 1871an da dema Charles Babbage serê xwe danî ser axa sar, mezintirîn xiyalên wî ji çend parçeyên metal ên temamnekirî û çend xetkêşana hûrgilîdar pê va ne tiştekî din bûn ku li kargeha xwe cîh digirt. Lê belê hêza ramanên xwe, dema makîne tune bûn jî rojbiroj hate tesdîqkirin û mîrateyeke mayînde hişt ku cîhana îroyîn guherand.
Di sala 1991an da ji bo xatirê salewexta wî ya 200an a jidayikbûna wî, endezyarên Mûzexaneya Zanistî ya Londrayê Bizêvgera Kêmanî ya Charles Babbage ava kir. Vê mekanîzmaya qerase, bêkêm û noqsanî xebitî û heta 31 heb xaneyan encameke rast pêk anî. Serkeftina han wisa nîşan kir ku teorîya sêwirana Babbage qewî ne û sebeba hindê ku proje nîvco ma ne ew bû vîzyona Babbage qels bû belkî ew bû ku kendûkospê polîtîk û fînansî hebû.
Hokarê hindê ku navnîşana "Erbabê Kompîteran" ji Babbage ra layiq hate dîtin ne reqamûran bû ku Babbage ava kiribû, belkî nûvedana konseptî û telarsazî bû ku binyada kompîteran pêk dianî. Ramana qabilê-programsazî,
têgeha reqamûr û nivîsbarîyê jev vediqetand û her wisa avanîya Bizêvgera Analîtîk ku dabeşkirî ye bi ser "aş" (CPU) Û "depo" (bîrgeh) va, serekê mekanîk ya telarsazîya kompîterên îroyîn e.
Navê Babbage, wekî Enstîtûya Charles Babbage ji navendên vekolanê yên giring ra û ji kiraterekê hîvê ra hatîye dayîn. Wisa lê hatîye ku Babbage bibe îkonek ji boy ekolên kûltûrî wek steampunk ku cîwankarîya serdema Vîktoryayê li gel teknolojîyên fûtûrîstîk yeksan dike. Nîveka mejîyê Babbage li Mûzexaneya Hunterîa a Londrayê, nîveka wî jî li Mûzexaneya Zanistî ya Londrayê tê pêşandan.
Charles Babbage bilîmetekî yê li pêş serdema xwe bû ku jîna xwe terxan kiribû da bi wasiteya alavên mekanîk, lîmîta zîrekîya mirov biqelêşe. Ew ne bes matematîknas yaxûd îjadkerekî bû, belkî fûtûrîstek bû ku pêşbînî kiribû ka çawa teknolojî potensîyela mirov berfirehtir bike, keda zêhnî ya mirovî çawa bê biotomatîkkirin û çawa li ser zanînê binyada civakê were dayîn. Her çendî makîneyên xwe bêdeng mayîbin, fikrûplanên xwe ku pişt xwe ra hişt, çirûskên agirê şoreşa dîjîtal hildigirt ku li sedsala bê dê pê biketa.
Meseleya Babbage, derseke îlhambexş e ku nîşan dike reng e ramanên mezin hemasa di dema xwe da nehatibe têgihîştin û reng e heta vîzyonek berhemên xwe bide gelek nifşan derbas bûbe. Mîrateya wî ne di çerxên netemamkirî da ne, belkî di wan risteyên kodan yên nedîyar û rêkxeran da ne ku îro çerxa dinyayê digerînin.