MIROV RÊYA XWE DİBÎNE: WERARA NEXŞENASIYÊ

saosyant
0



Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diçe. Mirovên ku li deverekê dibûn xwecihî û şêniyên mayînde yên wê deverê ji bo ku hawirdora xwe bizanin û nas bikin krokîyên basît çêdikirin. Bi saya van krokîyên xwe yên prîmîtîv û nealoz hêsantir û zûtir digihiştin pêdiviyên xwe. Heta niha, kevintirîn nexşeya(krokî) hatiye tomarkirin, dîroka çêkirina wê B.Z 6200 e û aîdê plansaziya bajarê kevnar Çatalhoyûkê ye. Di nûjenbûn û pêşveçûna nexşe û nexşenasiyê de bazirganî di herîkîna dîrokê de bûye mezintirîn hoker. Piştî mezinbûn û geşbûna bazirganiyê gelek nexşeyên ku rêyên bazirganî û kanzayan dîyar dikin, hatine çêkirin.


Nexşeya ewil, ku em bikarin jê re bêjin “nexşe”, beriya B.Z di salên  3800’î de li ser tableteke şaristana Babîlan hatiye çêkirin û gehiştiye roja me. Sûdwer e ku em çavên xwe li ser rêwitiya nexşenasiyê ya ji Serdema Kevnar destpê dike û tê roja me, bigerînin. Bi saya vê çav lê gerandinê, em ê baştir û xweştir rêbazên û rêkarên hilberandina nexşeyên îroyîn fam bikin. Heredotî di sedsala 5’emîn a B.Z da rûerd wekî rastekek hêkî(oval) qebûl dikir, di nexşeya cîhanê a li Heredotî çêkirî da, cîhan bi dê rûzemînan hatibû  dabeşkirin. Ev dabeşkirin wiha bû; Asya, Awrûpa û Afrîkaya Bakur. Ev awayê nexşeyê ji bo werara nexşenasiyê gelek girîng e. Jêdera merîdyen û paralelan jî bi vê nexşeya taybet û girîng a Heredotî ve têkildar e.


                Nexşeya ku heredotî çêkiriye 


Sedsala 4’emîn a B.Z. Arîstotelesî gokanî û giroverbûna cîhanê gotibû, bi têkildarî vê angaşta xwe gotibû; rûberê deryayê nepan e û xwar e her wiha di dema heyvgirtinê(tarîbûna heyvê) de sîya cîhanê bi awayekî girover dikeve ser heyvê. Bilindahiya cuda ya tavê û stêrkan ji ber meridyen û paralelên ji hev cuda ne. Bi destê Eratosthenesê ku sedsala 3’yemîn  a B.Z. jiyayî, hisaba hawirdora cîhanê bi awayekî rast hate kirin û nexşeyeke cîhanê hatiye xêzkirin. Ev geşedan û pêşketin jî ji bo werara nexşenasiyê tiştekî nuwaze bû/ye.


Stabonê erdnas ê ku di sedsala 1’emîn a B.Z. jiyayî modeleke xasî xwe pêşve bir û bawer dikir ku rûerd ji du cemseran pêk tê her wiha di navbeyna van cemseran da pênc îklîm hene heman demê de angaşt dikir ku li başûrê ekvatorê jiyan tuneye.


