HOMOYÊN KEVNARTIRÎN: HOMO HABILIS...

saosyant
0



Silav xwînerên hêja, piştî nivîsa malbata hominînan divê em derbasî homoyan(mirov) bibin. Piştî vê demê, em ê yeko yeko li ser homoyan bisekinin, taybetmendî û girîngiya wan bînin ber çavan. Îro jî em ê homoyê yekem binirxînin.

Berîya her tiştî divê em bizanin homo çi ye. Homo peyvek latînî ye û tê wateya mirov. Di navlêkirina biyolojîk de, ji bo pênasekirina cureyên zindîyan tê bikar anîn. Wekî ku ji mirovên niha re em dibêjin Homo Sapiens. Homo sapiens jî tê wateya mirovên biaqil. Her wekî din ji bo cureyên mirovên din re jî peyva homoyê tê bikar anîn. Ev navlêkirin ji bo werarê em baştir bizanin rêbazek gelek girîng e.


Yekem bavikên me yên jêhatî: Homo Habilis..

Homo habilis tê wateya mirovên jêhatî. Navê vê cûreyê ji aliyê arkeolog û antropolog Louis û Marh Leakey ve hatiye dayîn. Ev curmirovê yekem nêzî 2.8 û 1.5 mîlyon sal berê li Efrîkayê jîyane. Fosîlên van li gelek deverên Afrîkayê hatine dîtin. Ev jî destnîşan dike Homo habilis li erdnîgariyeke berfireh belav bûne û îhtîmal e ku bi curmirovên din re jî ketibin têkiliyê.


Homo habilis li gor homînînên din zêdetir dişibiyan mirovan. Bejna wan nêzî 1.3 metre û giraniya wan jî dora 34kgê bû. Hecima mejiyê wan 550-700 cc bû. Gava em li mejiyê wan binêrin, em ê bibînin ku mejiyê wan li gor mejiyê mirovên nûjen gelek biçûk dimîne. Dema em diranan jî berhev bikin em ê bibînin diranê homo habilisan ji yê mirovên nûjen biçûktir û rûyê wan cihderketiye.


Taybetmendiyeke vê curmirovî heye ku bi vê taybetmendiyê xwe ji cureyên din vediqetîne. Homo Habilis ew curmirov in ku yekem car bi keviran amûr û alavan çêkirine. Ev yek, di werara mirovan de gelek girîng e.


Homo habilis xwediyê şêwaza jîyana nêçîrvanî bûn. Qabiliyeta wan a çêkirina amûrên kevirî di nêçîr û çalakiyên berhevkirinê de avantajek mezin dida wan. Bi saya vê taybetmendiyê xwarinên wan jî cûrbicûr bûn. Her wiha hînî tûj kirina amûran jî bibûn. Bi saya vê yekê rêya dîtina obsidiyen û kevirên din ê qedirbilind hat vekirin.


Li ser tevgerên civakî yên Homo Habilisan zêde tişt nayê zanîn. Lê lêkoler wisa texmîn dikin di navbera wan de têkiliyek xurt û hevkarî hebû, her wiha ew wek koman dijîyan û ev hevkarî û têkilî, rêya yekem formên civakî vekirin.

Tags

Post a Comment

0 Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Di nav xêran de) #days=(20)

Tu Bixêr Hatî!.
Ok, Go it!