Çend pêşniyarên min beriya xwendinê. Çaya xwe deynin ber xwe, pişta xwe bidin balgîfê û kêfê jê nirxandinê bistînin.
Ez dixwazim bi gotinên Malcolm Xî dest nivîsa xwe bikim."Mirov fêm nakin ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne." Nizanim ev gotin ji bo we tê çi wateyê, lê wateya vê gotinê ji bo min gelek kûr û hestwar e. Ez bixwe dizanim êdî pirtûkeke tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne û bike wateyên nû bi nû barî jiyanê bike. Bi rastî beriya vê pirtûkê bixwînim min qet bawer nedikir pirtûkek tesîreke wisa mezin li min bike lê piştî min pirtûkê xilas kir, min dît ez êdî ne ew ez im.
Pirtûk bi kurtasî qala jiyan û têkoşîna Malcolm X dike. Di pirtûkê de Malcolm X, bi navê xwe yê din Malik Al-Şahbaz, carna dibe hevalê me, carna dibe rêberê me, carna jî dibe mamosteyekî me yê hêja. Pirtûk car caran qala Malcolm x dike, car caran jî qala rewşa Kurdan. Carcaran jî qala hemû gelê bindest ên dinyayê dike. Bi rastî tiştekî wisa heye dema hûn, di pirtûkê de cihê reşik û kurdan bi hev ve biguherînin hûn ê bibînin ti ferqek diyar nabe.
Nivîskarê me Alex Haley bi destûra Malcolm Xî, bi ji guhdarîkirina jiyana wî, dest nivîsîna pirtûkê dike. Lê Belê Haley jî ji bo Malcolm Xê baştir nas bike rêbazên cuda bi kar tîne. Yek ji wan jî ev e ku rojekê alex haley rastî malcolm Xî tê û dibîne malcolm tiştên di serê wî de derbas dibe li ser peçeteyekê dinivîse. Piştî vê kifşê jî Haley li cem çay û qehweya Malcolm Xî peçeteyek pêçayî deytîne li berê û dema beriya Malcolm X jî rabibe jî van peçeteyan radihije û vedişêre. Û ew di vê pirtûkê de jî cih dide van nivîsan.
MALCOLM X Û ALEX HALEY
Ger em bi temamî werin li ser pirtûkê jî, pirtûk di serî de bi pêşgotina Alex Haleyî dest pê dike. Di vê pêşgotinê de ji navê Malcolm ji kû rahiştiye bigrin vegotinên di navbera alex haley û Malcolm X jî tê de gelek mijar tên qal kirin. Pêşgotin tam 124 rûpel e û ev pêşgotin jî wekî kurteçîroka pirtûkê ye. Pirtûk ji 19 beşan pêk tê. Û em dibînin her beş jî tesîrên cidî li ser jiyana Malcolm kirine. Pirtûk nêzîkî 730 rûpel e lê dema mirov pirtûkê xilas dike dibêje xwezî pirtûk ewqas kin nebûya.
OTOBİYOGRAFÎYA MALCOLM X-Î
Em di beşa yekemîn de malbata Malcolm X nas dikin. Malcolm di 19ê Gulana 1925an de li Bajarê Omaha ji dayik bûye. Ew zarokê 7emîn ê malbatê ye. Bavê Malcolm Baptîst bû, ji ber vê yekê gelek caran mala wan dihat êrîş kirin. Jixwe sedema mirina bavê wî jî ji ber baptîstabûna wî bû. (Baptîst yek ji mezhebê xrîstiyaniyê ye.) Dayika wî jî jineke xwende bû û ji ber mêrê wê jî spî bû hin cara jê nefret dikir. Ji ber wê ye Malcolm X jî tam reş nîn bû, rengê por û çermê wî qehweyî û sor bûn.
Ji ber mirina bavê Malcolm Xî, dîya wî dikeve di nav tengasiyeke mezin, mirin tesîreke mezin lê dike û di vê rewşa derûniyê de ew êdî nikare xwarinek jî çêbike. Ji ber vê yekê, ji bo Malcolm baş bê perwerdekirin û mezin bibe wî didin mala Gohanna-yan. Ji bilî xwişk û birayekî wî, aqûbeta hemû xwişk û birayên wî yên din jî bi heman awayî bûne. Lê malcolm hînî vê jiyanê nabe belkî jî naxwaze bibe. Ji ber wê yekê jî jîyana wî ya bi malbata nû re zêde nedomîya û malcolm ji ber tevgerên xwe jî ji dibistanê hat avêtin.
