Chuck Palahniuk di pirtûka xwe ya "Koma Şerî" de, li dijî civaka serfkariyê, nirxên dinyaya nûjen û krîza lêgerîna wateyê bi serîrakirina Tyler Durden derdikeve. Di vê serîrakirinê de em dikarin di navbera Tyler Durden û mirovê raser ê Nietzsche de têkiliyek kûr a felsefî bibînin. Gelo bi rastî jî Tyler mirovê raser ê sedsala 21an e? Ji bo em vê pirsê bibersivînin divê em hinekî bi kûr lê felsefeya wan baş binêrin û em analîzek baş ji her duyan derxînin.
MIROVÊ RASER (Übermensch)
Em analîza xwe pêşî ji mirovê raser ê (Übermensch) Friedrich Nietzsche dest pê bikin. Têgeha mirovê raser a Nietzscheyî, di pirtûkên wî yên li ser exlaq û nirxan de, cihek gelek girîng digre. Wextê Nietzsche digot "XWEDÊ MIR" di heman demê de dixwest bibêje ku pergalên exlaqê û nirxan li ber mirinê ve diçin. Wî wisa bawer dikir, piştî mirinê, bi navekî din hilweşînê, divê mirov xwe û nirxên heyî ji nû ve ava bikin. Di vê avakirinê de jî mirovê raser di asta herî bilind de cih digre. Ew sembolek e ku nirxên xwe diafirîne, xwe azad dike, îradeya xwe şanî dinyayê dide û wateya jiyanê diyar dike. Her wiha ew hemû nirxên kesane û civakî yên hatine çêkirin xem nake û dibe afirînerê jiyana xwe.
TYLER DURDEN Û MIROVÊ RASER
Beriya dest Tyler bikim divê behsa kesekî din bikim. Navê wî ne diyar e lê em ê jê re bibêjin serleheng. Tyler Durden, ji hişê serlehengê me jidayîk dibe. Lehengê me li gorî Tyler mirovekî çep e. Ji çepê qesta min jî mirovek ne ji mirovên serdema xwe ye. Ew xwediyê gelek taybetmendiyên mirovê raser ê Nietzscheyê ye. Tyler hemû rêzik û nasnameyên ku ji aliyê civakî ve hatiye pejirandin red dike û ji bo mirov ji wan rêzik û nasnameyan, xwe xilas bike ji wan re rêyek xirakar ava dike. Armanca Tyler ew e ku mirovan jê xulamtiya civaka serfkariyê xilas bike û bê tesîra civakî, bikaribe mirov xwe ji nû ve pênase bikin. Bi van sedeman Tyler wekî mirovê raser ê Nietzscheyî, dixwaze pergalên nirxên heyî ji holê rake û hişmendîyeke nû li mirovan zêde bike.
Belê, Tyler bi rêya Koma şerî û projeya mayhemê dixwaze mirovan ji xew rake. Tyler Durden, wekî li pey gotinên Karl Marx ên "ji bo hilweşîna kapîtalê, zorî (di hin cîhan de min wek xwînê jî dît) hebe divê bê kirin" dimeşe. Li gor Tyler beriya ku hin tişt şîn bibin, divê pêşî bişewitin. Li gor îdeolojîya Tyler, mirov ji bo dinyayê biguherîne û pergalek nû ava bike divê çavê xwe ji tiştekî netirsîne. Heta ji Xwîn û hilweşînê jî...
Li gor Tyler êşkişandin û xwewendakirina, mirov pêş dixe. Çimkî tiştekî ku êdî mirov wenda bike tune be, mirov wê demê dikare her tiştî bike. Lê her tişt li gor dilê Tyler nameşe. Piştî cihekî hêza wî ewqas mezin dibe ku êdî ew hêz ne di destê wî de ye. Tylerê ji ber azadîya mirovan hewl dida, kir ku ji xwe re xulamên meymûn(!) biafirîne. Ew kesê ku digot ji aliyê civakê ve em wekî Meymûnan tên hesibandin di pergala xwe de jî meymûnên nû afirand. Lê dîsa jî Tyler Durden, di jiyana modern de, bi rastî jî wekî mirovê raser e. Hewla wî ya têkbirina nirxên heyî, wî nêzîkî mirovê raser dike lê ji ber avakirina dîktatoriya nirxên xwe , dikeve nav nakokiyeke. Lê dîsa jî ji bo fêm kirina mirovê raser Tyler mînakek baş e.
