HIN MIROV PIŞTÎ DIMIRIN, JIDAYÎK DIBIN. (Zerdeşt wisa xwest)
Nietzsche baş dizanibû di wextê xwe de wê neyê fêm kirin. Belê hin kes di jiyana xwe de nirxê heq dikin nastînin. Karê ew dikin, berhemên ew çêdikin zêde bala mirovan nakişînin. Lê piştî ev kes dimirin ji nû ve jidayîk dibin. Bi saya kar û ramanên xwe navdar dibin. Van Gogh û Nietzsche jî mînakên herî berbiçav ên vê yekê ne. Van Gogh di jiyana xwe de tenê çend tablo firotine û debara xwe nekiriye, lê piştî mirina wî berhemên wî ji aliyê bi milyon kesî ve hatiye ecibandin û buhayên gelek mezin ji bo berhemên wî hatine xerckirin. Nietzsche jî hinek jê cuda bû. Ji ber ku wî dizanî, wê rojek were mirov jê fêm bikin. Heta digot ramanên min, ne li gor vê demê ne, ji vê demê wêdatir in. Wekî nietzsche jî got ramanên wî yên felsefî di dema xwe de hîç nehatibin famkirin jî piştî mirina wî berhemên wî bi kûrahî hatine vekolîn û ev vekolîn bûne sedema tesîra li ser gelek tevgerên felsefeyî..
Wekî min got Nietzsche bawer dikir ku ramanên wî ji dema xwe wêdatir in. Heta ku di pirtûka xwe de jî dibêje, guhê ku min bibihîze niha tune ye. Yanî dixwaze bibêje ku ti hiş tune ye ku min fêm bike. Ti çav tune ye ku min bibîne. Her wiha ev yek heye divê bê gotin şert û mercên civakî û çandî yên dema wî jî li ne li gor ramanên wî bûn û di wê wextê de fikrên wî yên radîkal û nûjen fam bikin û qebûl bikin jî tune bûn.. Ji ber vê yekê, wî jixwe re digot divê dem derbas bibe da ku bila ramanên min bi tevahî werin nirxandin û fêm kirin. Ji ber vê yekê berhemên Nietzsche di dema xwe de ji aliyê girseyek mezin ve ti car baş nehat fam kirin û qebûlkirin. Lêbelê, piştî mirina wî, bi taybetî di destpêka sedsala 20-an de, ramanên wî bêtir hatin xwendin û niqaşkirin. Li pey vê xebatên wî ji hêla gelek xwendevanan ve hatin lêkolîn. Berhemên wî yên felsefî bi demê re tesîrek mezintir bi dest xistin û bûn parçeyek girîng a felsefeya nûjen.
Ger em werin ser pirtûka wî... Pirtûka "Zerdeşt Wisa Xwest" ne tenê kurteya felsefeya Nietzsche ye, di heman demê de yek ji veguherînên mezin ên felsefeya rojavayî temsîl dike. Pirtûk tesîreke kûr li egzistensyalîzm, postmodernîzm û gelek tevgerên felsefî yên din dike. Bi taybetî piştî sedsala 19an ve ramanên radîkal ên Nietzsche ji aliyê gelek ramanwer û nivîskaran ve tê nîqaşkirin û rexnekirin. Xebat hem bi nirxê xwe yê edebî hem jî bi naveroka xwe ya felsefî derdikeve pêş.
Zerdeşt lehengê sereke ye û zanyarîya felsefî yên Nietzsche îfade dike. Di derbarê Zerdeşt de çend gotegot hene lê yê herî tê bawer kirin ew e ku Nietzsche ji peyamberê Avestayê ku eslê xwe Îranî ye gelek feyz girtiye û xwestiye ramanên xwe bi zimanê wî bide gotin. Lê Zerdeştê Nietzsche ji fêrkirina dinî wêdetir felsefeyek jiyanê ya nû û radîkal pêşkêşî mirovan dike. Her wiha Nietzsche carinan li dijî dînan derdikeve û dibêje" xwedê mir" em ê werin ser vê meseleyê jî. Nietzsche her wiha mirovan teşwîq dike ku pergalên nirxên heyî bipirsin û nirxên xwe yên nû biafirînin.
Pirtûk hem şahesereke edebî ye, hem jî berhemeke bi naveroka xwe ya kûr a felsefî balê dikişîne ser xwe. Ev pirtûk, yek ji pirtûkên girîngtirîn û tevlîhevtirîn ê Nietzsche ye. Pirtûk di derbarê xwezaya mirovan, exlaq, dîn û pêşketina mirovan, ramanên radîkal û provokatîf pêşkêş dike. Nietzsche di her beşê de bi serpêhatî û zanatiya kesayeta bi navê Zerdeşt nêrînên xwe vedibêje.
NIETZSCHE BI SAYA ÇAKÛÇÊ FELSEFEYÊ DIKE.
