Silav xwînerên hêja, rêza me yê werara mirovan bi hominînê homo heidelbergensisê berdewam dike.
Homo heidelbergensis cureyekî homînînan e ku nêzî 600.000 heta 200.000 sal berê li Ewropa, Asya û Afrîkayê jiyaye. Navê xwe bi kifşkirina fosîlên li Almanyayê ku li parestgeha Heidelbergê dimîne girtiye. Ev fosîl yekem car ji hêla paleontologê Alman Otto Schoetensack ve hatiye vedîtin û şirove kirin.
Homo heidelbergensis ew curmirov e ku piştî Homo erectusî hatiye û yek ji bavikên mirovên nûjen e. Wan dikaribû, amûr û çekên pêwîst ji bo pêkanîna çalakiyên cûrbecûr yên wekî nêçîr, masîgirtin û berhevkirina fêkîyan çêbikin. Her wiha taybetmendiyên homo erectusan berdewam kirine, pêş xistine û zanîna xwe danînê ser zanîna wan.
Tiştê em dizanin homo heidelbergensis di demek gelek dijwar di rewşek gelek xedar de jîyane. Li gor lêkolînan ev cure di nîvê serdema cemedê de jiyaye û neçar maye ku li eraziyên sar, ziwa û vekirî nêçîrê bike û di vê rewşê de xwarin bigerin, stargehan ava bikin. Ev şert û mercên xwezayê hiştiye ku laşê homo heidelbergensisan li gor curmirovên din, bihêztir û masûlkedar be. Ev şertên dijwar rêya hînbûna rewşên xedar vekir û laşê wan jî li gor wê xwe adapte kir.
Taybetmendiya herî girîng a Homo heidelbergensis ew e ku di serdema derbasiyê de, di werara mirovan de rolek girîng lîstiye. Ev cure tê qebûlkirin pirek di navbera Homo erectus û Homo sapiensan de ye. Her weha ji ber jêhatîbûnên bikaranîna wan ê amûran, kontrolkirina agir û çêkirina stargehan di werara civakî de jî tesîrên baş kirine.
Her wekî din tê texmîn kirin homo heidelbergensis bi curmirovên din re jîyane û di navberên xwe de têkiliyên civakî danîne. Ev xal gelek balkêş e. Ji ber ku bifikirin hûn bi curmirovên xwe re dikevin têkiliyê; ew wekî we ne lê ji we cudatir in.
Ger em werin mijarên anatomîk jî, li ser giraniya bedena Homo heidelbergensis agahiyeke rast di destê me de nîn e, lê li gorî lêkolînan bejna homo heidelbergensisên nêr nêzî 1,75 metre û ya jinan jî nêzî 1,57 metre bûye. Li gorî vê bejnê jî , tê fikirîn ku giraniya homo heidelbergensisên nêr di navbera 60-70 kg de û yên mê jî da navbera 45-55 kg de bûye.
Homo heidelbergensis li gorî cureyên homînînên berê xwedî mejiyek mezintir bû. Hecma mêjîyê wan di navbera 1200-1400 cc de bû. Ev ji tê wê wateyê ku mêjiyê wan ji Homo Erectusan mezintir bûn û mêjîyê wan bi qasî mirovên nûjen hebû. Her wekî din rûyê wan jî dişibiya mirovên nûjen, lê pozê wan ji mirovên nûjen firehtir û çavên wan jî diyartir bûn ango çavên wan li ser rûyên wan baştir dihat xuya kirin. Wekî din serê wan jî li gor curmirovên din girovektir bû. Laşê Homo heidelbergensisan jî mîna laşê mirovên nûjen bû. Li gor curmirovên din ew xwediyê piyên dirêjtir û milên kintir bûn. Ev taybetmendî jî hiştiye bikarin rêyên dirêj biçin û nêçîrvanîyê de alîkariyê wan bikin.
Bi kurtasî Homo heidelbergensis ji bo werara mirovên nûjen curmirovek gelek girîng e. Ev curmirov di pêvajoya werarê de ji Homo Erectusan bigire heya mirovên nûjen mînakên gelek baş ê formên navber dide. Her weha, rastiya ku Homo heidelbergensis li Ewropa û Asyayê jiyaye, nîşan dide ku pêşkeftina, werara mirovan de fenomenek gerdûnî ye. Homo heidelbergensis di heman demê de bi jêhatîbûnên xwe yên wekî çêkirina amûr û nêçîrê jî rêya hişmendiya û jîriya mirovên nûjen vekiriye.