DARA JÎNÊ EVÎNA MIROVÎ BIXWE YE: NIRXANDINA FÎLMA THE FOUNTAIN-Î

saosyant
0


Heyat e, ez çi binivîsim dê têra ramanên min ên li ser fîlmê neke. Min çendî fîlm darî kirine, min çendî roman xwendine, min çendî rojnivîsk û jîyan dîtine lê ti tişt wekî vê fîlmê tesîrê min nekiriye û min xwe wisa bi çavekî zelal nedîtiye. Her gava dariyê fîlmê dikim ez diçim xewnên xwe yên zarokatîyê. Wekî ez di nav xewnên xwe de bim. Ew xewnên min ên wekî zêde eleqeya wan li hev tunebe dixuyin lê di rastiyê de koka hemûyan digihîje heman derî. Ez diçim wan rojên xwe yên min rêya xwe digeriya û bi saya dîn, bawerî û mîtan min hewl dida hebûna xwe bibînîm.

Bi rastî ez sînefîl nîn im, min gelek caran hewl daye ez bibim sînefîl lê nebûye :) Ji ber vê yekê ez ti carî nikarim ji xwe re bibêjim bêhna min hinekî teng bûye ka fîlmekî vekim û xwe jibîr bikim. Yanî ji bo kêfxweşîyê û ji bo dema xwe biborînim zû bi zû naçim li ber deriyê fîlmekî ranazim. Fîlmên darî bikim piştî lêkolînên dirêj hildibijêrim û wisa seyr dikim. Ji ber wê yekê ye ji fîlmên seyr dikim zû bi zû aciz nabim û têm çend car ser hev seyr dikim. Min cara yekem tam salek û du roj berê darîyê vê fîlmê kiribû û di vê du sal û du rojan de min 8 caran dîsa darî kiriye. Ji ber wê ye ji bo min ev fîlm ji aliyê hemû dînamîkên xwe ve; nûwaze ye, nestêle ye û muhteşem e. Tenê ne dîmenên fîlmê, muzîka wî jî wisa ye. Ez li her şevê beriya rakevim, dema pirtûk bixwînim, dema ez bimeşim dîrekt strana fîlmê ya Clint Mansell çêkiriye ya bi navê Death is the Road to Awe ku tê wateya mirin rêya diçe aramiyê ye vedikim û dikevim nav fikrên kûr û bêdawiya zemanî difikirim. Difikirim ji xwe re û dibêjim bi min astenga herî mezin a bêdawîyê, jiyîn e. Mero ger jiyînê bi mirina laşî ve girêbide ti cara sînorên bêdawîyê dê nizanibe lê dema mero bizane mirina bedena laşî ne mirina rastîn e wê demê ew bêdawiya xwe biafirîne.


Di fîlmê de gelek caran li rastî pirsên zarokatiya xwe dibim. Rêwîtîya min a baweriyan tê li ber çavê min. Lêgerîna min a jiyînê, pirsên min ên hebûnperestiya otantîk û gelek tiştên din… Carcaran ez xwe wekî Izzy dibînim dikevim nav şopa Mayayan û koka dara jînê digerim. Carcaran xwe wekî Tommy dibînim û ji aliyê wijdanî ve divê çi bikim wê li xwe dipirsim. Carcaran diçim li bal mirovê yekem, carcaran jî diçim fezayê li Xibalbayê û bêdawiya demê tehm dikim. Dema ez behsa vê fîlmê hevalên xwe re dikim çavên min dibiriqin. Bi kelecanî ez nikarim gotinên xwe bînim bal hev û hevokên xwe nikarim temam bikim. Ew jî şaş dimînin û li benda hêviyeke mezin dariyê fîlmê dikin lê piştî dariyê fîlmê dikin tên bal min û dibêjin me wekî te hest fîlmê nekir, dibe ku me fêm nekiribe û divê ez hinekî vekolim û dîsa darî bikim. Lê tesîra fîlman a li ser mirovan ne girêdayî zanabûna tiştan e. Zêdetir li ser wê tiştê ye ku mirov xwe tê de çiqas dikare bibîne? Çiqasî dikare xewnên xwe, pirsên xwe yên zarokatiyê bibîne.

