Di nav ewqasî mirovan de, mirov xwe dikare bişibîne kerekî? Di vê fîlmê de ji bo min wisa bû. Di fîlma -Au Hasard Balthazar - de di nav ewqasî karakteran de min herî zêde xwe şiband kerekî. Ji min şaş fêm nekin, di vir de dema ez dibêjim ker, ne di wateyekî xirab de dibêjim ker. Berevajî li gorî min ger têgeha pîroziyê li ser ajalan hebe, bi min divê ajala herî pîroz ker be. Di dîroka mirovatîyê de zêdetirîn neheqî lê keran hatiye kirin lê dibe ku herî zêde jî ker, kêrî mirovatîyê hatibe. Mirov ewqasî karên xwe pê dane kirin, hemû kar û barên xwe siwarî pişta wan kirine lê ewqasî jî zilm lê wan kirine. Nizanim ji xeynî keran ajaleke wisa heye ku zilm hatibe kirin?
Lê dema em dinêrin di vê demê de kîjan ajal, zora mirovan biribe, li ber çavê mirovan qedrê wan ajalan bilind bûye. Dema em li şêran dinêrin em dibînin ew ajalê di dîroka mirovatîyê de tim bûye dijminê mirovan niha di nav gotinan de pesnê wan tê kirin, bi awayekî baş di gotinên pêşiyan de navê wan cih digrin. Em dikarin mînakan bi qasî ciyanan zêde bikin. Mixabin, Ew ajalên ku bûne sedema mirina mirovan, ji mirovan rêzê digrin û mirov dema behsa wan dikin bi pesneke, navê wan pîroz dikin lê dema mirov rastî keran tên navê wan di dijûnan de, ji bo biçûkxistinê bikar tînin. Eve nakokiyek gelekî mezin e. Ji ber ku mirov her car di bin hêzê de xwe winda dikin û li ber hêzê nimêj dikin. Lê dema em lê keran dinêrin ji ber ku ew di nav bêdengiyê de digihîjîn her derî, ji ber ku li ber hemû derban li ber xwe didin û dengê xwe nakin di nav çavê mirovan de ti qedrê wan tune ye û wextê ew kêrrî (!) tiştekî nayên jî tên avêtin. Çimkî dilxweşîya mirovan tenê girêdayî karkirinê ye.
Em di vê fîlmê de di çavê kerekî de anatomiya mirovan bi çavekî zelaltirîn dibînin. Ji ber wê yekê dema em dariyê fîlmê dikin, em dibînin kameraya Bresson ku ew derhenêrê fîlmê ye, ne li ser mirovan e. Ew bi çavekî resen, qirejiya mirovan di çavê kerekî de şanî dide lê tiştê me aciz dike ew e ku em wekî kerekî nikarin dengê xwe bikin.
Belê barê mirovan tim li ser keran bû, di fîlmê de jî barê kamerayê li ser kerê ye. Di çavê kerê de jî kamerayekî romantîk tune ye, berevajî kamerayek wisa heye ku ew kamera mirovan îfşa dike. Balthazar ango kerê me di vir de jî tenê ajalek nîn e, ew di rastiyê de alegorîya mirovatîyê ye jî. Jixwe tiştên ku min li jorê behs kiriye ger bi hûrgilî were xwendin hûn ê bibînin mijar tenê ne li ser keran e. Ew mijar bixwe bi mirovan re jî eleqedar e. Em tim dibînin xwediyê (!) balthazarî ji ber êdî misyona xwe qedandiye û êdî kêrr nayê ji cihê xwe tê avêtin. Mijar ev e -binêre, têkilî deyne, bikar bîne, êdî kêrr neyê biavêje- lê eva tenê ji bo kerekî derbasdar e. ma di pergala em tê de dijîn de yekem misyona pergalê ev yek nîn e?
Belê, bi rastî jî divê em tenê wekî ajaleke lê balthazarî nenêrin, ew di nav xwe de arezûyên mirovî û aliyên mirovî yên tarî jî dihewîne. Dema ew jidayîk dibe, dibe bîranîneke zarokekî, bi destê keçikekê de gelekî baş mezin dibe, bi kulîlkan jê re taç tê çêkirin lê êdî piştî cihekî êdî ji zarokbûnê xilas dibe û ji serserîyekî re tê firotin. Li wir, rastî şkenceyan tê, tê şixulandin û di dawiyê tê terk kirin. Lê mixabin balthazar hin jî bêdeng e. Ji ber vê yekê ew alegorîya mirovatîyê temsîl dike. Di vir de em dikarin bi mirovî re jî di vê mijarê de têkilî deynin. Mirov bi hezkirinê mezin dibe, ji aliyê dora xwe ve bi dilnermiyekî mezin dibe, piştî dikeve nav civakê diguhere, êdî peywirên ji ku tê nizane tê dayîn, bi wateyekê îronîk tê firotin û tê avêtin. Mirov nikare xwe jê xilas bike ji ber ku êdî kerê di nav xwe nas nake.