Ew her du jî li pey hêzê diçin. Hêza ku patrick dixwaze û Vîna hêzê (WILL TO POWER ) ya Nietzsche her çiqas wek dînamîkên hev, li hev neyên jî dema em dikevin nav mijarê, em dibînin ku hêza dixwazin di rastiyê de yek in. Ji ber ku di dawiyê de her du jî dixwazin hebûna xwe bibin asteke bilind. Her wiha her du jî dibêjin motîvasyona bingehîn a mirov daxwaza bidestxistina hêzê ye û li gor wan mirov dema sînorên xwe derbaskirin, wê bikarin bihêztir bibin.
Helbet ji aliyê hinek mijaran ve bi rastî dişibin hev lê em bi her awayî nikarin wan bişibînin hev. Nizanim çima dema min pirtûkê xwend Patrick bateman kete bîra min. Bi taybetî piştî, Nietzsche di beşên ku di derbarê fîlozofan de diaxivî yekser sehneya fîlma amerîkan saykoyê ya kartvizitê hate bîra min û min xwest çîrokek bi vê rengî, serlehengê wî nietzsche be binivîsim.
Rojekê bi dûman û bi mij bû, Nietzsche, Sokrates, Platon û Kant li qehweya koçeran rûniştibûn. Li ser maseya rûniştibûn kartên spehî hebûn û li ser van kartan nivîsên van feylesofan dinivîsî. Dema nietzsche destê xwe avêt kartekê, wekî sehneya ku Patrick Bateman kartvizitekî ji ya xwe xweştir didît, sor bû. Nietzsche kravatê xwe hinek sist kir û hêdî hêdî çavê xwe li kartan gerand.
Piştî Sokrates vê rewşê dît, ji ber hinekî aram bibe got rahêje kartê min. Lê berevajî dema nietzsche nivîsa li ser kartê xwend, gelek aciz bû, destê xwe li maseyê xist û got " ZANYARÎ ÇAWA DILPAKÎ YE?" Nietzsche bi hêrs kartê avêt ser masê û dewam kir. "DIYALEKTÎKA TE JI LAWAZKIRINA MIROVAN PÊ VE TIŞTEKÎ DIN NEKIRIYE. SOKRATES! TE MIROVAN QELS KIR, TE KIR XULAMÊN MÎNA XWE!"
Bişirîneke biçûk li rûyê Sokrates xuya bû, lê bêdeng ma. Sokrates dengê xwe nekir û li cihê xwe rûnişt. Li pey wî Platonî, kartê xwe şanî hevalan da. Di qertê wî de wiha dihat nivîsîn: “DEWLETA ÎDEAL DIVÊ JI ALIYÊ FÎLOZOFAN VE WERE BIRÊVEBIRIN." Gava ku Nietzsche van gotinan xwend, çavên wî bi hêrs bûn û got" Dewleta îdeal? Ji aliyê fîlozofan ve he?" nietzsche bi hêrs kartê avêt rûyê Platonî û got "Ev utopyaya we ya pozbilind, ji xeynî reva ji rastiyên jiyanê xne tiştekî din e! Hûn dixwazin mirovan di cîhanên xwe yên xeyalî de bixin zindanê, hûn vê dinyayê baş binarxînin! Fikrên we ji xeynî îxaneta li hember jiyanê kêrî tiştekî nayên."
Rûyê Platon zer bû lê wî jî tiştek negot. Di dawiyê de, Kant bi awayekî aramî kartê xwe şanî wan kir. Di kartê wî de ev dinivîsin : "ZAGONA EXLAQÎ DI HUNDURÊ ME DE YE, EZMANÊ STÊRK LÊ JÎ LI SER SERÊ ME YE." Hema dema Nietzsche van gotinan xwend, çirûsk di mejiyê wî de lêdan û ji hêrsê destê wî lerizî. "Zagona exlaqî? ezmana bi stêrk?" Te hişê xwe xwariye? Nietzsche kartê perçe perçe kir û got, "ev rexneya hişê pak, wisa rexne ye ku bi vê, mirov xwe jibîr bikin. Ev zagonên ku li ser mirovan te dayî, ji bilî kolekirina mirovan, ji tu armancê re xizmet neke. Exlaqê te, tê wateya asêkirina cewhera mirovan!"
Kant li hember derketina Nietzsche matmayî ma. Nietzsche cara dawî li kartên li ser masê mêze kir, bêhna xwe girt, berda û hê bêtir bi hêrs axaftina xwe domand. "We ji jiyanê fêm nekiriye û we kêm nirxandiye. Hêza rastîn, jiyan bi xwe ye!", "Vîna Hêzê ji bo jiyînê mirovî muhimtîr tişt e" Piştî van gotinan Nietzsche kulmek li masê xist. Qedehên li ser masê hejiyan û hinek jî ketin erdê. Paşê bi hêrs ji qehwexaneyê derket. Feylesofên mayî li ser maseyê di atmosfera Nietzsche li pey xwe hiştibû de bêdeng rûniştin. Her yek ji wan ketibû nav ramanên kûr, li hember rexne û derbeyên tûj ên Nietzsche nizanîbûn çi bikin. Dengên Nietzsche hê jî di qehwexaneyê de olan dida. Piştre Koçerê xweyî qehweyê rabû û got ev çi barabara xwekutayî bû.