 Erdnigarî di heyama Ptolemoîsî da wek beşeke zanistê hate pejirandin, di vê heyamê de di derbarê teşeya cîhanê de fikrên cûrbicûr dihatin gotin. P.Z. di sedsala 2’yan de êdî feylesofan bawer dikirin ku cîhan bi okyanûseke mezin hatiye û dorpêçkirin her wiha cîhan wekî dîskekê li nîveka vê okyanûsê  ye û newestar e.  Kenîseya Serdemê jî ev fikr demekî dirêj qebûl kir ji ber vê yekê li Awrûpayê heta sedsal 15’mîn ev fikr serdest û mûteber bû. Di serdema Romayiyan da nexşe û nexşenasî beşeke zanistê ya girîng bû. Di vê serdemê de xak, çavkaniyên sirûştî, rêyên bazirganiyê, bendar û rêyên deryayî yên ku Romayî xwedanê wan bûn li ser nexşeyan hatibûn dîyarkirin û xêzkirin. Ji bo bikaranîneke hêsan ev nexşe hatibûn rûlokirin û dema pêdivî çêdibû gelek hêsan dihatin bikaranîn. Piştî rûxiyana Împaratoriya Romayîyan li Awrûpayê ji ber ramana skolastîk nexşenasî zêde pêşve neçû lê hemwext li Împaratoriyên Ereban yên Îslamîk nexşenasî ber bi pêş ve çû. Ereban berhemên Yewnanîyên Kevnar wergerandin zimanê xwe ji ber vê yekê jî di warên nexşenasî û asîmannasiyê de geşedanên girîng bi destê xwe ve anîn. 


      Nexşeya ku Mihemed Elî Idrisî çêkiriye 


Di sala 1154’ê de erdnîgarê Ereb Mihemed Elî Idrisî dest bi xebata xwe ya çêkirina nexşeya herî sererast kir, vê xebata Wê Idrisî berhema xwe da, û nexşeyeke gelek baş derhate holê. Heman demê bi agahî û zanyariyên ku bazirgan û kaşifên Ereban berhev kirî, nexşeya ku bi navê Tabûla Rogerîana tê nasîn hat çêkirin. Di vê nexşeyê de navnîşanên meridyen û paralelên deverên girîng cih digirt heriî wiha dûrahiya van deveran a bo hev û agahiyên van deveran ên îklîmî jî di nexşeyê de cih digirt. Ev xebat jî nexşenasiyê gelek muhîm e.

 

Ev nexşe 300 salên piştî çêkirina xwe bûye nexşeya herî sererast. Xebatên gelek deryavanan bi vê nexşeyê hêsantir bûne. Wekî ku me beriya niha jî diyar kiribû, heta sedsala 15’mîn li Awrûpayê dihat bawer kirin ku teşeya cîhanê pan e an jî wekî daîrekê ye. Di serdema Navîn de li Awrûpayê nexşeyên ji yên îro cudatir dihatin çêkirin, ji ber şêweya çêkirina van nexşeyan navê T-O li van nexşeyan hatibûn kirin. 

Nexşeyên T-O


Ji van nexşeyan ya herî navdar nexşeyên Ebstrof bûn. Di serdema navîn da li Awrûpayê bi giştî ji nexşeyan re digotin Mappa Mûndî. Li dawiya sedsala 18’mîn rêbazên çêkirina nexşeyan jî guherîn. Rêbaza ku jê re digotin “Pirtikan” dihat bikaranîn, yekem car kaptanên Cenevîzî ev rêbaz bikaranîn. Vê rêbazê wisa kir ku nexşenasî û nexşeçêkerî bigihe asteke bilindtir. Di nava demeke kurt de li tevahiya Awrûpayê, ev rêbaz êdî dihate bikaranîn, ji bo rêwitiyeke ewle ya deryayê hemû hûrgiliyan di portolanan da cihê xwe digirt û ji bo deryavanan bûbûn rêberên gelek baş. Pirfonksîyon bûn. Van nexşeyên ku bi rêbaza portolanê hatibûn çêkirin, xusûsîyeta hevbeş ew bû ku bêyî bikaranîna xêzikên meridyen û paralelan, bi gulebayan(perwaneyên bayî) rê û hêl dihatin dîtin û terxankirin. Ev guleba li ser nexşeyan li cihên girîng dihatin bicihkirin û seranserê nexşeyan meridyen dihatin xêzkirin û bi vê sayê rê dihatin dîtin. Hingî teknîkên pîvîna meridyen û paralelan nehatibûn keşfkirin ji ber vê yekê jî deryavanan ji bo ku rêya xwe bibînin xêzikên portolanan ji xwe re dikirin referans û rê didîtin. Dûrahiyên di navbeyna berav, bender, giravan bi saya xêzikên rêçdîtinê yên li xalên diyarkirî yên referansê dihatin peydakirin. Kaptanek dema ji benderê birêdiket bi saya pîvanên li ser nexşeyê dizanî ka çi qasî rê çûye. Ev nexşe ji bo ku di şertên deryayê yên nebaş de xirab nebin li ser parşomenenan dihatin çêkirin, vê yekê jî wisa dikir ku bi salan ev portolan saxlem bimînin. Portolan exleb birengûreng dihatin çêkirin û bi resmên ji hev cuda dihatin xemilandin. Li ser beşên bejahî û deryayê ya portolanan nivîsên nîşander hebûn. Pêşiyê ji bo rûberên biçûk portolan dihatin çêkirin piştî geşbûna deryavaniyê ji bo deverên mezin û fireh portolan hatin çêkirin.



