silav saosyant. tu dizanî ev çend car e dinivîsim dinivîsim û jê dibim. Divê ji hesta nûwazebûn ango her tiştî min xweş be xilas bibim. niha xulekên yekem ên 24 sibatê ne. rojek nû, hêviyên nû... tu dizanî saosyant min biryarek nû stend û min 2 roj berê hemû têkiliyên xwe qut kir, ger bi hevalan re ger xoşewîsta min re... nizanim dibe xoşewîst lê ew jî bi çavê xoşewîstîyê lê min dinêrî. min telefonê jî hilanî ji bo kesek bi min re nekeve têkiliyê. nizanim ketime rewşa fobiya civakî an min biryarek baş stendîye nizanim. em ê her roja ku bihurî fêm bikin.
saosyant ez gelekî bêhêvî û bêhal im. ez gelekî xwe wekî yekî bê qedr hest dikim. jiyîna ji bo armanceke gelek xweş e û bi hêvî ye lê ew armanc êdî li cem min tuneye. tu dizanî çima xwe wekî kesekî taybet hest nakim saosyant. ez gelekî qedr didim hin mirovan, ji bo xwe gelekî kêfxweş hest bikin ji destê min çi tê dikim lê gava ku ew wisa li min tevnagerin gelekî aciz û bêqedr hest dikim. tenê çi qedrê min dabe yekî/ê bila ew jî wisa qedr bidin min dixwazim. ez radibim wan dixim nav odeyên dilê xwe yê herî rind li wan odeyan de jî xwe digerim gava ku xwe nabînim hêrs dibim aciz dibim dikim ku xwe bixwim.
Doh destpêka rûpelên spî yên piştî rûpelên reş ên jiyana min bû. An jî ez xwe wisa dixapînim nizanim. êdî ez tiştekî nizanim... bîstek berê min vê gotinê ji fatîmeyê re gotibû û wê bersivek wilo nivîsîbû. ez gelek bi kelecan bibûm saosyant. gotibû ji bo wan rûpelên spî dagirim gelek bi kelecan û bêsebr im. ka ez hinekî behsa fatîmeyê ji te re bikim saosyant. me sê sal berê bi saya hevalekî hev nasî. ji hevalê min re gotibû ev kurik li min narêne lê hevalê min jê re gotibû ez ê nava we çêkim. axir car me hev dît nêzî meheke bi hevre bûn nizanim bê sedem me dev ji hev berda û nêzî 3 salan me xeber neda heta mirina bavê wê. dema hîn bûm bavê wê miriye şok bûm û yekser çûm taziyeya wan û me li wir hev dît hejmara min xwest û wisa me dîsa hev dît. saosyant ji bo wê heta 4ê sibehê şîyar dimam. ew şoka bavê xwe bi min re avêt. her tim ez li balê bûm û ji min re gotinên wisa dikir. yûsiv heta niha herî zêde qedrê didim te. ez dixwazim di pêşerojê de bi te re bim felan. ev gotinên wê ez xistim dilê wê. herçî fatîme keçikek wiha ye saosyant.
dema ku min jê re got ez ê hemû tiştên xwe jê bibim û bi ti awayî tu nikarî bigihîjî min wê got yûsiv ji bo te çi baş be wê bike. saosyant negot neçe. negot min tenê nehêle...
saosyant ez êşên gelek ecêb dikşînim nizanim ji ber çi ne. an jî dikarim wiha bibêjim hezar sedem hene lê ez nikarim bibêjim tev stûyê vê ez wisa me. dilê min hev dikeve, wekî ku qelbê min disekine nikarim bi rehetî bêhnê bistînim. her çiqas ser êşan biçim dikevim nav kortikek kûrtir.
saosyant dixwazim serê xwe li dîwaran bixim. di serê min de yek rûniştiye û ji min pirsa dike û min aciz dike. ez nikarim pê. ez her dem dikevim nav paradoksên nû. ez nikarim li ser tiştan jî hûr bibim. ez bi laşê xwe li cihekî me li hişê min li cihekî dî ye. ez difikirim gelo hêdî hêdî li ber şîzofrenîyê ve diçim saosyant? naxwazim dermanan bi kar bînim lê êdî neçar im ku dest dermanan bikim... dema xwe wilo dibînim dilê min ji min sar dibe....
beriya ku karekî bikim an jî biaxivim hezar senaryo di serê min de derbas dibin hemû îhtîmalan difikirim hemû encaman tînim ber çavên xwe û karê herî bê rîsk kîjan be wê dikim. lê hin caran ewqas difikirim ku êdî nizanim çi difikirim.
dixwazim gelek tiştan binivîsim lê ji xwe re nabînim. çavê min hêdî hêdî tên girtin. Wekî ku dibêjin bes e kuro em jî betilîn razê êdî. raketin yek dermanê min e lê zirarê wê jî gelek in. ez jiyana xwe di xewna xwe de dijîm. di xewna xwe de keyê dinyayê me. lê van rojan xewnên gelek xirab dibînim. pêr di saeteke de 5 xewn min dît. nizanim saosyant nizanim....