Yanî Çi?
Vêca hûn dibêjin yan dil dikin bibêjin yan jî ez dixwazim we wisa bizanim ku hûn dibêjin tu bi xwadê, em ji xwe ra rehet rûniştine îşê me tune ye tu me nerehet dikî wan herdu hevrikên qedîm didî ber hev. Tu dawa çi ji me dikî? Bihewin! Ez ê qasî zanîna xwe û qasî qabilîyeta xwe ya nivîsînê hewl bidim pêşî sûreta felsefeya rojava ku di zêhna min da durist bûye anku ez çi jê fahm dikim û çawa dibînim herwisa felsefeya rojhilat bo min çi wateyê dide û di kîjan xusûsê da jev vediqetin. Xweda li gel me be. Hûn ji min piştrast bin û herin ji xwe ra qedehek qehwe çêkin pala xwe bidin heta dawîyê bixwînin. Dawîya dawî bo min cîhê şikberîyê nîne hûn ê pê bihesin ku serê we rehet, dilê we aram, tahma devê we jî şîrîn e(Eger qehweya we têrşekir e).
Hişyar Bin!
Gelî fazîletmendan! Herçî hûn vê nivîsarê dixwînin, dibe mala we bi pirtûkên felsefî dagirtî be, dibe we temamîya emrê xwe bi felsefeyê bihurandibe, dibe di zanîngehekê da beşa felsefeyê xwendibe yaxût heta dibe ku we duh di xewnê da sokrates dîtibe ku şûşeyek dirêjî we dike(Qetîyen şûşeyê qebûl nekin dibe tê da jahr hebe) ji boy we dibe ew nivîs pir basît dîyar bibe lewre gava dixwînin demadem li ber çav bigirin ku ew nivîs ne dahûraneke kûr, ne jî şîkarîyeke akademîk e belkî nivîsek wisa ye ku tenê têbînîyên şexsî li xwe digire. Kerema xwe, li nezanîya min negirin. Hêvîdar im ji boy we nivîseke çêjbexş hemwextane nivîseke sûdbexş be.
Rojava û Rojhilat
Bi rastî gava ez wan herdu têgehan îstîfade dikim, hebekî dilnerehet im çimku bêşik ez dizanim ew cudakirin, cudakirineke sentetîk e û ji me ra riwangeya hin dîroknivîsan dîyar dike ku bînahîya wan a dîrokî li ser dinyayê çawa ne. Nizanim(ya rastî min texmînek heye) cudakirin yaxût senifandina dinyayê bi ser du deveran va li hesaba kê tê yaxûd kî jê berjewendîyan bi dest dixe. Dîyar e ew cudakirin encama xebatên dîrokî ne û hinekan xwestîye dîrokê manîpule bikin û ji boy xwe îstîfade bikin gava alîyekî şerefmend dikin û alîyê din jî navno dikin. Çimku eger hûn pê dihesin ku hûn yê cîhekî,çînekê û komekê ne herwisa hûn dixwazin şerefê,qîmetê bidin navê koma xwe divê berî gişka hûn ji xwe ra dijmeneke sentetîk çêkin. Gava hûn komeke çêdikin divê hemwextane dijekomekê jî beranberê wî çêkin ku gava hûn vê dijekomê navno dikin, navê we şîrîntir û biqîmettir dîyar bibe. Yanî hêsantirîn rêya ku hûn bikaribin çend netew û çend kulturan bi carekê va navno bikin ew e ku hûn wan hemî di bin navekê giştîgir da bicivînin û dest pê kin vê navê bidin ber êrîşan. Em ê jî tevî ku ez ne dilrehet im ji vê tercîhê, pêbendê vê nerîtê bimînin û ji boy vê nivîsê ew herdu têgehan bi kar bînin.
Bîrmendên Heqîqî Zayîdeyê Kîjan Nerîtê Ne?
