Nirxandina Tabloya Jidayîkbûna Venûs-ê!

saosyant
0




Ev nivîs bi sponsoriya tirsik.net-ê hatiye amade kirin.

Tabloya Jidayikbûna Venûsê yek ji tabloyên herî hunerî û kûr ê Ronesansê ye. Nîgarxêzê Tabloyê Sandro Botticelli ye. Wî texribî di nav salên 1485 - 1490an de tabloyê xêz kiriye. Eve tabloya xêz kiriye jî divê tenê wekî tabloyê neyê dîtin. Eve tablo him gaveke mezin a ronesansê ye him jî destpêka avabûna nêrînên nû ne.


Sandro li Floransayê ji dayik bûye. di sedsala jiyaye de nêrîna platonî bi estetîkê re xemilîbû. Sandro jî yek ji wan ressaman e ku ew bixwe mîtên bingehîn ên xaçperestiyê bi estetîkê re dixemilîya. Hişê wî yê hunerî him ne girêdayî baweriya paganê bû, him jî ne girêdayî dêrê bû. Wekî hûn dizanin di wê serdemê de wekî di hemû mijaran de huner jî di destê dêrê de bû. Lê Botticelli destê xwe ji her duyan şûştibû û hunerekî xwemalî afirandibû. 


Dema em pêşî li tabloyên dinêrin tehmeke sekan û pastoral distînin. Lê dema em koka wê vedikolin em tê de bêdengiyek kûr hest dikin. Ew bêdengî jî Bêdengiya jidayikbûnê ye. Dema em lê dinêrin, em dibînin her tişt bi awayekî herîkbar diherike, av sekan e, kêfa di nav avê de narîn e, ba bi awayekî romantîk diweze. Lê beriya vê aramiyê kaosek mezin hebû. Eve tablo jî bêdengiya piştî kaosê ye. 


Çîroka bingehîn a tabloyê digihîje çêbûna xwedawendê evîn û xweşikbûnê a yewnanî ango digihîje çîroka jidayîkbûna Aphrodite-ê. Jixwe di mîtolojîya romayîyan de hevtayê Aphrodite-ê, Venûs e. Li gor çîrokê Kranos ji bavê xwe aciz e û dixwaze serokatîya bavê xwe bişkîne. Ji ber wê yekê rojekê Kranos radibe û kîrê bavê xwe (Uranos) jê dike û diavêje nav behrê. Çawa kîrê Uronos dikeve nav avê bi avê re kêf (Aphros) ku navê Aphrodite-ê ji vir tê çêdibe. Di nav kêfê de jî Aphrodite jidayîk dibe. Wekî min got hevtayê vê di mîtolojîya romayîyan de Venûs e û Botticelli jî ji ber wê yekê navê tabloya xwe daniye jidayîkbûna Venûsê.



Sandro Botticelli vê kaosê li gorî xwe di çarçoveya felsefeya neoplatonî de xêz dike. Gotina Marsilio Ficino ya "xweşikbûn siya xwedê ye" di tuvala Botticelli de tecelî dibe. Di heman demê de, em dikarin bibêjin ev berhem wekî manîfestoya felsefî ya bangawaziya li ser vegerina mirovî ya xwezayê û dîtina ruhê mirovatîyê ye. Eve gotin gotinek gelekî cidî ye lê dema em dinêrin em dibînin laşê ku bi sedsalan di nav tarîyê de maye, bûye sedema dîtina gunehê û tirsê di firçeya Botticelli-î de dibe ronahiyek. Tazibûna venûsê di destê Botticelli de ne cihê şermê ye, li gorî wî ew bingeha hebûnê ye. Di rastiyê de ew tazibûn masûmîyeta hemû mirovî ye. Dibe ku ji ber vê yekê venûsa di vê tabloyê de xuya dike ji xwedawendê zêdetir wekî îdeayekî tê qebûlkirin. 


Dema em li kompozîsyonê dinêrin em dibînin di navenda tabloyê de Venûs heye. Diyar e ji nav avê nû derketiye, li ser dircê ye. Di vir de Botticelli  dixwaze li gorî tiştên din zêdetir derkeve pêş û bi awayekî hîyerarşîk li ber çav be. Di heman demê de Sekna Venûsê dişibe sekna kontrapost ku ev sekn di berhemên heykel ên serdema antîk de tê dîtin. Jixwe em çawa li tabloyê dinêrin, em dibînin bi teknîka kontrapostê hatiye çêkirin. Ji ber ku hemû giraniya Venûsê li ser lingekî ye. Ev yek dike asîmetrik bê xuya û balê zêdetir bide ser xwe.


Bi rastî tazîbûna laşê Venûsê hinekî girêdayî serdema xwe ye. Di hunera Serdema Navîn de, laşê mirov piranî wekî "guneh", "xirabî" û "şermî" dihat dîtin; yanî beden tiştekî ku divê mirov jê şerm bike bû. Lê belê bi ronesansê re tazîbûn bi estetîk, pîvan û xwezayîbûnê re ji nû ve hat pênasekirin. Di vê çarçoveyê de, tazîbûna Venûsê ne meseleya erotîzmê ye.  berevajî wê, wekî ew eyneyek bedewiya îdeal û nîşaneya nizama îlahî ye. Ji ber wê yekê ye felsefeya "Neo-Platonîzm"ê tesîrê Sandro kiriye û wî ferq kiriye bedewiya laşî tenê derenceyek e ji bo gihîştina bedewiya ruhanî.



Li aliyê çepê du kes li çavê me dikevin. Zephyr û Chloris. Zephyr xwedawendê baya rojavayî ye. Zephyr chlorisê direvîne û keyanîya kulîlkan dide Chlorisê. Dema em li tabloyê jî dinêrin, em dibînin bi saya baya ku bi devê Zephyr derdikeve Venûs nêzî qeraxê dibe. Di heman demê de em dibînin ku bi bayê kulîlk jî dixuyin û ev jî nîşaneya hatina biharê ye. Yanî em dikarin bibêjin jidayîkbûna Venûsê hatina biharê ye. Belkî jî newroza yewnanan girêdayî jidayîkbûna Venûsê be. 

Post a Comment

0 Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Di nav xêran de) #days=(20)

Tu Bixêr Hatî!.
Ok, Go it!