Çi çî ye? Komûnîzm! #2

0

Komûnîzm bîrdoziyeke felsefî, civakî, siyasî û aborî ye ku navê wê tê wateya gerdûniyê. Komunîzm têgîneke siyasî ye ku xwe dispêre fikra xwedîderketineke samanê hevpar. anku li dijî samanê taybet e. Her wiha komunîzm xwedî armanca afirandina civakeke bêçîn e ku her kes 
tê wekhev be. Di nav armancên komûnîzmê de jiyaneke bê dewlet jî heye. Ya rasttir; armanc dike ku hemû gel wekhev bin û bi vî rengî karibin di nava ahengiyê de bijîn da ku pêwistiya wan bi dewletê re tunebe.

Ramana Komunîzmê, di sala 1848an ji aliyê Karl Marks û Engels ve di pirtûka Manîfestoya Komunîstî de hatiye vegotin. Ji ber wê ye gelek kes difikirin ku fikra komunîzmê cara yekem ji aliyê Marx û Engels ve hatiye gotin lê di rastiyê de ne wiha ye. Her çiqas komûnîzm wekî têgehî ji wir hatibe jî, wekî bîrdozîyê, beriya Marks jixwe hebû. Em vê nêrîna jor bi vê mînakê  dikarin bipeyitînin, li gorî hin ramangeran; Platon di pirtûka xwe ya bi navê "Dewlet"ê de jiyaneke komunal a bi vî rengî diparêze. 


Kîjan bûyer pêşiya ramanê komûnîzmê vekirin:
Bi hilweşîna Împaratoriya Romayê re fikra kapîtalîzmê li hemû cîhanê belav bû. Thomas Moore di pirtûka xwe ya bi navê "utopya" ku di sala 1516 weşandiye de qala samanê giştî û pergaleke bêçîniyê kiriye. Di salên 1600î de jî li Îngilîstanê nîqaşên li ser ramana komunîst derketin holê. Sosyalîstên Utopî yên weke Jean Jacques Rousseau û Robert Owen jî di vê mijarê de rexne û şîroveyên cuda kirin. Lê belê ramana komûnîzmê di sedsala 19an de zêde bû. Ji ber ku Şoreşa Pîşesaziyê pêk hat û di navbera proleteryayê (karker û çîna dewlemend (burjûva) her çiqas çû vedibû. Saetên zêde yên şixulê û mûçeyên kêm dikir ku ji bo proletaryayê tiştek bê kirin. Ji ber vê yekê; Karl Marx û Friedrich Engels  bi hev re manîfestoya komunîstî nivîsîn û ev berhem gelekî bal kişand.

Di destpêka sedsala 19an de ev têgîn hat pêşxistin û Komunîzm bû teorîyên siyasî û aborîyê. Di sala 1848an de jî rêgezên bingehîn ên Komunîzmê bi saya berhema Manîfestoya Komunîstî ku ji aliyê Karl Marx û Friedrich Engels hatiye nivîsîn, hatin danîn. Her wiha têgeha komunîzma modern jî ji vê pirtûkê hatiye. Ev têgeh piştre ji aliyê welatên wekî Yekîtiya Soviyetê, Çîn, Elmanyaya Rojhilat, Koreya Bakur, Kuba û Vîetnamê ve hatiye qebûlkirin. 

Yekemîn hewldana şoreşa komunîst a cidî di sala 1917 an de li Rûsyayê pêk hat. Bolşevîkan (Partiya Komunîst a Rûsyayê û Tevgera Şoreşger) a bi pêşengiya Vladîmîr Lenîn, sîstema monarşî û feodal a Rûsyayê hilweşandin. Hikûmeta Vladîmîr Lenîn hemû hêmanên hilberînê bir li ser dewletê. Lenîn di vê pergalê de nehişt welatî tiştek bikirin, pêdiviyên wan ji aliyê dewletê ve dihat diyar kirin û li welatiyan dihat belavkirin. Ev Komunîzma xwedî rêgezên hişk piştî çend salan êdî nemeşiya. Di rastiyê de, bi salan aboriya YSKK ji komunîzmê wêdetir veguheriye sosyalîzma navendîparêz, ev jî zêde nedomiya û ev yek jî bû sedema ji dayikbûna Rûsyaya kapîtalîst a îro. 




Bi qasî xeyalên alîgirên rejîma komunîzmê, rejîma komunîzmê temenekî dirêj nekiriye. Dikare bê gotin pêkanîna wê ya herî serkeftî li Kubayêhatiye kirin. Lê belê di salên dawî de tê dîtin ku li Kubayê jî gavên biçûk ber bi kapîtalîzmê ve tên avêtin.

Post a Comment

0Comments
Post a Comment (0)

#buttons=(Spas !) #days=(20)

Tu bixêr hatî ^_^ .
Accept !
To Top