Xwendekar im niha ji bo ezmûna zanîngehê dixebitim. Ji ber ku ji ezmûnê re dixebitim jî zêde nikarim hişê xwe bidim ser vê blogê. Lê di demên xwe yên vala de hewl didim ku pê vê blogê re mijûl bibim. Armanca min hemû kurdên dinyayê bila di malpereke de bicivin û bi nivîsên min, xwe pêş bixin. Helbet gotinên ku dikim gotinên mezin in lê ez dixwazim di 5 salê pêşiya me de vê armanca xwe pêk bînim.
Ez xwendinê ne wekî hobiyan, wekî pêwîstîyeke dibînim û li gor vê pirtûkan dixwînim. Di rastiyê de kêfa min ji romanan re nayê, ji ber ku têm dawiya romanê ji xwe re vê pirsê dikim 'gelo ev roman çi li min zêde kir?' giştî bersiva vê pirsê ti tişt e. dibe ku min bi sedan roman xwendibin lê heta niha sê çar roman tenê vê pirsê ji min re bersivandiye. Kêfa min gelek ji lê kolandina felsefe, mîtolojî, dîroka nêz, dîroka beriya zayîna Îsa, werar, genetîk, teknolojî, tevgerên nû derketî, zayendîtî, huner, helbestan re tê. Ger tu jî hinek nivîsên min binêrî tu yê jî bibînî. :)
Ji min ewqas... ji te?