Standart jiyanê zehmet dibûn û ji ber bertekên Amerîkayê yên li dij mirovên afro-amerikayê jî mirovên afro-amerikayî êdî êdî diherikin li ber sûcan. Ew di şert û mercên gelekî zehmet de dijîyan û ji bo pere destbixin jî mixabin êdî rêbazên nû bikar dianîn. Malcolm jî êdî çavê xwe ji dinyaya resen re vedikir û êdî dizanî ji ber bikare bijî û li ber xwe bide divê pere qezenc bike. Dema derbas bû Malcolm bi navê Shorty zilamekî nas kir û bi saya wî di Salona Baleya Dewletê ya Roselandî de dest bi karê boyaxkirina pêlavan kir. Ji bo malcolm ev kar yek mîladên jiyana wî bû. wekî kişandina cixareyê, vexwarina meyê û esrar.. Xirabî û zordarîyên wî piştî vî karî dest pê kirin. .
Di vê salona baleyê de malcolm ferq kir ji reqisînê pirr hez dike. Belê Malcolm nizanîbû bireqise lê jê reqisînê gelek hez dikir. Malcolm di nav utopyaya dansê dixebitî û her gav xwe diavêt di nav dansê û dans dikir. Piştî çend rojan Malcolm dît, kar û reqisîn bi hevre nameşin. Ji ber vê yekê dev jê karê xwe berda. Ew xeyala wî ya reqsê jî zêde nedomiya. Divîya bo jiyana xwe berdewam bike pere qezenc bike. Ket karekî nû. Karê wî yê nû di kulîçexaneyekê de garsontî bû.
Keçikek bi navê Laura hebû, ew keçik her şev dihat vê kulîçexaneyê. Li gor Malcolmî ew keçik jê her kesî cudatir bû û malcolmî hêdî hêdî jê hez dikir û di dawiyê de hewl da ku pê re biaxive. Malcolm nêzî wê bû û ketin nav axaftinek kûr. Ew êdî hev nas dikirin. Her du jî têgihîştin, ji reqsê hez dikin, ew jî bibû hevbeşiya wan. Êdî ew bihev re derdiketin û bi hev re dansêdikirin lê ev nêzîk bûn ji bo jiyana Laura talûke bû. Laura xwendekar bû ew ji xwendingehê dûr diket û bi tesîra Malcolm Xî jî diket rêye xeter. Wisa wilo wiha di nav çend salan de jiyana Malcolm di nav gelek karên wisa de derbas bûn. Lê di her karê xwe de dev jê Esrar, kokoinê bernedida. Ji serde tiştên xirabtir dikir wekî, dizî û firotina jinan...
Rojek ji rojên sibatê, sal 1945. Malcolm bi hevalên xwe re, danê şevê ketin dizîya malekî. Malcolm di malekî de demjimêrek şikestî dît û rahişt lê ew nizanibû ev demjimêr bibe sedema guhertina jiyana wî. Piştî çend rojan Malcolm ji bo demjimêrê tamîr bike diçe li bal demjimêrfiroşê. Ji bo bê tamîrkirin demjimêrê li wir dihêle. Piştî du rojan, dema diçe demjimêrê bistîne, jiyana wî tarûmar dibe. Derdikeve holê xwediyê saetê bi hemû demjimêrfiroşan re têkilî daniye û ji wan re ragihandiye ku saeta wî hatiye dizîn. Piştî Malcolm X dikeve dikana demjimêrfiroşê, ji aliyê dedektifan ve tê girtin. Derdikeve li ber dadgehê. Dadgeh biryarê dide. Biryar 10 sal heps e. Malcolm di bihara ciwantîya xwe de dikeve hepsê.
Malcolm di hepsê de jî bi saya gardîyana esrara xwe dikşîne. Tiştê ku Malcolm zêdetirîn kêf jê distîne jî dijûn û li hemberî Încîl û xwedê çêrkirin bû. Ji ber vê yekê jî li girtîgehê êdî navek lê hatibû danîn; ŞEYTÊN!
Xala werçerxê ya jiyana Malcolm serîlêdana birayê wî ya bi navê Reginald bû. Rojekê ji bo malcolmî bibîne birayê wî diçe girtîgehê. Di nav axaftinê de Birayê wî jê Malcolmî re dibêje "Xwedê wekî mirovekî reşik xwe nîşanî mirovekî bi navê Elijah kiriye". Kêfa malcolmê şeytên bi vê xeberdanê re nayê li dij birayê xwe derdikeve û bi çêr û dijûnan wî dişîne.
Wext hinekî derbas bû Malcolm li ser vî tiştî fikirî, di nav wî de çirûskên ronahiyê pê diketin, ew êdî dixwest bi rastî jî bizane û bixwîne. Fîtîlek ji bo wî pêwîst bû û ew Fîtîl jî ferheng bû. Wî ferhengek dît û wê ferhengê jiber kir û fêrî nivîsandinê bû. Piştî wê demê nameya xwe ya yekem ji Elijah Mihemed re nivîsand. Bersiv ji aliyê Elijah ve hat. "Ji bo biryara te ya meşîna li ser rêya rasteqînê te pîroz dikim." Malcolm êdî her roj jê Elijah re nameyan dinivîsand. Ji serde di pirtûkxaneya girtîgehê de pirtûkên felsefi û dîrokî dixwend. Malcolm di bernameyên nîqaşê yê heftaneyê de agahiyên ku ji pirtûkan fêr bûye bi şêwaza hevpeyvînê dianî li ser zimên. Êdî jiyana wî ya girtîgehê bi zanîn û ronahiyê derbas dibû. Her roj xwe pêş dixist û tiştên fêr dibû bi hevalên xwe re rave dikir.