Erê miheqeq gelek cudahîyên felsefeya rojava û rojhilat hene lê hem çima ku ez ne qabil im ji we ra hemî cudahîyan yekoyeko şirove bikim hem jî çima ku ez dil dikim ji bo vê nivîsê qal bikim ne ew mesele ye, ez ê ji we ra qala cudahîyeê bikim ku bo min giringtirîn cudahî ye. Ew herdu nerîtên felsefî hingê xweser in û hingê riwangeyên xwe yên yekta hene, gava bala xwe didin bîrmendan her yek ji wan nimûneyek in ku rengên nerîta xwe ya felsefî li xwe girtine. Rengvedana nerîta wan a felsefî xwe di fikr û jîna wan da dide kifşê. Hûn dikarin mala xwe da vê biceribînin. Ji xwe ra gazî hevalekê/î xwe bikin û jê ra bêjin ku çend bîrmend hem ji rojhilat hem jî ji rojava tev bike û qetîyen ji min ra navên wan nebêje tenê riwangeya wan û hîndekarîya wan û puxteyek jîna wan bêje û ez ê jî texmîn bikim ew bîrmend yê kîjan nerîtê ye. Rojava yan Rojhilat. Ez bêşik jê piştrast im ger hûn hebekî serwext in dikarin jev nas bikin çimku cudahîya wan mîna heyv û tavê eşkera ye. Gava em li bîrmendên rojavayî dinihêrin dibînin ku bi endîşeya hindê nenivîsîne ku xwîner wan fahm bike. Di berhemên wan da bi giştî têgehên nû hene(ku li hesaba wan tê çimku ew naxwazin bêne fahmkirin), risteyên wisa aloz ku tu dibê îsbateke qewî ye ji boy vê yekê ku ew naxwazin xelq wan fahm bike. Bi giştî li ba bîrmendên emzin ê rojavayî tê dîtin ku ramana wan û jîna wan li hev nagirin. jev dûr in. Yê wan bes daxwazek bû ku ew bi ramana xwe sîstemekê ava bikin û riwangeyeke nû daynin pêş çavê civakê. Bo nimûne em ji nîetzsche biaxivin. Çawa hûn jî dizanin nîetzsche bi xwe şexsîyeteke pir giriftar e, kêşeyî ye. Heta demekê nîetzsche nexweşîyeke derûnî bi xwe ra hildigire lê ew nexweşî xwe nade der heta demekê dîyarkirî. Dûvre dibe duçarê vê nexweşîyê û mixabin heta mirinê li gel balgîf û lihêfekê maye. Herçî nîetzsche, gava em berhemên wî dixwînin heta dev ji me berde lew em tercimeya wî dixwînin. Gava yekî elman ku li elmanya maye temamî emrê xwe da û zimanê wî yê zikmakî elmanî ye diçe berhemekê nîetzsche dixwîne rastî divê pir bi tundî bala xwe bixe çimku zimanê nîetzsche qetîyen ne hêsan e û zimanekî heta bêjî giran e. Nîetzsche yekî fîlolog e û pevgirêdana nîetzsche li gel ziman pir baş e. Li gel hindê ku zimanê elmanî jî îmkan daye ku nîetzsche di nivîsên xwe da helwesteke bi vê rengê bigire. Ew tenê nimûneyek bû ji nava hemî bîrmendên rojavayî. Belkî yek ji hokaran ew e ka çima bîrmendên rojavayî ne zana ne yaxûd pêşeng in di civakê da. Çimku gava tu berhemeke wisa dinivîsî ku hingê zehmet e profesorên mezin ku emrê xwe dane xwendinê jî heta fahm bikin xwîna xwe dixwûn, helbet ji boy gelê navincî yaxûd yê jêrîn rê li ber îmkana hindê digire ku berhema te bixwînin, fahm bikin û hîndekarîyên te di xwe da bimeyînin, li ser jîna xwe tetbîq bikin. Di vê rewşê da jî tu nabî zanayek yaxûd pêşengekî ramanî ji boy gel. Herwisa hokarek din jî heye ku pir giring e divê em çavê xwe jê nepoşin ku bîrmendên rojavayî hîç talaş nakin ramana ji karxaneya xwe ya zêhnî dariştine bînin berceste bikin ku li ser jîna xwe tetbîq bikin. Ji boy wan her tişt di teorîyê da dimîne. Eger em di dema wan da hebûna tu şik jê nabim me wisa biryar bida ku ew çi mirovên durû ne. Bîrmendên rojavayî ji vê rûyê va sextekar û bes çenebazên entelektuel in. Sermesele, John Locke li ser azadîyê nivîsî ye lê ew bi xwe bazirganê koleyan e. Nietzsche bi xwe danerê dîyardeya ubermensch(mirovê jortir) e. Ew şexsîyeta teorîk ya nîetzsche heyberekî wisa ye ku arezû û meyldarîyên îhsasî wekî dilovanî, rik û .hwd lawazî dihesibîne. Lê nîetzsche bi xwe dilovanîya wî wisa lê dike ku ew hişê xwe ji dest bibe. Dilovanîyê nietszche dîn dike. Em hemî hay ji rûdaneke navdar hene. Rojek Nîetzsche bi rê va diçe dibîne ku siwarek bi tundî û qeterehmane li hespê xwe dixe. Herçî nîetzsche wê dîmena hovane dibîne rev pê dikeve diçe ba hesp û wî hembêz dike dibêje "ez te têdigihîjîm". Piştî vê rûdanê nîetszche dikeve erdê dixeriqe. Gava ji nû va hişyar dibe mixabin derûdor dibînin ku nîetzsche bi cesteyî li vira ye lê hiş firiyaye. Anku rengê ramanên wan mixabin em nikarin di jîna wan da bibînin. Tiştê fikr dikirin rengvedana wê ebeden di jîna wan da naxuye.
