Wêje ji bo dîtina kûrahiya dilê mirovî rêyek gelekî şîrîn e. Di vê rêyê de mirov dikare xwe bibîne, pirsan li xwe bike û xwe nas bike. Ji ser de em dikarin bibêjin, wêje bingeha gelek tiştên taybet ava dike. Belê ev gotin gotinek angaştdar e lê gava em binêrin ger wêje sîstematîk bûya dê avakarê gelekî tiştan wêje bûya. Helbet felsefe jî yek ji wan tiştên taybet e. Berîya ku fîlozof, mijarên hebûna mirovî, geriyana wateyê û rasteqînên gerdûnî bi rêya sîstematîk nefikirîne, wêje ji zû ve şitlên van avêtiye nav axên xwe. Wêje van mijarên felsefîkî bi rêya amûrên jiyanê ve, di nivîsan de jîn daye. Bi têkiliyên lehengan, nîqaşên monologî û gelek taybetmendiyên wêjeyê ji me re dide xuya ku beriya tevgerên felsefîkî, dînamîkên wan beriya sed salan di nav xwe de hewandiye. Ji ber wê jî em dikarin bibêjin wêje tenê ne alîkarê felsefeyê ye, her wiha rêberê felsefeyê ye jî.
Pirtûka Shakespeareî ya bi navê hamletî, ne tenê berhemek trajedîk e di heman demê ew şanoyeke gerîyana wateyê, êşa hebûna mirovî û derbasiyek di nav mirin û jiyînê de ye. Hamlet bi pirsên girêdayî mirin û hebûnê û nakokiyên jiyanê, krîza hebûnê me derdixe rewiteyeke dijwar. Ev berhema ku di navbera mirin û jiyînê de disekine, pirsên herî klasîk ên felsefîkî ji me dipirse.
"Hebûn an nebûn, hemû mijar esas ev e." Eve monologê ku hamlet dibêje ne tenê monologekî edebî ye ew di heman demê de bingeha egzistizyalizmê ye jî. Ev gotin, gotinek gerdûnî ye û krîza hebûnî ya hemû mirovan temsîl dike. Belê, mirov azad e lê ev azadî bi xwe re berpirsyariyek gelek giran tîne. Bingeha gotina wî ya hebûn û nebûnê jî ji vir tê. Ew di bin giraniya hebûnê de diperçiqe, dema difikire, tola bavê xwe hilîne ew di heman demê de bi gelek ramanan ve di nav têkoşînê de ye. Ew di vê demê de wateya jiyanê û mirinê di nav xwe de dipirse. Gelo jiyîn, hînbûna êşa jiyanê ye an teslimiyeta mirovî ya mirinê ye?
Di heman demê tiştê ku bala min kişand ew e ku di pirtûka camus a bi navê the Myth of Sisyphusê de ev pirtûk 500-600 sal piştî Hamletê hatiye nivîsîn de jî em van ramanan dibînin. Lê camus hinekî cuda difikire û dibêje bêwatebûna jiyanê bila ji me re xemek neyne. Divê mirov xwe bialimîne bêwatebûnê. Yanî mirov bila jiyana xwe li gor wateyek tune be bijî. Lê hamlet di vê mijarê de bê biryar e. Hîm nikare bêwatebûna jiyanê de bijî him jî nikare xwe li dij êşên jiyanê bispêre.
Dibe ku di pirtûkê de sahneya herî bi kelecan ji bo min sahneya, hamlet serê yorick digirî û li ser mirinê difikirî bû. Dema min vê sahneyê xwend gelek têgehên egzistizyalizmê hatin ber çavên min û min got bi rastî jî Shakespeare dikare bibe egzistizyalizmê yekem?
Di vê sahneyê de hamlet li ser mirinê gelek difikire. Ew kesê ku xulamê wî ye, niha tenê wek seriyek di destê wî de disekine. Ev sahne ramana heidegger ya bi navê wextê mirov mirinê dinase anî bîra min. Heidegger dibêje ku wextê mirov mirinê hest dike wê demê jiyana wê de deriyên nû vedibin. Êdî ew mirov ne eynî ye û piştî wê demê hebûnperestiyeke otantîk di jiyana wîê de ava dibe. Di vê sahneyê de hamlet, mirinê wek rastiyeke fizyolojîk qebûl dike. Piştî vê demê sayişên hebûnperestiyê di jiyana wî de tesîreke mezin dike. Bi rastî serê Yorick ku hamlet di destê xwe de digire dawîbûna jiyana mirovî û kurteya jiyana mirovî û gerdûnîya mirinê temsîl dike. Di heman demê de, hamlet tenê ne mirina wî kesî, ew mirina xwe jî ferq dike û rewitiyek dirêj a hebûnperestiyê di jiyana wî de dest pê dike. Di vê rêwîtîyê de jî gelek pirsên dînamîkên egzistizyalizmê ava dike jê re dibe astengek...
Wekî din em dikarin vê sahneyê dîsa bir camus ve, bi absurdiya wî ve girê bidin. Camus dibêje ku bêwatebûna jiyanê de mirov dixwaze wateyek ava bike. Hamletê ku di nav wateyan de winda dibû û jiyana xwe tijî derbas dikir, dema seriyê yorickî dît wî tenê ne seriyekî di heman demê de bêwatebûna jiyanê jî dît û absurdiya jiyanê baştir fêm kir. Di vê nakokîya tûj a di navbera jiyan û mirinê de hamlet fêm dike ku mirov bi rastî jî çiqas bêqîmet e. Ev fêm kirin, qebûlkirina jiyaneke absurd û serîhildanek trajedîk e.
Dibe ku em nikaribin Shakespeareî wek fîlozofek binav bikin lê ew bi hişê xwe yê hunerî, dînamîkên hebûnperestiyê bi rêya wêjeyê ve gelekî xweş neqşandiye. Ji ber vê yekê hamlet tenê ne trajedîkek e, di heman demê de rêwîtîya mirovî ya di navbera mirin û jiyînê de têkoşîna bi hebûnperestîyê ye.