Dema em bifikirin, em dikarin bibêjin ku mirovên hezar sal berê ji ber nebûna teknolojî, alav û amûran ji aliyê diranan ve gelek kêşe dîtine lê dema em li lêkolînan dinêrin tiştên gelek balkêş tê xuyan. Li Romaya kevnar, mirov gelek rêbazên cur bi cur pêşxistin e ji bo tenduristiya diranên xwe. Ji wan rêbazan yek jî, ew e ku mirovên wê demê mîzên xwe û yên heywanan wekî gargarayê bikar anîne. Belê wek gelek sosret û ji dûrî aqil tê li di rastiyê de tiştên erênî di vê rêbazê de hene. Ka werin bi hûrgilî em vê meseleyê vekolin.
Li Romaya kevnar ji bo tenduristiyê, mirov firçe, macun, xwelî, kakilê hêkan, kevirên behrê û wekî van curbicur rêbazan bikar dianîn ku dibe ev tişt rêya rêbazên tenduristiya diranan ên niha vekirin. Ji xeynî van rêbazan, rêbazek gelek sosret jî bikar anîn. Wan mîza heywan û mirovan dixist devê xwe, di devên xwe de dibirin û dianîn paşî jî jê diavêtin. Ango venedixwarin û wekî gargarayê bikar dianîn. Ji ser de wê hingê, li quncikê kolanan, peywirvanên mîzê hebûn ku peywira wan tomarkirina mîzê bû. Li Romayê li her quncikek mîzxaneyên vekirî hebûn û wextê mîz diket rewşa steril û vediguheriya amonyakê dihat komkirin û van mîzan dibirin li fireqşoyê bi navê fullonica. Li vir mîz bi avê re dihat ronkirin û ji bo were paqijkirin jî dirijandin li ser cilên qirêj.
Mîz ku bi nitrojen û amonyakê pêk dihat û pêkhateya nîtrojen û hîdrojenê dikaribû wekî paqijkerek tevbigere mîz gelek qedr digirt. Keyserê Romayê Vespasian ji bo ewqas qîmet dida mîzê bac da bazirganiya mîzê. Û ji her mîzê pere ji xelkê distend. ^^