Divê êdî hinekî li ser fîlmê hûr bibim. Fîlm li ser sê mijaran bingehî dide. Ya yekem îro ye, Izzy nexweş e û tumora di mejiyê wê de her roj diçe mezin dibe û hêdî hêdî wextê mirina wê tê. Ji ber wê yekê bîst û çar saetan Tommy di laboratûara xwe de li pey dermana nexweşiya Izzyyê e. Ya duyem, bîra Tommyî ye. Li nav dinyaya bîra Tommyî de derbas dibe. Di nav fezayê de li nav kûreyekî de ye. Bi darekî hişk bûye re hildikişe Xibalbayê. Di vir de em hestên Tommy baştir dibînin, Tommy mirinê qebûl nake û xwe gelekî sûcdar dibîne. Ya sêyem jî di nav pirtûka Izzy nivîsîye de derbas dibe. Di sedsala 16an de li Spanyayê derbas dibe. Spanya li ber mirinê ye û keybanûya Spanyayê peywirek dide şovalyeyê xwe û dibêje hêviya Spanyayê tu yî. Lê di vir de Izzy ne mijarek dîrokî vedibêje, ew bi awayekî sembolîk qala nexweşiya xwe dike û Tommy re dibêje hêviya min tu yî. Gustîlkek dide şovalyeyê xwe û dibêje ger tu dara jînê bibînî vê gustîlkê bixe destê xwe wê demê em ê nemir bin û em ê her bi hev re bijîn. Bi min gustîlk mirin bi xwe ye û dema her du jî mirin ew ê heta hetayî bijîn.


Di Încîlê de du heb dar hene, yek dara jînê ye yek jî dara zanînê. Her kes dara zanînê dizane û ji ber Adem û Hewa ji dara zanînê sêv dixwin ji Adenê tên avêtin û Xwedê dara jînê vedişêre. Her kes li gorî xwe dinirxîne vê bûyerê. Hinek dibêjin ev tevger sedema gunehê yekem e, hinek dibêjin qurretî ye, hinek dibêjin serîrakirinek e. Lê ji bo min wisa nîn e, ji bo min xwarina sêvê mirinek bû. Belkî laşê wan nemir lê jiyana wan ê kevin mir û çavê xwe jiyaneke nû re vekirin. Wekî Izzy jî dibêje “mirin di rastiyê de jidayîkbûnek nû ye.” Di mîtolojîya Mayayan de rahîbê yekem xwe ji bo dinyayê feda dike û ji laşê wî dara jînê çêdibe. Dara jînê jî dibe hêlîna dinyayê ku hemû nebat û ajal li dorê wê jidayîk dibin. Em dibînin mirina tiştekî dibe destpêka jiyana tiştekî din. Di veguherîna xwezayê de jî wisa jî pêlên di payîzê de diweşin dibin axa biharê, dema stêrkek diteqe, hêmanên di nav de dibe cewhera stêrk an jî exterekî din. Heta dema mirov nefesa xwe ya dawî dide, karbonên di wê nefesê de dibe jînek ji bo zindîyeke din.

Tiştekî balkêş jî heye, di dînên Îbranî de, di Bûdîzm, Şamanîzm û di mîtolojîya Mayayan de em çîrokên hevpar dibînin. Bi min şibînek wisa ne tesadûf e. Di Încîlê de behsa bexçeya bihuştê, dara jînê û dara zanînê tê kirin, di Mayayan de Xibalba (wekî Şîbalba tê xwendin) dara ku digihîje esmanî û kesên ava dara jiyanê vedixwin dibin nemir… Dîsa di Şamanîzmê de behsa dara dinyayê ku ew esmanan girêdide tê kirin û di Bûdîzmê de jî fezaya ku vediguhere. Di hemû baweriyan de motîfên hevpar hene û li gorî min sedema sereke ya vê yekê jî beriya mirov belavî dinê bibin ji xwe di bîra wan a civakî de çîrokên wisa hebûn. Lê piştî belav bûn, êdî ev çîrok li gor erdnigariya xwe veguherî û çîrokên wisa derketin holê.