BIHARA 1951Ê Û BIRYARA SERBEST BERDANÊ:
Bihara 1951ê, êdî xuya bûbû were berdan, malcolm çawa ji girtîgehê derket di mala birayê xwe yê Wilfred de guslê girt û dest bi nimêjên xwe kir. Jiyana wî êdî li ser dînê xwe de dimeşîya û ew tim û tim mizgîniya dînê xwe parveyî derdora xwe dikir. Ew di havîna 1953an de bû alîkarê serokê mizgeftê. Û bi vê mîsyonê re, nefreta wî ya li dijî mirovên spî roj bi roj zêdetir dibû. Malcolm êdî ne tenê bi dînê xwe re li dijî nijadperestiyê re jî mijûl dibû. Malcolm di civînan de her tim nêrînên xwe yên li dijî mirovên spî jê reşikan re vedigot û bi van gotinan jî reşik dihatin li ser hemdê xwe. Û dijminê xwe nas dikirin.
Malcolm di civînan de jineke bi navê Betty naskir. Betty di nexweşxaneya mezin a hemşîreyê de dixebitî. Betty di derbarê zanyariyên tenduristî û kêşe bijîşkî de ders dida keç û jinên bisilman. Ev yek ji bo malcolm pirr girîng bû û ev taybetmendiya Betty jî kir ku Malcolm jê bêtir hez bike. Hevnasîna wan kûr bû û piştî demekê kin zewicîn.
Malcolm roj bi roj bi gotinên xwe yên li dijî reşikan û bi nivîsên xwe navdar dibû. Di heman demê de jî di jiyana wî de tehdît û tehdîtên mirinê jî kêm nedibû. Malcolm di her hevpeyvîn û nivîsên xwe de qala pêxemberiya Elijah Mihemed dikir. Çi çavê malcolmî de Elijah mirovekî pîroz bû Lê piştî Sekretêrên taybet ê Elijah Mihemed ducanîbûn û wan hemûyan di dadgehê de van tiştan qebûl kirin, Malcolm bawer nedikir ku Elijah Mihemed zinayê bike lê dîsa jî Malcolm ket di nav fikrên kûr. Malcolm piştî van bûyeran biryar da ku bi Elijah Mihemed re biaxive.
WAR Û KONFERANSÊN ÇAPEMENIYÊN NÛ: Malcolm piştî Erebîstanê, bi balafirê çû gelek welatên cuda û tevlî konferansên çapemeniyê bû. Lê cihê ku her diçû ev pirs jê re dihat pirsîn. "ÇIMA NAVBERA TE Û ELIJAH MIHEMED VEBÛ."
Rojek rojên xweş ên 1965ê. Dîsa civînek... lê ti kes nizane ev civîn civîna dawîn a Malcolm Xî ye. Dibe ku Malcolm di vê civînê de qala biratî, nexweşiya biçûkdîtinê, mafên bindestan an jî serpêhatiyên xwe yên li mekkeyê ji beşdarvanan re pêşkêş bike lê nebû. Di civînê de şer derket, Malcolm ji aliyê sê kesan ve hat gullebaran kirin. Tam 16 gulle li laşê wî ketin. Ji kursîyê ket erdê. Hêdî hêdî çavê wî dihatin girtin, hêdî hêdî jê dinyaya ferazî xatir dixwest. Ew mirovê ku stûyê xwe qet netewandiye bi 16 gulleyan ket erdê. Ew kesê ku pişt xwe gelek serhildanên nûwaze hiştiye mir...
Piştî kuştina wî tê fêm kirin, kesên wî kuştine jî reşik bûn. Ew mirovê ji bo mafên reşikan têdikoşe ji aliyê reşikan ve hate kuştin. Heyf, heyf, heyf....
KURTERAMANÊN MIN:
Çîroka Malcolm û reşikên Emerîkayê dişibe ya Kurdan. Dijminê wan ê mezintirîn di nav wan de ne. Dijminê xwe nas nakin berevajî ji dagirkerên xwe hez dikin. Di her rewşê de jî gelek peyamber ji wan re hatine lê qet bawerî bi peyamberên xwe neanîne. Yek ji wan peyamberan jî Malcolm X bû. Lê ew jî wekî Îsa ji destê gelê xwe hat daliqandin. Heyf û heyf...
Û jibîr nekin Çîroka Malcolm X, ne tenê ya şexsekî an malbatekî ye, çîroka hemû reşikan e.