ŞÊWEYA YEKEM A VEGOTINÊ -WERARA HUNERÊ

saosyant
0

Huner di dîroka mirovatiyê de yek ji girîngtirîn şêweyên vegotinê ye û bi hezaran salan pêş ketiye û pêş dikeve. Dîroka hunerê mîna eynikê ye ku raman, hest û nirxên çandî yên şaristaniyên berê nîşan dide. Di vê gotarê de jî, ez ê li ser werara hunerê, destpêk, pêşketin û berdewamiya dîroka hunerê bi hûrgulî û agahdarî bi lêkolînek têr û tije pêşkêşî we xwendevan û şopînerên xwe yên hêja bikim.

Dîroka hunerê bi gavên pêşîn ên mirovahiyê dest pê dike. Berhemên hunerî yên destpêkê, wek tabloyên şikeftan û neqşên keviran digihîje serdema paleolîtîkê (2,5 mîlyon BZ – 10,000 BZ). Di vê serdemê de mirov bi saya hunerê dîmenên nêçîrê, xweza û heyînên li derdora xwe nîşan didin. Ev berhemên hunerî zîhniyeta gelên wê serdemê û têkoşîna wan a jiyanê pêşkêşî me dike. Ev huner, hunera yekem bû bi serdema paleotîk destpê kir û rêya hunera îroyîn vekir.

Di serdema kevnar de, şaristaniyên mezin di pêşveçûna hunerê de rolek girîng lîstin. Misira ku bi pîramîd û peykeran tijî, ji bo lêgerîna mirovan ji bo nemirîyê û ji bo hezkirina xwe ya xwedayê nîşan bidin bala xwe dan hunerê. Li Misira kevnar, avahiyên wekî pîramîd, perestgeh û peyker hatin çêkirin. Her wiha hunera Misira pêşketî, xwedî wateyek taybet bû û rîtuelên olî û baweriya li axretê bi hunerê nîşan didan.

Li Mezopotamyayê ji xeynî çîrokên ku li ser tabloyên axê hatine nivîsandin û vegotin, fresk û hunera seramîkê jî dida nîşan, xelkê wir bala xwe baş dane hunerê.

Helbet ger em behsa serdema antîk bikin û behsa yewnanan nekin nabe. Mîmarî, peyker û nîgar li Yewnanîstana kevnar pêşketineke mezin pêk aniye. Li Yewnanistana kevnar, têgihîştina îdeal a bedewiyê, di avahîsaziyên mîmarî û peykeran de dihatin xuyan. Bi heman awayî, Yewnanistana Kevnar bi peykerên xwe balê dikişand li ser bedewî û kamilbûna laşê mirovan. Di Her peykerê vegotineke mîtolojîk an jî dîrokî hebûn û ev peyker bibûn çavkaniya îlhama estetîk.

Di Serdema Navîn de li Ewropayê Xirîstiyantî bandorkerê herî girîng ê hunerê bû. Wê demê dêr bibû navenda hunerê û motîfên olî bi berfirehî di nîgar û peykersaziyê de dihatin bikar anîn. Di serdema Gotîkê de jî, kemberên bilind ên katedralan bi pencereyên cam û freskên dîwaran hatin xemilandin. Di vê serdemê de, hunermend ji bo vegotina çîrokî, bi hosteyî teknîkên avahîyî û nîgarî gelek baş li hev kirin.

Ronesans di dîrok û werara hunerê de şoreşek mezin e. Di vê serdemê de ku ji sedsalên 14. heta 17. an dom kir, hunera kevnar a Yewnan û Romayê ji nû ve hate keşifkirin û şêweya mirovnavendî hate pejirandin. Di heman demê de bi saya perspektîf, rastbûna anatomîkî û realîzmê; di wênesazî û peykersaziyê de pêşketinên girîng çêbûn. Her wiha di vê serdemê de huner li gel keşfên zanistî û rewşenbîrî jî pêşket. Di nav hunermendên mezin ên serdema Ronesansê de navên wekî Leonardo da Vinci, Michelangelo û Raphael derdikevin pêşiya me û berhemên xwe yên herî navdar jî di vê serdemê de derxistine pêşberî me.

Pêşketinên teknolojîk jî bandorek mezin li werara hunerê kir. Bi bandora Şoreşa Pîşesaziyê re di warê hunerê de guhertinên radîkal pêk hatin. Hunermend dest bi lêgerîna formên nû yên vegotinê kirin û ji kevneşopî û normên akademîk xwe xilas kirin.

Di heman demê de, pîşesazîbûn belavkirina hunerê hêsan kir. Îcada wênekêşiyê rê da hunermendan ku, ji bo lêgerîna rastiyê de rêyek nû bibînin. Ji ber wêne rastiyê nîşan dide, şîrovekirina mirovan ket talûkeyê. Ji bo wê jî hunermend hewldan ku riyên nû, tevgerên nûjen bibînin. Yek ji wan jî empresyonîzm e. di dawiya sedsala 19-an ve, bi saya tevgerên empresyonizm û post-empresyonizmê, hunermendan teknîk û şêwazên nû pêş xistin. Di van şêwaza de armanca yekem di hunerê de girtina ronahî û rengan bi hestên mirovî bû. Hunermendên wekî Vincent van Gogh, Claude Monet û Paul Cézanne pêşengên tevgera empresyonîst bûn.

Di sedsala 20an de, huner bi veguhertinek radîkaltir re rû bi rû ma. Di vê demê de tevgerên razber (neberbicav), dadaîzm, surrealîzm û Pop art ketin ber hunera kevneşopî û mirov di vê demê de formên nû yên vegotinê geriyan. Di vê serdemê de pênaseya hunerê berfireh bû û sînorên wê hatin rakirin. Formên nû yên wekî hunera performansê, sazkirin: hunera dîjîtal û kolanan derketin holê.

Wek di her mijarê de zor e ku em bibejin di pêşerojê de wê huner çawa be lê teqez e pêşveçûnên teknolojîk dê derfetên nû ji hunerê re peyda bike.

Post a Comment

0 Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Di nav xêran de) #days=(20)

Tu Bixêr Hatî!.
Ok, Go it!