Beriya dest nivîsa xwe bikim divê vê tiştê bibêjim felsefe tiştek e wisa ye ku em nikarin bi gotinekî wê pênase bikin û bihizirin. Ji ber vê yekê ye ku ji beriya mirina Îsa û 2000 sal berê heta niha her tim felsefevan di derbarê felsefeyê de tiştan gotine û xwe pêş xistine. Lê dîsa jî ez bixwe pênaseyek dirêj binivîsim û bihêlim, hûn baştir fêm bikin.
Di serî de ji bo em baş fêm bikin divê li ser peyva 'felsefe' yê bisekinin. Koka peyva felsefeyê ji zimanê yewnanî ji peyvên philia-sophia hatiye philia tê wateya hezkirin sophia jî tê wateya zanîn û rasteqînê. Ger em rasterast wergerînin kurdî em dikarin bibêjin ku felsefe hezkirina zanînê, rasteqînê ye. Lê ev têra me nake divê em baştir vekolin û felsefe ji me re çi dibêje derxin.
Ji heta mirovên berê heta vêga ji bo ku em tiştekî baş fêm bikin divê em wê tiştê baş pênase bikin. Bo wê jî pênaseyek dirust û rast li ber fêmkirinê yek ji tiştên muhîm e. Ji ber wê divê em vê yekê ji bo felsefeyê jî bikar bînin.
Felsefe bi min hunera ramanê ye, ew ji aliyê kesên ku baş difikirin û wateyan baş barî tiştan dikin ve dikeve nav şiklekî. Helbet felsefe hunera pirsan e jî ji ber wê yekê em dikarin bibêjin felsefevanên herî baş zarokên 3 - 4 salî ne.
Bi rastî pênasekirina felsefeyê karekî zehmet e. Çimkî tesîrên civakî û dîrokî li ser mirovan tesîrên cuda kirine û li gor xwe jî felsefeyê pênase kirine bo vê yekê jî encamên cuda derketine. Ev tesîrên cuda helbet li ser felsefevanan bandorên cuda derxistine û bûne wesîleya ramanên cuda. ji ber vê yekê ye dema em li ser felsefeyê vedikolin em hezar ramanên cuda dibînin. Jixwe ne pêwîst e ku em bi pênaseyekî felsefeyê baş fêm bikin. Felsefe li dij qaliban e, ger em bi gotinekî an nivîseke felsefeyê pênase bikin dê em ê wê bixin nav şûşeyekî û em ê hin di serî de şaşiyê bikin.
Gelemperîya fîlozofan bi ramanên cuda wateyan barî felsefeyê, jiyanê û dinyayê dikin û bi peyvan wateyê winda dikin. Helbet divê em hemû dema li ser tiştekî bifikirin, sentezên cuda ji me derkevin. Çimkî em hemû mirov ji hev cuda ne û em hemû jî hev cuda werar bûne ev yek jî dibe sedema cudabûna fikrên me. Ger em bi ramanên mirovekî din xwe pêş bixin dê çi wateya cudabûnê bimîne. Li ser vê mijarê dixwazim mînakek bidim. Karl Marx di derbarê fîlozof û felsefevanan de wisa gotiye. "
"gelemperiya fîlozofan tenê wateyan barî dinyayê kirine. lê divê em dinyayê biguherînin ne wateya bar bikin." Hûn dibînin, Marx jî bêhay wateyek barî felsefeyê kiriye û gotiye felsefe ji bo dinya were guherandin bê bikaranîn.
Pênase û wateya felsefeyê tenê ne di navbera fîlozofan de di nav çandan de jî guheriye. Ger mînak bidim dema em felsefeya yewnana antîk dinêrin em dibînin, felsefe pirsa em ji çi çêbûne, dinya ji çi çêbûye bi kurtasî pirsa çi ji çi çêbûye dide. Lê di heman demê de di heman wextî de li aliyê rojhilatê pirsekî din dihat kirin. Li Çînê felsefe pirsa ji bo pêşketina civatê çi pêwîst e dida.
Ka em binêrin fîlozof çawa fikirîne:
Sokrates felsefeyê wekî hunerê fikirînê, rexnekirinê û nîqaş kirinê dîtiye û gotiye nivîs mirovan tiral dike. Ji ber wê jî ew bê berhem ji dînê koç kiriye û berhemeke wî yê nivîskî tuneye. Xwendekarê Sokrates, platon jî di akademîya xwe de xwe îzole kiriye û ketiya nav deryaya fikran. Ew di akademîya xwe de bi xwendekaran re bi dîyalogan felsefeyê kiriye û van diyalogan nivîsîye. Li gor wî jî felsefeya rasteqîn di pirtûk û berhemên nivîskî de divê neyê gerîn. Helbet Platon nabêje pirtûkan nexwînin nabêje wateya berhemên fîlozofên din nivîsîye girîng nîn in. Li gorî wî Ew berhem jî di nav xwe de problemên dewlemend dihewînin lê li gorî wî felsefeya rasteqîn ne di pirtûkan de ye, di hişê mirovan de ye.
Nivîskarê navdar û fîlozofê navdar Johann Wolfgang van Goethe li ser vê yekê nivîsek xweş nivîsîye û gotiye " kesên ku ji sê hezar salên dawîn tiştek hîn nebûne, di tariyê de rêya xwe nikarin bibînin û ew tenê roj bi roj dijîn û winda dibin û diçin.
Dîsa dubare bikim helbet û helbet ti gotinek nikare felsefeyê pênase bike û wateyek lê bar bike wekî ku 3 hezar sal berê heta vêga çawa mirov li ser felsefeyê fikirîne û wateyan bar kirine dê sê hezar salên din jî li ser felsefeyê bifikirin û wateyan bar bikin...