JI ŞEMPANZEYAN HETA MIROVAN: MALBATA HOMINÎNÎ...

saosyant
0



 


Merheba xwînerên hêja, rêwîtîya me yê werara(Evolution) mirovan berdewam dike. Di vê nivîsê de ez ê behsa nîvmirovan bikim. Navê malbata me Hominîn e. Di vê malbatê de, ji xeynî mirovan; şempanze(Pan) bonobo jî cih digrin. Cureyên endamên vê malbatê dikarîn li ser piyê xwe bisekinin ku ev taybetmendî di werara mirovan de cihek gelek taybet digire. Endamên Girîng ên vê malbatê jî ev in:

Sahelanthropus: Sahelanthropus, cureyek homînîn e ku nêzî 6-7 mîlyon sal berê li Efrîkayê jîyaye û yek ji homînînên tê texmîn kirin pêşiyên mirovan e. Ew wekî yekem cureyê mirovan tê hesibandin. Yekem fosîlên Sahelanthropusî li çola Sahrayê ku di sînora çadê de ye hatiye dîtin. Ji ber fosîlên vê cûreyê gelek kevnar e, li serê zêde nikaribûn lêkolînan bikin û bi vê sedemê di derbarê cureyên Sahelanthropus de tiştên tê zanîn sînordar e. 


Mejiyê cureya Sahelanthropusî li gorî mirovên nûjen pir piçûk e û laşê wan jî ne mîna mirovên nûjen e. Ev cure yekem cure bû ku dikarî li ser piyê xwe bisekinin. Her wiha tê texmîn kirin di nav pêşiyên mirovên nûjen de ev cure jî heye lê tiştek wisa heye ku hin ev yek nehatiye qebûl kirin û meseleyek ber bi nîqaşê ye.



Orrorin: Cureya ororinê nêzîkî 6 mîlyon sal berê dema dabeşbûna mirov û şempanzeyan de jîyaye. Ji ber vê yekê di werara mirov ê pêşîn de rola vê cureyê gelek girîng e. Fosîlên orrorin ê di nav homînînan de taybetmendiya bipedalizmê( li ser her du piyê xwe sekinîn) daye xuyakirin. Cureya ororinê, bi taybetmendiyên hestîyên mezin ên qûnê, piyên dirêj û destên biçûk dişibiya mirovên nûjen. Wekî din diranê wan jî dişibiya mirovên nûjen lê mejiyê wan li gor mirovên nûjen gelek biçûktir bûn.



Ardipithecus: Ardipithecus yek ji hominînên ku tê texmîn kirin ku pêşiyên mirovan e. Li Geliyê Avash a Etiyopyayê fosîlên cureya Ardipithecus hatine dîtin. Cureyên Ardipithecusî cureyekî homînîn e ku nêzî 5,8 - 4,4 mîlyon sal berê jiyaye. Ardipithecus dikarî li ser piyê xwe bisekine, xwedî mêjîyek mezin lê li gorî mirovên nûjen biçûk û cureyek li ser daran dijiyabû. Taybetmendiyek Ardipithecus heye ku li gor cureyên din cudatir e ew jî ew xwediyê tiliyekê mezin ê piyê bûn.



Australopithecus: Australopithecus yek ji homînînên ku tê texmîn kirin ku pêşiyên mirovan e. Herî pêşî li başûrê Efrîkayê bi saya fosîlan hatiye kifş kirin. Cureya Australopithecus nêzî 4 -2,5 mîlyon sal berê li Efrîkayê jîyaye. Di werara mirovan de cihek girîng digire. Li gor cureyên din baştir dikarî li ser piyê xwe bimeşin, xwediyê çeneyek û diranek bihêz bûn. Li gor lêkolînan zêdetir bi xwarinên nebatî xwe têr dikirin.



Piştre, cureyên wekî Homo habilis û Homo erectus, ku cureyên yekem ên cinsê Homo ne, derketine holê. Homo erectus bi qasî 1,8 mîlyon sal berê derket holê û dest bikar anîna amûran kir. Ev di pêşketin û werara mirovan de xaleke gelek girîng e. Ji serde Homo erectus fêrî bikaranîna agir bû û ev faktorek girîng e ku mirov ji heywanên din cuda bike. Di nivîsên pey re em ê baştir van cureyan nas bikin...

Tags

Post a Comment

0 Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Di nav xêran de) #days=(20)

Tu Bixêr Hatî!.
Ok, Go it!