NAVEROKA PIRTÛKÊ:
Serlehengê me di jiyaneke monoton û bêwate de li pey pirsa jiyanê diçe. Ev rêwîtîya hanê, dike ku bikeve nav çalekê kûr. Ji ber ku di jiyana modern de, ew bi ti tiştî kêfxweş nabe û valahiya jiyanê rihê wî teng dike. Di vê qeyrana hebûnê de, ne tenê bêwatebûna jiyanê, di heman demê de lêgerîna mirovî ya ji çêbûne ve tê, dihêle ku em dinyaya lehengê me baştir bihizirin. Pirtûk kêşeyên serlehengî, him ji aliyê Metaforan him jî ji aliyê zimanekî îronîk ve baş dide xwendin û êşên mirovên sedsala 21.an jî bi neqşên wêjeya binerdê (tarî) pirtûkê baş dixemilîne. Her wiha di dawiyê de pirtûk guherîna îdeolojiyan dixe nav çavên xwîneran û dihêle rêwîtîya bi anarsîzmê dest pê dike, çawa bi faşîzmê re xilas dibe. Her wiha kêmasiya hebûna Xwedê û lêgerîna wateya jiyanê her ku diçe lehengê me dixe nav valahiyek kûr. Ev valahî, di rihê wî de birînek vedike û dînamîkên jiyana modern jî her diçe devê birînê kûrtir dike. Êşa rûhî jî dike, ji aliyê fîzîkî û rûhî ve binerdê ve biçe. Li gorî wî ew xwediyê çi bibe bila bibe, di bêwatebûna jiyanê de ew kêrî tiştekî neyê û wê ti tişt di vê jiyana bê wate de wî tatmîn neke.
Ji sahneya di bin bodroma barê de, Tyler di derbarê komê û jiyanê de tiştan digot min sehneyek ku behsa Nietzsche dike amade kir.
TYLER, DI RÊYA NIETZSCHEYÎ DE...
Di bodromeke bi toz a avahiyek kevn de, di nav qolonên zirav û dîwarên şil de, komeke zilam bê deng li benda xilaskarê xwe disekinîn. Her yek ji wan, ji xwe re dibêjin "gelo em li vir çi dikin". Gelekî wan nedizanîn bê ka çima li wir in. Lê ji tiştekî bawer bûn, tiştê ku Tyler Durden dê ji wan re bibêje dê jiyana wan, wekî her carî, dê biguherîne.
Tyler di nav tariyê de, ji bo wan mirovan, wek ronahiyê biriqî. Tyler hêdî hêdî meşiya û bi kena xwe yê marjînal silav da wan. Saqoyê wî yê sor, gelek bal dikişand û dikir ku çavê mirov ji ser ranebe. Ew ji bo mirovên li wir, wek peyamberekî bû. Tyler çavê xwe danî ser wan û hêdî hêdî li dora wan meşiya. Tyler dengekî kûr û bi bang dest axivînê kir. "Hûn dizanin îro em li vir çi dikin? Em ê bi destê xwe, xwe hilweşînin. 'Wekî ku Nietzsche jî gotiye, divê afirîner herî pêşî tune bikin.' Em ê jî wê bikin. Em ê xwe tune bikin da ku em dîsa werin vejandin."
Tyler kenê xwe kir û bêdengî têkbir. “Hûn dizanin gidîno, ew dixwazin, em bibin meymûnên fezayî. Ew biryaran didin, em jî wekî wan dikin. Ew dibêjin bikin, em jî dikin. Ew dixwazin me bişînin fezayê û bi tenê li wir bimirin. Ji ber ku berê Meymûn ji bo ceribandinê dişandin fezayê. Li ber çavê wan ti nirx û girîngiya me tune ye, tekane tişt heye ji bo wan ew jî berjewendiyên wan in. Lê ti carî em ê vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku em ne meymûnên fezayî ne. Em ew zindî ne ku li ser rêya mirovên raser in û em ji kaosê hatine afirandin. Divê em qedera xwe bi destên xwe binivîsin, ne bi destê mirovên ku dixwazin me bikin meymûnê fezayî.”
Hin ji mêran bi van gotinên îronîk keniyan, hinên din jî ketin nav ramanên kûr. Tyler li reaksiyonên wan temaşe kir, paşê bi dengekî bilind berdewam kir. "Bûyîna meymûnê fezayê tê wê wateyê ku em ê bibin mirovên ji pergalê. Lê em dê ne tenê xwe, em dê vê pergalê jî hilweşînin. Ew dixwazin ji me koleyan biafirînin lê ti carî em ê vê qebûl nakin. "Em ê nirxên xwe bi xwe biafirînin û em wateya xwe bi xwe bibînin."
