ÇÊBÛNA DINYAYÊ Û ORGANÎZMAYÊN YEKEM

saosyant
0

 


Dinya nêzî 4.6 mîlyar sal berê pêk hatiye. Pêvajoya çêbûna dinyayê di encama lihevketina mezin a kozmîk pêk hat. Di encama vê lihevketinê de, dinya jî weke piraniya exterên pergala me ya rojê, ji ewrekî mezin ê gaz û tozê ku jê re protoexter tê gotin, çêbû.


Di destpêka çêbûna dinyayê de ne parzemîn hebûn ne jî okyanûs. Ji ber ku kakila erdê tunebû dinya ji magmayê pêk dihat. Qada kişan ê dinyayê, curbicur cismên fezayî girt û kir ku dinya mezin bibe. Qada manyetik ê dinyayê jî radyasyonên ji tavê dihat asteng kir û bi saya vê yekê li ser rûyê erdê şert û mercên jiyînê yek bi yek pêk hatin.


Tiştên di dema çêbûna dinyayê de qewimî bi qasî 500 mîlyon salan berdewam kir. Di vê demê de rûyê erdê gelek caran heliya û sar bû, teqînên volkanîk çêbûn, atmosfer û okyanûs derketin holê. Ger hûn bibêjin okyanûs çawa çêbûn jî li gorî teorîya zêdetirîn tê qebûl kirin dibêje av bi saya meteor û asteoridan derbasî dinyayê bûye.


Dûv re, bi qasî 3,8 mîlyar sal berê, yekem formên jiyanê li ser rûyê erdê derketin. Ev formên jiyanê wekî bav û kalên mîkroorganîzmayên îroyîn têne hesibandin. Lê tiştek wisa heye ku bi rastî jî zanyar nizanin ka organîzmayên yekem çawa çêbûne ji ku hatine lê gelek teorî pêş xistine.


Em dizanin ku ji bo çêbûna şaneyekî re rewşeke wî pêk bîne pêwîst e, ji bo ev rewş jî pêk were, dem û bûyer pêwîst in. Bi saya dem bi dem qewimîna hin bûyeran jî rêyên çêbûna şaneyan pêk hatine.


Li gorî hîpoteza herî tê qebûl kirin jiyan li ser rûyê erdê bixwe bi çêbûna molekulên organîk dest pê kiriye. Molekulên organîk ji bo şaneyekî tiştên herî pêwîst in. Şane li ser van ava dibe û pêş dikeve. Her wiha li gorî vê hîpotezê, têkiliyên di navbera gazên di atmosferê de û madeyên kîmyewî; bi brûsk, radyasyon û teqînên tendûrê re reaksîyonên kîmyewî pêk hatiye û bi saya van reaksîyonan jî molekulên organîk derketine holê. Dûv re ev molekul di behr û di avên din de kom bûne û bi têkiliya avê re asîda amîno û nukleîk û molekulên bîyolojîk ên din pêk hatine. Piştre, ev molekulên organîk ên tevlîhev ji bo çêbûna proteîn, DNA û RNAyê rolekî gelek girîng leyistine. Piştre hatine cem hev û bingeha şaneyan pêk anîne û bûne wesîleya çêbûna mîkroorganîzmayên yekem.


Hîpotezeke din jî dibêje ku jiyan ji fezayê hatiye dinyayê. Li gorî vê yekê, mîkroorganîzmayên mîna bakteriyan ku bi meteorît, asteroîd û tiştên din ên fezayê vediguhezine dinyayê, bûn sedem ku jiyan li ser rûyê erdê xuya bibe. Wekî ku min li jor de jî nivîsî, di destê me de tiştekî ku em teqez bibêjin ku jiyan wisa hat dinyayê tune ye. Zanyar yeko yeko, bi fosîl û lêkolînan teorîyên xwe vedibêjin û ji bo van teoriyan jî meteryalên payebilind derdixînin. Her çend ev teorî bi saya vedîtinan bikarin têk biçin jî her car ji bo me berî her tiştî rasteqîn pêwîst e.

Post a Comment

0 Comments

Post a Comment (0)

#buttons=(Di nav xêran de) #days=(20)

Tu Bixêr Hatî!.
Ok, Go it!