wextê mora heftemîn vebû, li asîmanê nîv saet bêdengî çêbû." wehî8:1
ev mor, nîşana qiyametê ye. jixwe dema we vê beşa Încîlê xwend hûn ê bibînin derhênerê fîlmê di dawiya fîlmê de yek bi yek behsa wan ayetan kiriye. ger em werin ayetê jî, berîya ku xwedê hukma xwe ya qiyametê bi heft firişteyên xwe bide, di gerdûnê de wê bêdengiyek mutleq wê derkeve holê. fîlm jî di vê bêdengiyê de diçe û tê. şovalye li pey rasteqîna teqez e, lê dengek nabihîse, xwedê napeyive. mirovan digere ku bersivên pirsên xwe bibîne, lê nabîne. şovalye di vê bêdengiyê de ji xwe re dipirse ger xwedê bersiv nede, dawiya hebûnê mirinek trajedîk e.
em vê fîlmê bi taybetî bi sehneya şovalyeya bi mirinê re kişikê dilîze dizanin lê fîlm ji vê sehneyê wêdetir e. di nav xwe de têra xwe metafor, raman dihewîne. fîlm behsa trajedîya hebûnî, bêçarebûna mirovî ya li hemberî bêdengiya xwedê, xwesteka bazariya li mirinê re û bêhêvîbûna mirovî ya li hember endîşeya hebûnê dike.
fîlm li ber behrê destpê dike, antonius block û hevrêyê wî jons ji şerên xeçperestan vegerîyane û dixwazin vegerin malê. cihê ku lê hatine, êdî ne ew cih e. belê war ew war e, lê êdî bihar ne ew bihar. êşa webayê xwe şanî daye û mirov kom bi kom li ber webayê têk çûne. miriyên mirovan li ser rêyan kom bûne, mirov terka xwe ji gundan kirine. mirovên ku dijîn jî di vê fikrê de ne ku dibêjin qîyamet nêzîk e û xwe teslîmê êşê dikin. dinya tarî dibe û mirin xwe şanî dide. bergman mirinê bi reşê xemilandiye û rûyê mirinê jî tenê kiriye spî. mirin bi rastî hinek jî tinazker e. wekî ku henekê xwe dike. mirin derdikeve li pêşiya antonio block û block jê re dibêje tu kî yî ew dibêje ez mirin im. dibêje zû de ye lê pey te me. antonio vedigere û dibêje dizanim. bi rastî diyalogên di vê sahneyê de derbas dibin, endîşeya mirovî ya hebûnê li hemberî mirinê temsîl dike. şovalye ji mirinê re teklîfa kişikê dike. dixwaze hinekî dem qezenc bike li ber mirinê. ger qezenc bike dê mirin dev jê berde lê ger qeyb bike dê xwe teslîmî mirinê bike. ji ber ku mirin dawiya vê lîstikê dizane vê teklîfê qebûl dike.
van taliyan ez pirtûkên li ser hebûnperestiyê gelek dixwînim û di vê fîlmê de sehneyek wisa hebû ku wekî min ji wan pirtûkan yekî dixwend hest kir. ez dixwazim vê sahneyê bi we re parve bikim û em li serê hinekî hûr bibin.
antonio block tê dêrêke û gunehên xwe paqij bike. hinekî diaxive û texmîn dike kesê ku li kêleka wî ye keşe ye. lê nizane bi mirinê re diaxive.
+ez dixwazim hemû gunehên xwe di dilê xwe paqij bikim. heta ku ji min tê ez dixwazim dilê xwe ji te re vekim. lê dilê min bi rastî vala ye. ev valahî wekî eyneyekî ye ku rûyê min tê de tê xuya. ez tê de xwe dibînim. dilê min bi tirs û bi nefretê tije ye. bi saya bêhesasîya xwe, min xwe ji mirovan dûr xist. niha jî ez di dinyaya xeyaleta de dijîm. di xeyalên xwe û xewnên xwe de êsîr mame.
belê şovalye di vir de ne tenê ji mirinê, ji wateya mirinê jî ditirse. wextê li ser hebûna xwe difikire her tiştê li derdora xwe wekî siyekî xuya dibîne. di nav dinyaya xeyaletan de asê maye. ne dikare bijî, ne jî dikare bimire.
piştre mirin jê re dipirse:
+dîsa jî tu naxwazî bimirî.