Dengê Tyler di nav odeyê de olan dida. Her peyvekî wî di nav odeyê de him bêdengîyek him jî ronahiyek dianî. Tyler her diçû bi hêrstir dibû û bi vê hêrsê berdewam kir. "Lê jibîr nekin." wî çavên xwe li ser her kesî yek bi yek bir û got: "Ev şerek e. Em bi xwe re, bi zeîfbûna xwe re û bi zincîrên ku civak avêtîye li ser me re, şer dikin. Wekî Nietzscheyî gotiye ev şer, şerekî rûhanî ye. Wextê me vê şerê qezenc kir êdî em ê nebin meymûnên fezayî. Em ê bibin mirovê ku ji kaosê vejiyayî, mirovê ku rêya xwe bi xwe amade kirî."
Tyler, gelek ji Nietzscheyî feyz girtibû û wî dixwest gotinên Nietzscheyê empozeyî kesên li wir bike. Kesên li wir jî gotinên Tyler bi kêfxweşî godarî dikî.Di her gotinên Tyler de ew şa dibûn û bawerî pê dikirin. Tyler hinekî din cidî bû û got: "Xwe kuştin" zilamên li wir bê deng man û bi awayekî cidîtir lê Tyler guhdar kirin. "Xwekuştin, xilasiya ji bûyîna meymûnên fezayî ye. Divê em nirxên dînî û exlaqî bikujin û ji ser xwe biavêjin. Wê demê em ê, jixwe xilas bibin. Lê jibîr nekin ev tenê destpêkek e. Hembêza kaosê, wêrekîyeke mezin dixwaze."
Tyler hinekî sekinî, wisa dixuyî, wî dixwest hinek dem bide wan û bila li ser gotinên wî bifikirin. Tyler hêdî hêdî dihat ser meseleyê. "Mirovê raser, ji bo xwe ava bike divê xwe tune bike. Û ev tunekirin divê ne tenê laşî be, divê di heman demê de rûhanî be. Piştî me, xwe bi her awayî kuşt, tunekir, hilweşand wê demê êdî em ê azad bibin û em ê xwe bibînin. Hebûna me yê rastî, wê ji hemû qaliban veqete û ji hemû zincîran xilas bibe" Tyler hinekî sekinî û kûr fikirî. Çavê wî li jor berdewam kir. "Piştî em di vî şerî de serbikevin, em ê li pişt xwe binêrin û em ê vê ferq bikin. Em ti carî ji holê ranebûn tenê em veguheriyan. Ev veguherîn, ne tenê qedera me, wê qedera dinyayê jî biguherîne. Ji ber ku raserîya mirov, ew tişt e ku tenê mirovî ji xwe xilas nake di heman demê de dike ku pergalek nû ava bike."
Tyler, piştî gotinên xwe xilas kir, çavên xwe girt. Bêhneke kûr stend û gotinên xwe yê dawîn bi dengekî bilind wisa got. " Serkeftina herî mezin, ew serkeftin e ku mirov xwebixwe bike. Ev serkeftin me ne tenê ji meymûnê fezayî xilas dike û di heman demê de dike ku em bibin mirovên raser. Her wiha dike ku em jîyaneke hêja bijîn. Jibîr nekin JIYANA ROJEKE BI RÛMET, JI JIYANA SALAN a BI KOLETÎ ÇÊTIR E." (:
Tyler êdî dengê xwe nekir û ji qarabalixê dûr ket. Piştî çû gotinên wî, di nav bodromê de olan dida. Hinekî wan gotinên Tyler difikirî û heq didayê hinekî wan jî zêde tiştek jê fêm nekiribû. Lê di dawiyê de tenê tiştek di hişê wan de hebû. Gelo di şerê bi xwe re de, ez ê bi ser bikevim an na?Dawiya min mirovê raser e an meymûnên fezayî ne?..."
