Sosyalîzm raman û felsefeyeke siyasî, civakî û aborî ye. Ew di nav xwe de hin pergalên aborî û civakî yên ku bi xwedîtiya civakî ya navgînên hilberînê dihewîne. Pêşengên sosyalîzmê Platon, Saint Siman û Robert Owen tên qebûl kirin. Nûnerên sosyalîzma zanistî jî wekî Karl Max û Friedrich Engels tê qebûl kirin. Li gorî sosyalîzmê civak ji mirov girîngtir e ji ber wê jî ew balê didin li ser civakê. Li gorî Sosyalîzmê divê Aborî û siyaset jî di heman çarçoveyê de bê nîqaşkirin.
Fikra sosyalîzmê bi Şoreşa Pîşesaziyê re vejiyaye. Bi Şoreşa Pîşesaziyê re karkerên çandiniyê bûn wekî karkerên kargehan. Civakeke berfireh jî di nava şert û mercên xirab de kar dikirin û mûçeyên kêm distandin lê xwediyên navgînên hilberînê jî pereyên mezin bi dest dixistin. Ji ber vê yekê jî êdî hêdî hêdî gel li ber vê pergalê radibû û pêşengên wekî Marx û Engels jî tovên sosyalîzmê avêtin.
Sosyalîzm li ser wekhev belavkirina serwetê bingehî daye. Ev wekhevî ji li gorî ked û jêhatîbûna mirov diyar dibe. Rêbaza sosyalîzmê sîstema bacê ye. Hikûmet zêdetir bacê li ser dewlemendan ferz dike ku pereyên ji wan distîne ji bo pêdiviyên belengazan bîne cih, bi kar tîne. Hêsantirîn ji bo bê fêm kirin, dewleteke sosyalîst Robin hoodê pîşesaz e.
Pêşveçûnên aborî yên îro, derketina şirketên pirnetew û globalbûn her ku diçe bandora dewletan a li ser aboriyê lawaztir dike. Li van rojên dawî aboriyên dewletan, li ser bingeha teorîyên cuda yên sosyalîzmê ava bûne. Ya herî tê bi kar anîn jî sosyalîzma demokratîk e. Sosyalîzma demokratîk di avadaniya siyasî ya demokratîk a heyî de ti guhertinan pêşniyar nake lê belê ji bo sererastkirina samanê taybet a navgînên hilberînê, pêşniyar dike. Sosyalîzma Demokratîk dixwaze hemû welatiyên wan di nav halxweşî de bin. Wekî dewletên Kanada, Norwec, Swêd û hwd xizmetên tenduristî, perwerde û karkeranî hemû ji aliyê dewletê ve tên nixumandin. Mînakeke din a balkêş jî ew e ku buhayên tawanên trafîkê yên li Fînlandiyayê li gorî dahata mirovan diyar dibe.