Dema ku Nietzsche nirxên kevneşopî, baweriyên exlaqî û dinî û pergalên metafîzîkî rexne dike wekî wan bi çakûçê vedikole û dinirxîne. Ev metafora çakûçê dibêje ku ew dixwaze dînamîkên ramanê yên sazkirî ji holê rake, tiştên xerab û xelet tune bike û li şûna wê sîstemeke nû yê nirxê saxlemtir û resentir bîne.
Divê vê bibêjim ku pirtûk ramanên felsefî yên nietzscheyî bi şêwazeke edebî gelekî xweş vedibêje. Dike ku xwîner çêjek xweş bistîne û li serê gelek baş bihizire. Peyvên ku di pirtûkê de hatine bikar anîn jî ji bo têgihîştina cîhana raman û peyamên felsefî yên Nietzscheyî gelek girîng in. Têgehên wekî "mirovên raser(ÜBERMENSCH)", "geriyana bêdawî(ETERNAL RECURRENCE)" û "mirina Xwedê" nirxên kevneşopî dinirxîne û wateya xwe ya jiyanê diafirîne. Ev têgeh dînamîkên sereke yên felsefeya Nietzsche ne ku mirovan ber bi azadî û hebûneke resen vedixwîne. Ev têgeh ne tenê di pergala felsefî ya Nietzsche de, di pêşketina felsefî de jî ev têgeh wek şoreşekê temsîl dikin. Nietzsche sînorên ramana felsefî berfireh dike, xwendevanên xwe teşwîq dike ku nirx û felsefeya xwe ya jiyanê ji nû ve binirxînin. Ev têgehên nûjen ên di pirtûka "Zerdeşt wisa xwest" de ne tenê tesîr li felsefeya serdemê kiriye, di heman demê de bingehên felsefeya nûjen jî ava kiriye. Ka em werin van têgehan bi hûrgilî vekolin.
MIROVÊ RASER (ÜBERMENSCH)
Mirovê raser (Übermensch) têgeheke di navenda ramanên felsefî yên Nietzsche de ji xwe re cih digre. Li gor nietzsche mirovên niha, di navbera heywan û mirovê raser de cih digre. Nietzsche dibêje ku divê mirov ji rewşa xwe ya niha razî nebe û xwe bigihîne asteke bilind a hebûnê. Divê mirovê raser kesek hêzdar, serbixwe û xwebexş be, bila bikare kevneşopiya dinê û exlaqê li ser pişta xwe biavêje û bê wan nirxên nû xwe bi xwe biafirîne. Li gorî Nietzsche, divê mirovahî pergalên nirxên heyî binirxîne û wan hilweşîne da ku xwe bigihîne potansiyela xwe û ber mirovê raser ve biçe. Mirovê raser hem ji hêla laşî û hem jî ji hêla derûnî ve, bilindtirîn hebûna mirovî temsîl dike. Li gor nietzsche divê ev heyîn bi tevahî xwediyê jiyan û çarenûsa xwe be.
GERIYANA BÊDAWÎ(ETERNAL RECURRENCE)
Geriyana bêdawî(eternal recurrence) têgehek e ku Nietzsche, li ser dem, hebûn û tevgera egzistansiyalîzmê pêş xistiye. Li gorî vê ramanê, her bûyer li gerdûnê di çerxeke bêdawî de dubare dibe.Li gorî vê felsefeyê, her tişt bi heman awayî wekî pêşî çawa hatibe jiyîn wisa dubare dibe û ev dûbare bi xwe jî her û her tê dubarekirin. Bi gotineke din, jiyan ji serî heta dawiyê her û her bi heman awayî dubare dibe. Ji bo baş were fêm kirin hûn dikarin wisa bifikirin. Cihek 360 derece heye, di destê me de bûyer û enerjîyek heye, bûyer ji derekî destpê dike û dizivire diçe û tê. lê piştî demekê dibînin ku ev bûyer her û her di heman cihê de di heman awayî diçe û tê. yanî çi bike neke, mecbûr e were cihê serî.
Nietzsche bi vê tevgerê, wate û nirxa jiyanê dipirse. Ger tu jiyaneke bêdawî bijî, divê her wextê çawa bijî? Ev pirs dike ku mirov hay ji her kêlî û biryarê xwe hebe û her tiştî bi zanebûn bijî. Geriyana bêdawî teqez dike ku her kêliya jiyanê bi nirx e û divê mirov jiyana xwe bi tevahî bijî. Ev têgeh jî hewce dike ku mirov li hember kirinên xwe berpirsiyar be û jiyana xwe bi awayekî herî baş derbas bike.
MIRINA XWEDÊ:
Nietzsche dibêje “Xwedê mir." Di vir de ew diyar dike, di civaka nûjen de tesîra baweriyên dinî û Xwedê kêm bûye. Ji ser de ev gotin ne tenê ji bo têkçûna baweriyên dinî de di heman demê de valahiya exlaqî û nirxî ya ku di encama vê hilweşînê de derdikeve holê jî hatiye vegotin . Li gorî Nietzsche, mirina Xwedê ji bo mirovan derfetek e ku mirov êdî dikare nirxên xwe biafirînin û bikevin li pey wateyek nû. Nietzsche dibêje di nebûna pergalên kevin yên dinî û exlaqî de, divê mirov berpirsyariya afirandina wate û nirxan bigre. Ev tê wê maneyê ku divê mirov qedera xwe bi destê xwe bigire û wateyekê bide jiyana xwe.
