"Gelek ku kontrolê teknolojîya xwe dike, kontrolê serniviştê xwe dike"
Hîn mirovahî nû derbasî sedeya 21an bûbû ku bi yekcarî xebera telefoneke destan a nû bi bayê xwe yê qewî û germ seranserê dinyayê sermest kiribû. Ew sal bû 2000an ku ew telefona navdar ku bi zexm û qayîmbûna xwe ji ser zimanan da nediket. Pargîdanîya Fînî Nokîa, telefona destan a xwe bi navê 3310 ragihandibû temamîya dinyayê. Çawa ku li ser zar û zimanê xelqê bû, ew telefon bi awayekî gihîştîbû ber destê kurdan jî. Kurd pê ji hevdu ra peyaman dişandin, bangî hevdu dikirin, ji dûrahîya kîlometreyan va xwe bi hezkirîyên xwe va girê didan heta gotegotek heye ku mertebeya rastbûna vê nedîyar e, gava bêhna wan teng dibû(Bo nimûne pezê cînar biketa zevîyê wan) 3310a xwe hil dikirin û diketin yarîya wek snake yaxût yên din. Hingê pê girifto bûn ku gava şevbihêrkan li dar diket(çawa dizanin, lehengê şevbihêrkan dengbêj bûn) mirovên ku guhdarîya dengbêjan dikirin pir kêm bûn seba 3310. -Gotegot dewam dike- Wê hingê dengbêj rika xwe bi 3310ê girê dabûn, dilê wan da tirseke xedar penc vedabû ku ew 3310 navûdengê wan bibire. Dengbêj nedixwastin telefoneke kambax î bêruh dewsa wan bigire. Helbet ew hemî gotegot in. Hûn bi kêfa xwe ne pê bawerî tînin yan na.
Hemî gotegotan daynin rexekî û bizivirin ser rastîyê. Her çendî wan deman Kurd korenezanê teknolojîyê bin; gava te ji wan ra bigota teknolojî ew bi pirsekê va li te vegerîyana wekî: ew kîjan gund e bavê min? tevî vê rewşa malwêran, desteyek Kurdên teknolojîdost û xemxurê ziman hebûn ku ketibûn meraqa fikrekê ku mejîyê wan zahf bi xwe va mijûl dikir: Gelo çênabe em jî mîna miletên din amûrên teknolojîk bi zimanê xwe îstîfade bikin?
Ew meraq û pirs wan mirovan bi bizavê xistibû, nema dikarîbûn li cîhê xwe betal bisekinin. Yek ji wan mirovan bi navê Yakûp Guven î çargurçik ku berdevkîyê vê desteyê kiriye çûye seredana navenda Nokîa ya Li Fînlandîyayê kiriye da bi zimanê kurdî jî xizmetê bidin. Lê cîhê daxê, ji alîye pargîdanîya Nokîa bi egera "zimanekî wisa tune ye", miricaeta wan hatîye redkirin. Dûvre Yakûp Guven(kodnav: çargurçik) lê zêde dike ku Nokîa ji wan ra gotîye gerekê we welat û bayîyekê karbidest(yetkîlî bayî) hebe. Her wisa pêwendîyên kurd û nokîa bi pêketina çirûska şerekî bi encam bûbû. Xortên din hay ji wê meseleyê çêdibûn û di dilê xwe da rikeke sor î kûr xweyî dikirin û daxwaza hindê dilê wan da geş bûbû ku rojekê tola xwe ji nokîa vekin. Ew mesele nema li vir diqede...
Ew meseleya navbera desteyek kurd û nokîa, di ser ra çendek derbas bûbû hema hema li ber jibîrkirinê bû. Pevçûna nokîa û kurdan seqirîbû, dengê şûrûmertalan hatibû birandin. Lê ew doza qedîm bêşik dê rojek bihata û ji nû ve xwe di mejîyê kurdekî da çik bikira.
Wan deman kurdekî hebû li stenbolê li xerîbîyê eskerî temam kiribû, piştî karkirina çend deran axirî li tamîrxaneyekî telefonan da dest bi kar kiribû û heta hatibû ser vê dikanê. Lê Malbata vê dixwast ku ew bizivire cem wan. Nikarî gotina dêbavê xwe bişkîne, rêya xwe girt û çû gundê xwe li bismîl. Navê wî Celal Goger bû. Wê hingê telefona destan a nokîa pir dihate xebitandin. Ew têla destan bala wî jî dikşîne û 3310ek peyda dike. Lê mêze dike hema bêje hemî ziman tê da hene lê çavê wî li zimanê xwe yê zikmakî digere. Mixabin peyda nake.Wa ye di vê lehzeyê da ew doza qedîm ku hatibû jibîrkirin ji nû va cihê xwe di bîra kurdekî da çêdike. Celal Goger diçe pêwendî bi nokîa ra datîne dibêje hal mesele aha bila zimanê me jî tê da hebin. Lê Nokîa gava desteyek kurd sifte çûbûn ji boy miricaeta nokîa bikin da telefona wan bi kurdî jî xizmetê bide, nokîa çi ji wan ra gotibe dîsa heman qiseyê dubare dike dibê "zimanekî wisa tune ye". Hema ku Celal Goger vê qiseyê dibihîze mîna aveke sar ser wî da bikin, cîhê xwe da ditevize. Celal Goger seba vê qiseyê ji hêrsa dipengije, û dibê gerekê ez tiştek bikim. 3310a xwe bi kompîtera xwe va girê dide. Di kompîtera xwe da diçe nava pergeyên nokîa û pergeya minasebetdarê ziman peyda dike û vê pergeyê ji serê heta binî tercimeyê kurdîya kurmancî dike. Dûvra peroş û kelecanî xwe lê daye ku ka ew bixebite yaxûd na. Celal diceribîne, mixabin dibîne ku ew nexebitî li ber dikeve. Lê tu car çok nade erd, dirêjahîya çar mehan pê va dimîne axirî vî karî dibe serî. Xebtûkoşa gumreh a Celal Goger ser digire. Radibe pergeya tercimekirî bi rê dike ji nokîa ra û dibê wa ye we digot ew ziman tune ye vêca hildin vê pergeyê û bi kar bînin. Dilê Celal Goger bi serfirazîya hindê ku ji bo miletê karekê qîmetdar encam da, tê dagirtin. Herwisa tola qedîm tê hilanîn û şerê nokîa û desteyek kurdan bi serkeftina kurdan kuta dibe.