EGZISTIZYALIZM Û KOMA ŞERÎ:
Ez dixwazim hinekî li ser egzistizyalizmê bisekinim. Dema min pirtûkê xwend ji aliyê qeyrana hebûnî ve, neqşên egzistizyalizma camus zêdetir ya sartre baştir hat li ber çavê min. Di pirtûkê de serleheng qeyranek egzistizyalizmê a bi mehan dijî, heta sibehê nikare rakeve û bi çavên tijî xew, diçe kar û tê. Ev bûyer bi mehan wisa berdewam dike. Dema em bi kûrahî lê dinêrin em dibînin ev krîz krîzên hebûnî yên modern ên felsefeya sartre ne. Têgeha Jean-Paul Sartre bêçaretîya egzistizyalizmê (angoisse) di rûyê serlehengê me de baş diyar dike. Dema Sartre digot "hebûn bixwe bi xwe re barek û berpirsyariyan tîne" dixwest bibêje ku divê mirov li pey azadiya xwe biçe û bizane ji bo çi hatiye dinyayê û kî ye. Ev azadî jî, pêwîst e ku mirov nasnameyek jixwe re ava bike. Di pirtûkê de jî, ev mesele tê ber çavê me. Her dixwaze ji xwe re wateyek nû bibîne û nasnameyek ava bike jî, di dawiyê de li bin van mesuliyetan de dimîne. Jixwe sedema hemû êşa wî jî ev e. Êşek jî hebûnê...
Li gor sartre mirov di jiyana xwe de, wateyeke ku berê hatibe dayîn nikare bibîne. Li gorî wî bi ti awayî mirov wateyek nikare bibîne. Ji ber vê jî divê ew wateyek nû ava bike. Di pirtûkê de jî serlehengê me, bi heman qeyranê re şer dike. Ew bi meteryalizma civaka modern re di nav şerekî bê dawî de ye û di civaka serfkirinê de asê maye. Serlehengê me bi saya Tyler, dixwaze vê valahiya hebûnê tije bike û bi wî bikeve li pey lêgerîneke nû ya wateya jiyanê. Her çiqas ne di destê serlehengê me be jî, em dibînin ku di nav dinyaya xwe de ew wateyek nû ava dike. Em di vir de jî him felsefeya Nietzsche him jî felsefeya sartre dibînin. Her du jî dibêjin ji bo mirov xwe nas bike divê zincîrên piyê xwe bişkînin, wateyek nû û nirxên nû ava bikin. Li gor sartre, pêvajoya xwenaskirina mirov kesertijî ye ji ber ku di vê wextê de mirov bi bêwatebûna jiyanê û bi şertên vê azadîyê re rû bi rû dimîne. Ev yek jî gelemperî bi awayekê dilşkestinê bidawî dibe.
Pirtûka koma şerî gelek taybetmendiyên wêjeya binerdê di nav xwe de dihewîne. Wêjeya binerdê jî ew tişt e ku çîroka mirovên ji civakê hatine dûrxistin û mirovên fikrên wan nehatine qebûl kirin vedibêje. Ev cureya wêjeyê, nirxên mirovî û civakî rexne dike, dema mirov dixwîne jê aciz dibe û wan ji cihê xwe yê rihet de aciz dike. Koma şerî van dînamîkan di nav xwe de li dijî dinyaya modern gelek baş dineqişe.
Wext wexta Tyler Durden e. Tyler di jiyana serleheng de wek mirovekî xilasker derdikeve pêşiya me. Her çiqas tyler ji bo lehengê me mirovekî xilasker bê xuyan jî di dawiyê de wê ferq bike ku tyler rêya mirina wî amade dike. Her wiha lehengê me ji tyler re gelek hestên curbicur dijî. Di serî de her çiqas wek heyranê Tyler be jî, ji azadiya Tyler difikire hêz bike û jê serxweavetina nirxên civakî heyranî hestbike jî di heman demê de ji karektera wî yê tunekirinê û hêza wî yê avakirina kaosê ditirse. Jixwe di pirtûkê de, nivîskar vê meseleyê wisa kurt kiriye." Tu ew kesî ku kesê ez dixwazim bibim tu yî. Her tiştê dixwazim li bal te ye lê tiştek wisa heye ez nikarim bibim wek te" dema em di vê çarçoveyê de dinêrin, Tyler ji bo wî mirovek bihêz e lê di heman demê de ew kes e ku bi ti awayî nikare bikeve şûnê. Ger bikeve helwesta bûyîna wek tyler divê hemû kokên xwe wenda bike û divê mirovatîya xwe têk bibe.
Tyler tyler... Ez tyler wek hesta çiqas xelet be jî mirov dixwaze bike nav lê dikim. Tyler mirin e, xwestin e, evîna qedexe ye, hilweşîn e, şehwet e, vîn e, arezû ye. Gava tu derdikevî li ser xanî û di nav te de dengek dibêje xwe ji vir biavêje, ha ew hesta mirinê tyler bixwe ye. Carinan dimeşî mirovek talûke dibînî dibêjî ez dixwazim vê/î mirovî/ê bikujim, ha ew xwestin tyler bixwe ye. Em ji mirovekî, ne li gor xwe hez dikin û evînek qedexe dixwazin bijîn ha ev evîna qedexe tyler bixwe ye. Yanî bi kurtasî di nav me hemûyan de Tylerek heye. Hinên me dikare wî di nav xwe de gelek baş veşêre, hinên me jî nikare û dibe sedema çûnûhatinan.