ZIMANÊ PIRTÛKÊ:
Pirtûka ku niha dinirxînim berhemeke felsefî ye ku bi şêweya helbestî û aforîstîk ve hatiye nivîsandin. Nietzsche zimanekî dewlemend, sembolîk û mecazî bikar tîne daku ramanên xwe yên felsefî bi bandor vebibêje. Ev şêwaza helbestane hem ji hêla estetîk ve nivîsê dewlemend dike, hem JÎ dike ku xwîner bi kûrahî li ser bihizirin. Aforîzmayên ku di pirtûkê de hatine bikaranîn jî ramanên tevlihev ên Nietzscheyî bi kurtasî vedibêje. Ango bi van aforîzmayan kiriye ku mijarên gelek dirêj bi çend peyvan de were fêm kirin. Her wiha ev aforîzmayên hanê dihêle ku xwendevan bi awayekî rewşenbîrî nivîsê bihese û li serê kûr bifikire.
Di heman demê de afirîneriya zimanî ya Nietzsche, di afirandina têgehên nû de jî balê dikişîne. Peyvên wekî "mirovên raser" û "Geriyana bêdawî" ji yek mînakên nûjeniyên wî ya felsefî ne. Ango nietzsche bi serkeftinê têgehên nû dariştine û bêtirs li berhema xwe bicîh kiriye. Her wiha nietzsche bi zimanê xwe yê ku fikrên xwe dide qebûlkirin jî derdikeve pêş. yanî potansîyela îknakirinê li cem wî gelek bilind e. Di nivîsên xwe de dike ku xwîner bikarin nirxên xwe bifikirin û heta xwe bidin guherîn.
NIETZSCHE Û JIN!!
TU DIÇÎ CEM JINÊ? QEMÇIYÊ XWE JI BÎR NEKE!"Ev hevok yek ji gotinên navdar û nîqaşî yê di derbarê jinan de ye. Ger em bi çavekî lênehêrînek giştî binêrin, ev gotin wek gotinekî li dijî jinan hatiye gotin dikarin bibînin. Lê ger em hinek vekolin û bi kûr ve biçin em dikarin bibêjin nietzsche di vir de xwestiye cudahiya hêza di navbera jin û mêran de bide xuya kirin. Em bi çavekî îronîk lê binêrin, ev hevok dikare wekî metafora rexnekirina rola zayendî û zexta mêran a li ser jinê were şîrove kirin. Ji ber wê jî nietzsche ne bi tenê li dijî jinan dibe ku li vir rexneyekê li dijî hewldanên kontrolkirina jinan ji aliyê mêran ve dike.
Jiyana şexsî û têkiliyên Nietzsche yên bi jinan re dibe ku nêrînên wî yên li ser jinan guherandibe. Bi taybetî têkiliya wî ya bi Salomé re tesîrek mezin li nêrîna wî ya li ser jinan kir. Lou Andreas-Salomé jineke rewşenbîr û nivîskar bû ku di jiyana Nietzsche de xwedî cihekî girîng bû. Nietzsche gelek heyranê Salomé bû û gelekî hez ji solameyê dikir
Lêbelê, Salomé wekî wî nedifikirî û teklîfa Nietzscheyî qebûl nekir. Dibe ji ber vîna hêzê bê jî li dij jinan nefreteke nietzscheyî dest pê kir. Di vê têkiliyê de ramanên Nietzsche yên derbarê jinan de bûbe sedema bêhêvîbûn û dilşikestîbûnê. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin. Salomê di jiyana nietzscheyî de semboleke wisa ye ku bûye sedema guherîna ramanên jinan.
ENCAMA PIRTÛKÊ BI KURTASÎ:
Ger bidim hev, pirtûka zerdeşt wisa xwest, ji qalibên kevn derdikeve, dihêle mirov prensîbên dîn û exlaqê bipirsin. Heta dike ku mirov wate û nirxa xwe bibîne û xwe ji kevneşopiyan xilas bike. Her wiha bi têgehên nû yên afirandî jî taybetmendiyek girîng qezenc dike. Bi têgeha mirovê raser Nietzsche dibêje mirov divê heta sînora potansîyela xwe were, di geriyana bêdawî û mirina xwedê de jî, êşa hebûnê ji ser xwe biavêje û rêya azadiyê vebike.
Nietzsche bi lehengê Zerdeşt xwîner vedixwîne rêwîtiya xwe ya rûhî bike. Nietczhe dibêje bila mirov xwe ji normên civakî dûr bixe û nirxên xwe biafirîne. Di encamê de, Zerdeşt wisa xwest ne tenê nivîsek felsefî ye ew mirovî dixe rêwîtiyek kûr a veguherîn û zanyarîyê. Di heman demê de ev pirtûk şoreşa nietzscheyê ya felsefîk dide nîşan û wekî nasnameyeke hebûnparezî .