Felsefeya serdema yekem bi giştî di nav salên beriya mirina Îsa 700 û piştî mirina Îsa 500 salan de cih digre û hevtaya felsefeya antîk e. Felsefeya yekem, ji aliyê Tales ve li ser pirsa “em mirov ji çi çêbûne” ava bûye û gelemperiya fîlozofên vê demê jî hewl dane bersiva vî pirsî. Di vê serdemê de fîlozof fikirîne ku felsefe tê wateya rasteqînî û rasteqîna jiyanê.
Di vê serdemê de gelemperî ji aliyê rojhilatî ve fîlozof derketine; li Misir, Mezopotamya, Kurdistan, Îran, Çînê û Hindistanê bingehên felsefeyê hatiye dayin. Lê di vir de dîroknivisên felsefeyê li hev nekirine. Hin dibêjin koka felsefeyê digihîje beriya mirina Îsa 1500an û li axên îranîyan yekem felsefevan derketine. Hin jî dibêjin felsefeya antîk û ya serdema yekem eynî ye ew jî li yewnana antîk cara yekem derketiye. Hinin din jî dibêjin ku felsefeya serdema yekem, felsefeya antîk a Yewnanî û Helenî heman tişt in.
Fîlozofên felsefeya serdema yekem bi kurtasî wateyan li barî dinyayê kirine û xwe ji mîtolojî û pirxwedayî îzolekirine. Ger mînakek bidim li yewnanîstana antîk mîtolojî gelek berbilav bû, mesela kesên li wir dijîyan wisa bawer dikirin baran hêstirên çavê xwedê ne. Dema xwedê xemgîn dibe baran dibare. Diyar e hinek mirov êdî ji vê rewşê aciz bûne li dijî vê yekê derketine. Mirov êdî hêdî hêdî xwe ji mîtan dûrxistine. Bi van agahiyan em dikarin bibêjin şitlên felsefeyê wê hingê hatiye avêtin û bersivên dirust ji pirsan hatiye dayîn.
TAYBETMENDIYÊN FELSEFEYA SERDEMA YEKEMÎN
- Em dikarin bibêjin ku felsefeya serdema yekemîn li dij mîtolojî û pir xwedayî derketiye.
- Felsefeya serdema yekem li ser mijarên giyan, zindî, hebûn, dînê sekinîne. Lê herî zêde li ser xwezayê sekinîne û pirsan lê kirine. Taybetiyek vê demê jî ew e ku ji xeynî wahîy û xwedayê ev kes hewl dane bersiva pirsa ku 'ji bo çi em dijîn' bibînin.
- Zêdetirîn li ser arkhe ango madeya yekem a li ser dinyayê çi ye disekine û li gor wê bersivan dibîne.
- Felsefeya serdema yekem şexsî ye.
- Di vê demê zêdetir bala xwe dane felsefeya xwezayê ye.
- Fîlozofên di vê demê de ne bi hestan bi hiş û aqilên xwe tevgeriyane.
- Wek her felsefeyê ev serdem jî bi tomarkirina agahiyan xwe pêş xistiye û bersiv daye.
- Li ser mirov, civat û têkiliyên mirovan de pirsa pirsîne.
Pêşengên felsefeya serdema yekemîn bi taybetî Thales, Sokrates, Platon û Arîstoteles in. Bi taybetî ev fîlozof di rêya felsefeya xwezayî de meşîyane.
FELSEFEYA SERDEMA HELENÎSTÎK:
Piştî êrîşên Îskenderê Mezin li ser Hindistanê, felsefeya yewnanan û felsefeya rojhilatî li hev ket û felsefeya rojhilatî bandorekî mezin li ser felsefeya yewnanî kir. Piştî vê tesîrê di felsefeya yewnanî de hîn kêşe derketin. Bi saya Arîstotelesî felsefeya yewnanan hinek sîstematîk bû, lê piştî wî bidawîbûn. Êdî felsefeya yewnanî vediguherî û êdî rêyek nû jê re vedibû.
Felsefeya helenîstik tê wateya felsefeya rojhilatî lê tesîr kiriye û li dorahiya behra spî bingehî daye. Serdema helenîstik, piştî mirina îskender (B.Z 323) li dewletên behra spî ava bûne bi lihevketina felsefeyên rojhilatî û yewnanî dest pê kiriye. Ev serdem heta împaratorîya Romayê berdewam kiriye û bi xiristiyanîyê bidawî bûye. Beşên vê serdemê bi kurtasî ev in.
- Serdema Helenîstik .
- Serdema Împaratorîya Romayê.
- Serdema xiristiyanî.
Em dibînin, piştî Arîstotelesê ku digot gerdûn ji çar elementên sereke çêbûne ew jî agir, ax, hewa û agir in, zêdetir li ser zanistê hatiye sekinîn. Bi taybetî di bîrkarî, zanistên xwezayî, fîlolojî û dîroknasîyê de xebatên serkeftî derketine. Felsefe jî di pratikê de hatiye xemilandin.
Her wiha em dikarin felsefeya helenîstik bi du beşa veqetînin.
- Serdema Exlaqî
- Serdema dînî
Serdema exlaqî piştî Arîstotales destpê dike. Serdema dînî jî bi zayîna Îsa destpê dike.
Pîştî Arîstotelesî felsefe wekî felsefeya exlaqî derdikeve pêşberî me û girîngî li ser lêkolînên zanistî tê dayîn. Di vê demê de tiştê ji bo mirovan baş be bi alîkariya felsefeyê hatiye vegotin, ji bo kêfxweşîya mirov ketine gera rasteqînê. Ev felsefe heta zayîna Îsa berdewam dike û ew dixwazin pirsa van pirsan bidin: Jiyana exlaqî çi ye? Mirov li ku dikare bextewar bibe?
Di serdema helenîstik de gelek dîn tesîrê felsefeyê kirine lê yek jî wekî piştî mirina Îsa di 300 salan de piştî konsîla Îznîkê xirîstiyanî tesîr nekiriye. Di konsîlê de Încîl hatiye yek kirin û teslîs hatiye qebûl kirin piştî demekê kurt xirîstiyanî dibe dînê împaratorîya Romayê.