Ger bi giştî behsa Nietzsche bikin ew li ser gelek tevgerên felsefî yên wekî egzistansyalîzm, postmodernîzm, psîkanalîz û heta fenomenolojiyê jî tesîr kiriye. Wekî feylesofên egzistansyalîzmê yên wekî Jean-Paul Sartre û Albert Camus ji ramanên Nietzsche yên derbarê azadî û berpirsiyariya mirovan îlham girtine. Ramanbîrên postmodern ên wek Michel Foucault û Jacques Derrida rêbazên Nietzsche yên wateyên kevneşopîyê û dînamîkên desthilatdariyê qebûl kirine.
GER EM WERIN PIRTÛKÊ:
Tarîgewrika putan" (Götzen-Dämmerung) berhemeke ku ji aliyê fîlozofê Alman Friedrich Nietzsche ve di sala 1888an de hatiye nivîsandin. Pirtûk wekî kurte ramanên berê û nêrînên felsefî yên Nietzsche tê qebûlkirin. Ramanên Nietzsche di avakirina felsefeya sedsala 20. de roleke mezin dilîzin. Rexneyên radîkal ên Nietzsche yên li ser exlaq, Dîn û metafîzîkê, li dijî kevneşopîya exlaq û dinî, rêyên ramanên nû vekirine. Nietzsche destnîşan dike ku motîvasyona bingehîn a jiyanê "vîna hêzê" ye. Li gorî wî hemû jîndar bi daxwaza hêza xwe zêde bikin û hebûna xwe biparêzin tevdigerin. Ev vîna hêzê dînamîka jiyanê ya herî bingehîn û jidil e.
Nietzsche di pirtûkê de li ser dînamîkên felsefeya rojavayî, rexneyek radîkal dike. Armanca Nietzsche ew e ku dixwaze nirx, bawerî û putên şaristaniya rojavayî çêkirîye, hilweşîne. Ger hûn bibêjin ev pût çi ne, di nav van putan de exlaq, Dîn, metafîzîk û ramanên kevneşopî yên felsefî hene. Nietzsche ji ber potansiyela mirov û enerjiya jiyanê sînordar dike dixwaze van putan hilweşîne. Wekî min got di pirtûkê de li ser nirx û têgehên feylesofan, sîstemên exlaqî û ramana rojavayî tê sekinîn û Nietzsche gelemperî li dijî van yekan derdikeve û van tiştan wek pût dibîne û dibêje ku divê ev pût bên tunekirin.
NEFRETA NIETZSCHE YA LI DIJÎ XIRISTIYANÎYÊ:
Nietzsche nefreteke mezin li dînê xrîstiyaniyê dike. Wekî di pirtûkê wî yên din de jî dihat xwuyanî di vê pirtûkê de jî bi taybetî, bi zimanekî tûj heta dijûnî exlaqa Xiristiyanî tê rexnekirin. Li gori wî, zagonên xirîstiyanîyê, dike ku mirov potansîyela xwe pêk neyne û jiyanek depresif bijî. Bi wî Xiristiyanî êş û zeîf bûne derdixe pêş. Ji ber vê jî nietzsche dibêje ev tişt hêza mirovî kor dike. Nietzsche li ser bingeh û pêşketina exlaqa xirîstiyanîyê jî disekine. Li gor wî divê hemû pergalên exlaqê werin hilweşandin ji ber ku ev zagonên exlaqî, li dijî Xwezaya mirov û daxwaza jiyanê ya mirovan e.
LI HEMBER SEKINÎNA WÎ YA LI FEYLESOFAN:
Di pirtûkê de nietzsche, ramanên fîlozofên wek, Sokrates, Platon, Kant rexne dike. Ew di vê baweriyê de ye, fikrên wan ên rasyonalist û metafizikî, hestên mirovan kor kirine û xwestina wan ê jiyînê bertaraf kirine. Ji ser de felsefeya wan, dewlemendiya jiyanê feqîr kiriye û curbicurbûna jiyanê kêm şanî daye.
EM WERIN DAWIYA NIVÎSA XWE:
Ger ez hinekî bidim ber hev, pirtûk yek ji berhemên Nietzsche yê berbiçav e. Ev pirtûka ku di sala 1888-an de hatiye nivîsandin, kurtenivîsa nêrînên Nietzsche ji me re vedibêje. Nietzsche li ser pûtê gelek disekine û ew peyva “pûtê” wekî metaforekî bikar tîne û şûna rexnekirina nirx, îdeal û baweriyên civaka nûjen bi kar tîne. Di berhemê de mijarên wekî exlaq, dîn, huner û çanda nûjen bi kûrahî hatiye lêkolînkirin û nêrînên radîkal ên Nietzsche yên li ser van mijaran bi awayekî balkêş derketiye holê. Nietzsche kiriye Xwînerên xwe neçar bike ku bawerî û nirxên xwe ji nû ve binirxînin.
Nietzsche pergalên kevneşopî yên felsefî wekî Platonîzmê û dinî yên wekî Xirîstiyantî bi tundî rexne dike. Li gorî wî, ev pergal "pût" in ku potansiyela rastîn û azadiya mirovan bertaraf dikin. Nietzsche dibêje divê mirov nirxên xwe biafirîne û bigihêje îdeala "Mirovê raser." Di vê çarçoveyê de mijara sereke ya xebatê ew e ku mirov ji astengiyên civakê rizgar bike. Bi ramanên felsefî û şêwaza provokatîf, pirtûk hem ji bo kesên ku dixwazin cîhana ramana Nietzsche fam bikin pirtûkek nestêle ye û hem jî ji bo hînbûna felsefeya nûjen çavkaniyek girîng e.