Merheba xwînerên hêja, rêwîtîya me yê werara mirovan bi homo erectusê berdewam dike. Îro em ê behsa girîngî û taybetmendîyên wan bikin... Homo erectus curmirovek gelek girîng e di werara mirovan de. Tê texmînkirin nêzî 1.8 mîlyon berê li Afrîkayê derketine û nêzî 300.000 sal berê jî koka wan qewimîye.
Fosîlên pêşîn ên Homo erectus di dawiya sedsala 19-an de li girava Javayê hatiye dîtin. Her çiqas navê van fosîlan wek Pithecanthropus erectus hatibe dayîn jî paşê wekî Homo erectus hate guherandin.
Yekem fosîlên Homo erectus ên ku li girava Javayê hatine keşfkirin, di sala 1891 de ji hêla paleontologê Hollandî Eugène Dubois ve hatine dîtin. Ev fosîl ji çend perçeyên ser, diran û hestî pêk dihat. Her ku arkeolojî pêş ket, fosîlên Homo erectus li cihên din jî hatin dîtin. Fosîlên Homo erectus li Afrîka, Asya û Ewropayê hatine dîtin. Yek ji fosîlên herî navdar ê Homo erectus ku wekî fosîla "Zinjanthropus" tê zanîn Tanzanyayê di Gola Olduvai de hate dîtin. Bi saya van fosîlan mirov baştir li ser Homo Erectusan fikirîn û rêya bersivên pirsên hişê wan de vebûn. Fosîlên keşifkirî yên Homo erectus di derbarê werara mirovan de agahiyên girîng dide û dihêle ku lêkolîner li ser dîroka cureyên mirovan bêtir bihizirin. Ji ber vê yekê, Homo erectus di pêşkeftina mirovan de xwedî cihekî girîng e û îro jî di nav lêkolînan de ye.
Homo erectus duyemîn cureyê homoyan e ku piştî Homo habilisê tê û tê texmîn kirin Homo erectus, nêzîkî 2 mîlyon sal berê ji Homo Habilisan werar bûye. Cudahiya wan ê herî berbiçav; mezinahiya mejiyê wan û cudahiya laşê wan bû. Mejiyê Homo Erectusan ji mejiyê homo Habilisan mezintir bû û her wekî din laşê wan jî ji Habilisan pêşketîtir bû. Ev curmirov ji Habilisan çalaktir bûn. Ji serde ew cara yekem ji Afrîkayê derketin belavî Asya û Ewropayê bûn. Ev xal ji bo werara mirovan gelek girîng e ji ber ku mirov êdî bi Afrîkayê ne sînordar man. Êdî rûyê xwe dane parzemînên din.
Werara mirovan bi bandorên xwezayî re gelek têkildar e. Hewa, zêdebûn an kêmbûna avê, cih, bilindahî û her tiştên wekî van.. Ev mînakên min dane di werara mirov de cihek girîng digire û mirov li gor van sedeman pêşdikeve û xwediyê taybetmendiyên nû dibe. Berîya mirov derbasî parzemînê din bibe werara wan yeknesak bû. Ji ber erdnîgarîyek heman de dijîyan adaptasyona wan jî monoton bû. Lê piştî derketin parzemîneke nû û cihên nû dîtin him adaptasyona wan guherî, him ji aliyê werara wan de guherîn pêk hatin .
Ji hêla fizîkî ve, Homo erectus xwediyê taybetmendiyên mîna mirovên nûjen bû, lê bi bejna wan li gor me biçûktir bû û laşê wan ji ya me bihêztir bû. Li gor şertên xwezayî ve ji me baştir adapte bibûn. Bejna wan di navbera 1,5-1,8 metre û giraniya laşê wê 60-70 kîlo bû. Taybetmendiyên rûyê wan jî ji mirovên nûjen cuda bûn, bi gelemperî biruyê wan ji ya me stûrtir, çeneyê wan û diranên wan jî ji yên me mezintir bûn.
Homo erectus tiştekî gelek biqîmet kontrolkirina agirê diyarî mirovan kir. ev tişt di werara mirov de cihek mezin digre û gavek gelek muhîm e. Ji ber ku bi saya agirê curmirov niha jî gelek karên xwe pêk tînin. Homo erectus jî bi saya agirê xwarinên xwe çêdikirin, xwe diparastin û di têkiliyê civakê de bikar dianîn.
Homo erectus, di heman demê de li gor curmirovên xwe yên berê çandeke gelek pêşketî afirandin. Bi saya hînbûna çêkirina alav û amûran temenê wan dirêjtir bû. Di nav van alav û amûran de; bêr, kêr, alavên wekî çakûçê û alavên tûj hebûn. Ev alav û amûr jî di çêkirina xwarinan de, pijandina xwarinê de, nêçîrvanîyê de û pêxistina agirê de hatin bikar anîn. Çêkirina van alavan li gor demê gelekî tevlihev bû lê ev xal nîşanî me dide ku di çêkirina alavan de xwediyê jêhatîbûnekîbûn.
Bi kurtasî Homo erectus cureyekî mirovan e ku bi qasî 2 milyon sal berê derketiye holê û di dîroka pêşketina mirovan de serdemeke girîng temsîl dike. Hebûna vê cureyê xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku xwedî taybetmendiyên girîng e û ev taybetmendî rêya taybetmendiyên mirovên nûjen vekiriye. Helbet taybetmendiyên Homo erectus di pêşveçûna cureya mirovan de rolek girîng lîstin.