Ji bo bikaranîna rojane îsolarîo dihatin bikaranîn, ev îsolarîo di jiyana rojane de ji portolanan zêdetir dihatin bikaranîn û îsolarîoya herî kevin ya sala 1420 ye. Ji sedsala 15’mîn heta sedsala 17’mîn nexşenasên Awrûpayî nexşeyên kevin û çavdêriyên deryavanan berhevkirin û nexşeyên baştir çêkirin. Geşedanên asîmannasiyê yên destpêka sedsala, 17’mîn û pêvetir, hesabkirina meridyen û paralelan pêkan kiribû. Galîleî, peykên Jupiterê keşfkirin û dema girtina(heyvgirtin) wan hesabkir ev yek ji bo warê nexşenasiyê reform bû.

 

Geşedanên teknolojîk û îcadên di warê nexşenasiyê de bi saya van keşfan mimkun bûbûn. Pêşveçûnên  sedsala 20’emîn yên di warê hewayî û fezayî de hema bêje çêkirina nexşeyan bêqisûr kir. Li gel pêşveçûnên nexşenasiyê hemdem teknîkên nexşenasiyê jî pêşketin. Yekem cerebeya projeksiyonê bi destê Ptolemaîosî hatibûn kirin û ev cerebe P.Z. di sedsala 2’yan de hatibû kirin. Ji bo baştir bê têgehiştin em behsa mînakekê bikin; gokek şeffaf û di nîveka wê da ronahî heyî bînin aqilê xwe ku ev gok temsîla rûerdê dike, li hawirdora vê gokê sîlildirek tê bicihkirin û bi vê awayê şewqa xêzikên meridyen û paralelan didin ser sîlindirê. Ev rêbaz yekem car di sala 1568’ê de bi destê nexşenas û bîrkarê Flamanî Gerardîûs Merkator ve hatiye bikaranîn, ji ber vê yekê ji vê rêbazê re dibêjin;Projeksiyona Sîlindirîk a Merkator. Xeletiyê ku nexşeyên bi vê rêbazê hatine çêkirin gelek kêm in, her ku ji ekvatorê bê dûrketin rêjeya xeletiyan zêde dibe. Xeletiyê ji ber şewqdanê di warê nexşeçêkeriyê de pirsa; “ ka dê rûerd çawa bo rasteka nexşeyê bê veguhestin?” deraniye holê. Li gor navnîşana deverê ya rûerdê, mezinahiya rastîn a deverê û li gor teşeya rastîn ya deverê bi sedsalan celebên projeksiyonan hatin çêkirin.

Çend projeksiyonên ji bo warê nexşenasiyê girîng ev in;

Projeksiyona Mollweîde, 1805

Projeksiyona Van Der Grînten,1904

Projeksiyona Wînkel, 1914

Projeksiyona Goode, 1923

Projeksiyona Eckerd IV, 1936

Projeksiyona Sîlindirîk a Mîller, 1946

Projeksiyona Robînson, 1963

Post a Comment

0 Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Di nav xêran de) #days=(20)

Tu Bixêr Hatî!.
Ok, Go it!