TEVGERA KU DIBÊJE GIYAN NEMIR E: SPÎRITUALÎZM...

0
Silavên germ ji we re xwendevanên min ên xoşewîst. Îro bi mijarekî balkêş li pêşberî we me. Piştî ku min destê xwe jî dînê şûşt hin pirs di hişê min de man. Yek ji wan jî gelo giyan çi ye? Heye yan tuneye? Ev nivîsa min jî di derbarê giyanê de ye. Ez ê îro a behsa tevgereke ku bi girêdayî giyanê re bikim. Yanî ez ê behsa SPÎRITUALÎZMê bikim. Di serî de bibêjim tiştên ku dinivîsim nayê wateya ku bawerî vê tiştê dikim. Tenê bi awayekî objektîf dixwazim qala hin nêrînan bikim:) û min ev nivîsê li gorî kesên ku bawerî giyanê dikin amade kir ji ber ku zagona yekem a tevgera me ew e ku divê bawerî giyanê bikî. (: De em derbas bibin. 

GELO GIYAN ÇI YE? 
Beriya behsa spirîtualîzmê bikim divê hinekî li ser giyanê biaxivim. Raweya giyanê li gor mirovan diguhere, li gor hin mirovan giyan ji aliyê Xwedê ve hatîye şandin û zindî bi saya giyanê jiyana xwe berdewam dikin. Li gorî hin mirovên din gîyan enerjî ye û ev enerjî ti carî winda nebûye. Ji bing bangê heta niha ev enerjî guheriye û şiklê xwe yê dawî girtiye. Li gorî hin mirovên din jî giyan bîr e. Gelemperî mirov giyanê wek van her sê tiştan dibînin. Lê em dizanin ku ger giyan tunebe -hûn çawa dibînin bi kêfa xwe ne- hûn jî tunene. Tiştên ku giyanê pêk tînin wek atom, malzar(hucre) beriya ku hûn ji dayîk bibin jî jixwe hebûn û di pêşketinekî de bûn. 

Ger em giyanê xelata jiyanê ya xwedayî bibînin divê em vê yekî qebûl bikin ku ev giyan diyariyek xwedê ye ji bo me. Giyan naguhere û piştî mirinê di dinyayeke din de heta dawiyê wê hebe. Ger giyanê em wekî enerjîyê bibînin, divê em vê yekê qebûl bikin ku ti carî em ê wenda nebin. Jiber ku enerjî ti car jixwe tiştek qeyb nake û diguhere formeke din. Dema mirin dê enerjîya me derbasî nebatan, zindiyên ku em bi çavên xwe nabînin hwd. bibin. Ger em giyanê wekî bîrê biramin, divê em bizanin ku hemû tişt di destê me de ye. Em bi saya giyanê tercîhan didin, pêşeroja xwe ava dikin. Ji serde em dikarin kapasîteya giyanê jî mezintir bikin. Çimkî bîr tiştek wisa ye ku mirov dikare pêş bixe mezintir bike. 

SPÎRITUALÎZM ÇI YE? 
Têgeha spîritualîzm an jî bi kurdî em dikarin jê re bibêjin "jiyana paşîn, gyanparêzî" û "alema wêde" ji peyva latînî "spiritus" ku tê wateya "giyan" û "giyanparêziyê" hatiye wergirtin. Ên ku vê tevgerê diparêzin bala xwe didin mijarên metafîzîkî û di derbarê mijarên metafîzîkî de şîroveyan dikin. Bi demê re ev tevger li gelek dibistanan hatiye dabeş kirin û her dibistan bi bûyerek metafîzîkî re mijûl bûye. Ger mînak bidim, hin bi şîroveyên xewnan re, hin axaftina bi giyanê re mijûl dibin. Em dikarin bibêjin ku ev tevger li dij tevgera ku dibêje hemû tişt ji madeyan çêbûye ango ji materyalîzmê derketiye û pêşketîye. Lê tiştek balkêş heye ku bi demê re derketina hin dibistanên nû li dij vê yekê dernayên. Wekî neo-spiritûalîstan. Li gorî vê dibistanê giyan û madde ne tiştên ji hev cuda. Her du yek in an jî bi gotinek din digihîjin hevê.

Niha, di warên olî, mîstîkî û felsefî de gelek kes ji xwe re dibêjin spîritualîst. Lê di hêla prensîp, dîtin û têgehan de cudahiyên girîng di navbera wan de hene. Xala hevbeş a sereke di navbera wan de ev e ku ew hebûna giyanê qebûl dikin. Lê hin ji wan qebûl nakin ku giyan orjînal û xweser e. Hin ji wan li dijî wê ne ku giyan di pêşkeftinek domdar de ye. Hinin ji wan jî qebûl dikin ku giyan bi domdarî ji nû ve zindî dibe.


Li gorî ramanên spîritualîstan, dema mirov dimire tenê fonksîyonên laşên mirov dimirin, gyan namire. her çiqas gyan ji dinyayê bidûr bikeve jî ruh bi temamî winda nabe. heta wisa bawer dikin ku, ji aliyê hin navgînan ve dikarin perçeyek giyanê ku xwediyê mirovekî mirî re bipeyivîn. hin derûnnas û parapsîkolog îdîa dikin ku ew dikarin di rewşa transê de an jî di rewşa di xew de meşînî de bi miriyan re bikevin têkiliyê. bi wan giyan li gor mirovên sax xwedî hêzek mezin e. wisa bawer dikin ku bi xêra vê hêzê, giyan û mirî carinan ji pêşeroj an jî paşerojê xeberan tînin. hin derûnnasên li ser bingeha vê baweriyê hewl didin xwe vexwînin gyanan û bi rêbaza gazîkirina giyanan vê tevgerê pêk bînin.

mijar gelek dûr û kûr e hevalno, min dikaribû hinek din dirêj bikim lê hewce nîn bû. Bi silametî... 

Post a Comment

0Comments
Post a Comment (0)

#buttons=(Spas !) #days=(20)

Tu bixêr hatî ^_^ .
Accept !
To Top