-na, ez dixwazim bimirim. lê ez zanyarîyek dixwazim.
+yanî tu garantîyeke dixwazî.
belê, di vir de antonio delîlek dixwaze. li gor block tenê bawerî nikare me bigihîjine xwedê, divê delîlek jî hebe da ku em xwedê bibînin lê çi bike çi neke xwedê bêdeng e.
block dewam dike:
-ewqas zor e ku mirovek tenê bi hestên xwe bigihîje xwedê û xwedê fêm bike. ew çima xwe li pişt sozên xwe yên nîvco û ji mucîzeyên ku em nabînin vedişêre? ger baweriya me ji me tune bû de ka wê çawa ji Xwedê re hebe? çi sûcê mirovên wekî min ên ku dixwazin bawer bikin û nikarin bawer bikin heye? ez çima nikarim xwedayê di nav xwe de bikujim? ez dixwazim wî ji dilê xwe derxim lê ew bi êş û keser di dilê min de hîn jî dijî. çima ez nikarim vê rastiya trajedîk xwe xilas bikim?
ev pirs ne tenê pirsên blockî ne, di rastiyê de pirsên hemû mirovên rêya xwe windakirî(!) ne. ew pirsên bingehîn ên egzistizyalizmê dike lê çi bike neke dîsa jî xwedê bêdeng e.
block dengê xwe hinek din hişk dike û dibêje:
+ ez tenê zanyariyek dixwazim. bawerî an jî ne tiştekî din. tenê zanyarîyek. ez dixwazim xwedê destê xwe dirêjî min bike û bi min re biaxive.
-lê ew bêdeng e.
+di tariyê de ez gazî wî dikim lê wekî ku kesek tune ye.
-belkî jî kesek tune be.
+ wê demê jîyan tiştekî gelekî trajîk e. dema ku mirov bizane her tişt di eslê xwe de ne tiştek e, li ber mirinê nikare bijî.
-gelek mirov ne mirinê difikirin ne jî nebûna jiyanê.
+em ji ber tirsê îmajan diafirînin û piştre ji wê îmajê re dibêjin xwedê.
ez bawer dikim bergman di vê sahneyê de, tenê naxwaze şerê dînî ya karakterekî şanî bide di heman demê de dixwaze endîşeya mirovî ya li ser hebûnê şanî me bide. têkoşîna block a li hember bêdengiyê, têkoşîna mirovî ya bi xwe re ye. dibe ku ya herî trajîk jî ew be mirov bixwaze jî nikare bawer bike, wextê bawer jî neke ti carî dilê wî rihet nabe.
ji bo min di fîlmê de sehneya herî trajedîk keçika bi şeytên re ketiye têkiliyê dibin agirê bû. di vir de yekser di serdema navîn de ji ber tawana pîrebokî kuştina pîrekan hate ber çavê min.
bi rastî bergman rastiyek jiyanê dixe çavê me û dibêje tirs her tim dike ku em hemû sûcê biavêjin ser yekî din. weba, xela, şer.. mirov sedemê van yekan di dîrokê de, di nav xwe de negeriyane û her tim yekî serê hemû gunehan bijartine. carinan di jinan de, carinan kesê ku bawerî tiştekî din dike de, carinan jî kesê ku xwe ji civakê veqetandî de... mixabin cihê ku xwedê bêdeng dibe, mirov edaleta xwe bixwe diafirîne. bi vê jî gelek caran ev edalet di dawiyê de di nav agirê de xilas dibe.