Koma şerî ji aliyê Serleheng an jî Tyler hatiye avakirin, li dijî dinyaya modern serî rakirinek e. Ev kom, tiştên ku di nav xwe de hiştine, wek acizî, nefret û dilşkestinê vedişêrin. Di vê komê de di heman demê de li dij maskulenîya ku nûjen empoze dike derdikeve. Bi taybetî di vir de pirtûk gelek şaş tê fêmkirin. Di vê komê de, him jî aliyê fîzîkî him jî ji aliyê rûhî ve divê mirov xwe keşf dikin û di vir de ti rêbaz, zagon tune ne. Mirovê ku li derve patron be jî yê xulam be jî di vê komê de di heman astê de ye. Lê ew azadiya ku komê dane her ku diçe li ber faşîzmê ve diçe. Di rêberiya tyler de ev kom ji azadiya kesane derbasî rejîmek dîktatorî. Tyler bi navê meymûnên fezayî têgehek tîne û bêsedem û bêfikr ev meymûn baweriyê li Tyler dikin. Kesên êdî bûne meymûn ew azadiya ku xwe kifşkirinê Tyler berevajî kir û kir ku êdî hişê xwe bikar neynin û li gor rêzikên tyler jiyana xwe berdewam bikin. Ez hinekî tyler di vê mijarê de dişibînim Hassan Sabah, Meymûnan jî fedaîyên Hassan Sabahî.
Dema em baş lê dinêrin dibînin ku bi rastî jî gelek dişibin meymûnên Tylerî. Her du jî ji ber êrîşên civakî, serî rakirine û xwestine guherînên radîkal pêk bînin. Her wiha Gotinên Hassan Sabah ji bo wan fedaiyan çi bin, ji bo wan Meymûnan jî ew gotin yek in. Her du jî bêveger û bêfikirin ramanên wan qebûl dikin û her du jî çi xwestibin bêsedem wê dikirin, li dij jiyana xwe be jî...
Ger em werin dawiya nivîsê, em dikarin nivîsa xwe bi van gotinan bidawî bikin. Koma şerî, êşa hebûne ya ku dinyaya nûjen bi xwe re aniye û dînamîkên wêjeya binerdê vedibêje. Ji ber vê yekê pirtûkek mirov aciz derdikeve pêşiya me. Şerê Serleheng ê navxwe, felsefeya Tyler a ku xirabker û hebûna Marlayê ya ku tam nayê fêm kirin, çêjek bitehm li pey xwe dihêle. Serîrakirinek bi anarsîzmê destpê dike çawa bi saya hêzê dibe tevgerên faşîzmê. Lêgerîna azadiyê, dibe zordarîya li ser mirovan. Di dawiyê de, dawiya projeya wan de gelek hestên cur be cur derdikevin holê.
Di pirtûkê de gelek Metaforên xweş hene, yek ji wan jî sabûn e. Wekî hûn dizanin sabûn ji bo paqijî û pak bûnê tê bi kar anîn. Felsefeya sereke ya pirtûkê jî xwe ji civak paqijkirin e. Bi heman awayî sabûn ne di wateya xwe yê resen de, zêdetir ji bo rûreşîya civakî hatiye bikar anîn. Wextê tyler behs dike ku sabûnan çawa çêdike, dibêje ez sabûnan ji donê mirovan çêdikim. Dema em pirtûkê dixwînin em dibînin li cihên (liposuction) ango donstendinê, donên mirovan didizin. Ev donên ku ji zengînan ji bo zeîf bibin tên stendin ji destê tyler wekî sabûn derdikeve û dîsa donê wan difroşe wan. Di vir de îroniyek gelek baqilane heye. Ji ber ku ew zenginên ku donên xwe wek tiştekî zêde dibînin û bi buhayek mezin didin, ji serde bi buhayek bilind bi veguherîna sabûnê donên xwe dîsa dikirin. Di vir de jî em dibînin mirovên zengîn di vê pergala kapîtalîst de bermayîyên xwe jî dikarin bi awayekî din dikirin.
Nizanim çima nivîs ewqas dirêj bû, hin çend meseleyên din jî hebûn ên min negotî. Di şerê we yê rûhanî de ji we re serkeftinan dixwazim.