Gelek sehne hene em dikarin bi saetan li ser wan bifikirin. Yek ji wan jî nêrîna Tommy a li ser mirinê bû. Di fîlmê de Tommy hewl dide mirinê jî holê rake û li gorî wî mirin jî nexweşîyek e û dibêje ez ê dermana mirinê bibînim. Bingeha fikirîna wî bê Izzy jiyanek nikare bifikire. Jiber ku Izzy jê re bûye jîn, bê wê dê ew jî bimire. Ji ber vê yekê Tommy mirinê qebûl nake û dixwaze ji mirinê re tedawiyek bibîne. Ji bo vê armancê bi roj û şevan li laboratûara xwe de dixebite. Carinan Izzy tê dibêje were dema xwe bi min re derbas bike. Izzy dixwaze van demên xwe yên dawîn bi Tommyî re, barîna berfê seyr bike, dixwaze jê re çîrokan bibêje lê Tommy ji ber ku dizane wextê wî hindik maye, ger zû dermanekî nebîne dê Izzy bimire li dijî Izzy derdikeve û berdewamî xebatên xwe dike. Li vir jî terazîyek wijdanî derdikeve pêşiya me. Gelo em ê di rojên dawîn a hezkirîyên xwe de em ê li bal hezkirîyê xwe bin an jî em ê hewl bidin çi tedawî heye li ser wê em ê şev û rojê xwe bidin? Dema van sehneyan darî dikim ji xwe re dipirsim: gelo em di jiyana xwe de her tim ji bo pêşeroja xwe ava bikin dixebitin, wekî di pêşbaziya bazdanê de bin û em tim baz didin. Lê hîç em ferq dikin ji bo em pêşeroja xwe ava dikin em çend îroyên xwe winda dikin? Ji bo siberojek baştir, em çend rojên xwe yên biqîmet dikujin?

Ka em werin ji bo min mijara herî girîng. Çend sal e ez li ser vê difikirim. Gelo em ji ku dizanin dara jînê bi rastî jî darek e? Belkî bi awayekî sembolîk jê re dara jînê hatibe gotin. Belkî jî ji ber ew taybetmendîyê darê dihewîne em jê re dibêjin dara jînê? Tommy jî ji serê fîlmê heta dawiya fîlmê bi rastî li pey darekî ye lê dara jîyana wî her tim li balê li benda kifşkirina wî bû. Bi min dara jîna her mirovî cuda ye û ew hezkirîyê wê/î bixwe ye. Ji bo Tommy jî dara jînê Izzy bi xwe bû. Bi rastî jî dara jînê evîna mirovî ye. Tiştê mirov nemir dike ne saxiya laşê wî/ê ye. Ew tiştê li pey xwe hiştiye mirov dike nemir. Ger mirovek bikare bibe bişîrîna li ser rûyê mirovekî, ger bikare di nav diayan de cih bigre, ger bikare di nav pirtûkekî an jî nameyekî de cih bigre wê demê dibe bi rastî jî nemir. Ji ber wê ji bo min nemirî ne girêdayî fonksîyonên bîyolojîk e. Dema ew mirov di hişê hezkirîyên xwe de bijî ew her tim dê bijî. Ji ber wê jî Izzy ti carî ji Tommy dermanek nexwest, wê tenê ji Tommy-î wextekî bi hev re derbas bikin dixwest, wê dixwest Tommy destê wê bigre û pirtûka dinivîse xilas bike.


Kêfxweşî û hizûra mirinê… Nizanim ev yek ji bo we tê çi wateyê lê ji bo min wateya vê yekê gelekî kûr e. Nêrîn û hesta ku ti carî min nedizanî çawa bilêv bikim min di sehneya Izzy di pirtûkxaneyê de lê rastî ronahiyê hat û ket erdê de min dît. Dema wê birin nexweşxaneyê Izzy ji Tommy-î re got “ez êdî natirsim.” Piştî vê gotinê kir bişîrîn û rihetiyek li rûyê wê peyda bû. Lê hestek gelekî nêzîk bû. Wê sehneyê ez birim paşeroja xwe. Wextekî min gotibû êdî ez ê konê xwe bidim hev û ez ê ji vê dinyayê xatir bixwazim aramî û kêfxweşîyeke sedsalî hatibû li ser min. Nayê bîra min beriya vê qerarê ez ti carî ewqas kêfxweş bûbûm an. Piştî wê demê êdî dudilîya li ser jiyana min xilas bibû û tenê rojên mayî li pey min bû. Min hebûna mirinê qebûl kiribû û min dizanî piştî ez bimirim wê çaxê bibim nemir. Ji bo Izzy jî wisa bû, êdî mirinê qebûl kiribû û jê nedireviya. Ji ber wê jî aramiyek bêdawî li ser wê ava bibû.

Etîket

Şîroveyekê Binivîse

0 şîrove

Şîroveyekê Binivîse (0)

#buttons=(Di nav xêran de) #days=(20)

Tu Bixêr Hatî!.
Temam, Fêm Kir!