Îja Rojhilatî Çawa Ne?
Me heta ji me hat hewl da hûrdebînîya şexsîyet, kultura ew li jêr karîgerîya wî da bûn û helwesta felsefî ya bîrmendên rojavayî kiriye. Vêca Em berê xwe bidin alîye rojhilat. Felsefeyê rojhilat, ji roja dêrîn heta hingê kartêkirina wî gihîştîye hemî cure mirovan. Di roja hevçerx da jî guncandina nûjen a wî felsefeyê ji rojhilat bigire heta rojava, emerîka li her derê dibînin. Çima gava em dibêjin zana yaxûd hîkmetmend yekser fîlozofên rojhilatî dikevin bîrê. Bo nimûne zerdeşt, bûda û konfûçyûs û hwd... Ya gerekê min di dawîyê da bigota bînim ji we ra di serî da xulasa bêjim. Tiştê bîrmendên rojavayî dikirin, bîrmendên rojhilatî bereqsê wî dikirin loma bîrmendên zana û hîkmetmend zayîdeyê vê nerîtê ne. Îja bêhtir bi kûr va herin. Çi tişt bûn wan dikir lê bîrmendên rojavayî nedikir. Îzah nepêdivî ye ku bîrmendên rojhilatî dûrî çenebazîyên entelektûelî bûn. Ew bi felsefeyê ra mijûl dibûn çimku ji dil heqîqetê dixwastin. Wan divîya tiştê bi navê heqîqet peyda bikin û di çarçoveya wê heqîqetê da jîyana xwe ji nû va sererast bikin û heta tiştê ew heqîqet qebûl dikin, wan dil dikir wî belav bikin da ku geşedanek, pêşkeftinek di civakê da peyda bibe. Berevajî bîrmendên rojavayî, bi endîşeya hindê diramîyan û derbiranê ji ramanên xwe dikirin ku bi rastî heqîqetî binimîne, bibe çirayeke geş ku rêya civaka xwe heta temamîya mirovahîyê ron bike. Eger dema guncav hûn jînenîgarîyeke bîrmendê rojhilatî bixwînin bixisûs yên esyayê dûr, hûn ê tiştekî bibînin ku di yê hemîyan da hevpar e. Bîrmendên rojhilatî raman û kiryarê wan da pevgirêdaneke mihkem î qewî heye. Bi zimanê kolankî dev û dilê wan yek e. Yanî ji ber ku dûrî çenebazîyên entelektûel in û nesextekar in, bi dilekî rast heqîqetê dixwazin û pêbendê hîndekarîyên xwe ne ku çi raman di zêhna wan da hebin hewl didin rastîyên xwe tetbîqî jîyana xwe bikin. Çima ku xelq dibîne ew hem dirame hem jî ramanên xwe bi yekcarî hewl dide tetbîqî jîna xwe bike heta dike jî, xelq jî hêdî hêdî dilê wan bi vê hîndekarîyê germ dibe û dibînin ji çîna jêrtir, navincî heta çîna jortir ew hîndekarî belavî hemî deverên civakê bûne. Loma têbînîya min ew e, rojhilat samîmî û dilrast e ji ber vê yekê bîrmendên heqîqî yê zana zayîdeyê rojhilatê ne.
Derencam
Ez spasxwaz im we bi bêhnfirehî heta dawîyê xwandîye. Çawa min di serî da jî dîyar kiriye, ew hemî têbînîyên min ên şexsî ne û ne dahûraneke kûr ne jî şîkarîyeke akademîk e. Derîyê rexnegirtinê serpiştî vekiriye û çi têbînîyên we hebin çi erênî çi neyînî lehzeyek jî fikarê nekin werin ji me ra bibêjin. Di xêr û xweşîyê da bin.
